Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine
Jin

Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

Delegên jinên ji Abya Yala û Kurdistanê, di konferansa ku di navbera 11-15’ê Sibatê de li dar xistin de, ragihandin ku wan toreke berxwedanê ya gerdûnî ava kiriye. Jinan li dijî şer, jenosîd û patriyarkayê biryara têkoşîna hevpar girtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Sibat 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Tevgerên jinan ên ji Abya Yala û Kurdistanê, di navbera 11-15’ê Sibatê de di “1. Konferansa Tora Jinên Pêşerojê Ava dikin” de gihîştine hev û gaveke dîrokî avêtin. Di konferansê de ku bi sedan jinên ji Haîtî, Kolombiya, Ekvador, Meksîka, Wallmapu, Qullasuyo marka, Şîlî û Kurdistanê beşdar bûn, di encamê de deklerasyonek hate weşandin. Di deklerasyonê de hat ragihandin ku li dijî şer, jenosîd, kapîtalîzm û patriyarkayê toreke têkoşînê ya navneteweyî hatiye hûnandin.

Di dema konferansê de jinan di sernavên tenduristî, perwerde, xweparastin, konfederalîzma demokratîk, aborî û çandê de ezmûnên xwe parve kirin. Di deklerasyonê de bi taybetî bal hat kişandin ser êrîşên li Filistîn, Rojava û Kolombiyayê û bang hate kirin ku roja çalakiyê ya gerdûnî ya jinan were birêxistin kirin.

Di daxuyaniya ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat weşandin de, jinan destnîşan kirin ku ew ê xeteke têkoşînê ya rêxistinkirî û demdirêj ava bikin.

Teksta daxuyaniyê bi temamî wiha ye:

“Hevalên hêja, xwişk, hevrê û jinên şoreşger ên ku jiyanê hez dikin,

Di navbera 11-15’ê Sibatê de ev ax bû şahidê biryarek dîrokî. Li gel delegên ji Abya Yala û Kurdistanê, her wiha bi hemû heval û xwişkên ku perçeyek ji vê pêvajoyê ne lê nekarîn beşdarî konferansê bibin, me nîqaş kir ka em ê pêşeroja xwe çawa ava bikin.

EW Ê ME TÊK NEBIN

Di konferansa xwe de em axivîn ka kapîtalîzma hov çawa laş, çiya, çem û daristanên me wêran dike. Me biryardariya xwe ya şikandina xeleka sîstematîk a mêtingeriyê ya ku bi awayên cuda êrîşî axa me dike, ragihand. Îro jenosîda li Filistîn, Rojava, Kongo û gelek welatên din berdewam dike; êrîş û komkujiyên li Abya Yala; destwerdana emperyalîst a li hemberî Venezuela û Kubayê nîşaneya vê yekê ye. Ew ê nekaribin me têk bibin

ME POLÎTÎKAYÊN JENOSÎDKERAN DEŞÎFRE KIR

Me polîtîkayên patriyarkayê, şîrketên pirneteweyî, hêzên paramîlîter û jenosîdkerên ku hewl didin jiyana me ji destê me bigirin, ziman, çand û zanîna gelên me bikin meta û wan bin kontrola xwe de bigirin, çareser û deşîfre kir. Me polîtîkayên netewe-dewletê yên ku ji bo desthilatdariya xwe bidomînin gelek pirsgirêkên mîna aborî, koçberî, bêkarî û bazarkirina zanînên bav û kalan afirandine, eşkere kir. Me li dijî akademiya ku zanîna me kêm dibîne,  û sînordar dike, serî hilda; me parast ku ji bo jiyaneke baş divê zanîn were azadkirin.

ŞEHÎDÊN ME LI VIR BI ME RE BÛN

Berta Cáceres, Julia Chuñil, Alina Sánchez, Bety Cariño, Sakine Cansız û gelek hevalên din ên ku ji bo şînkirina axê têkoşiyan û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan; hemû jinên ku me navên wan neanî ziman lê ji bo zindîkirina hêviyê li ber xwe didin, îro li vir bi me re bûn.

Me pirs kir ku em di rêya wan de çiqas pêş de çûne. Me rêbazên berxwedanê, astengiyên xwe yên madî û hişî yên ku hewl didin berxwedana me ya navxweyî û derveyî lawaz bikin, nîqaş kirin. Me nîqaşên durist, zelal, bihêz û bi îdîa meşandin ku li şûna reqabetê li ser temamkeriyê, li şûna cudahiyan li ser xalên hevpar hûr dibin. Bi hişmendiya cidiyet û berpirsiyariya dema dîrokî, me biryar da ku li dijî şerê cîhanê yê ku em îro di laşên xwe de hîs dikin, alternatîfeke kolektîf pêş bixin.

KONFEDERALÎZMA KU JI KURDISTANÊ BILIND DIBE ME BI HÊZ DIKE 

Konfederalîzma ku ji Kurdistanê bilind dibe û koka wê bi pêvajoyên li ser axa me re digihîje hev, me bihêz dike. Rêyên nû vedike û amûrên nû pêşkêşî me dike. Em bi biryar in ku li ber xwe bidin, bijîn û hêzên xwe birêxistin bikin. Em li kêleka gel û jinên ku li her derê cîhanê li dijî patriyarka, kapîtalîzm, mêtingerî û desthilatdariyê li ber xwe didin, ne.

Em bi biryar in ku vê torê bi hev re bihûnîn. Ji Abya Yala heta Kurdistanê; ji Haîtî heta Kolombiya, Ekvador, Meksîka, heta Wallmapu, Puelmapu, Qullasuyo marka û Şîlî, bi sedan jin hatin cem hev; hinek bi fîzîkî, hinek jî bi şandina dengên xwe. Em vê daxuyaniya dawî ya ku raman û hestên me yên hevpar dihewîne, parve dikin:

EM BIRYARDARİYA XWE YA MEZINKIRINA AGIRÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR RADIGIHÎNIN

Em haydar in ku di navbera rêxistinên li Abya Yala û şoreşa jinê ya Kurdistanê de rêyek heye û em biryardariya xwe ya mezinkirina agirê têkoşîna hevpar radigihînin; bi nêrîna li hev û fêrbûna ji hev.

Em dizanin ku li dijî şerên patriyarkal, mêtinger, kapîtalîst, jenosîdker û talanker, hewcehiya lezgîn bi hevdîtineke gerdûnî ya jinan heye. Ji ber vê yekê em vê rêya di navbera Abya Yala û Kurdistanê de lez dikin.

Em qebûl dikin ku em gel û pêvajoyên polîtîk ên xwedî hafizeya bav û kalan in. Em giringiya mezinkirina bîra hevpar a têkoşîna jinê û xuyakirina berxwedanên xwe dizanin.

Me di sernavên tenduristî, perwerde, jineolojiya jinan, zanist û zanîn, konfederalîzma demokratîk, xweparastina beden-ax, huner û çand, ragihandin û aboriyê de nîqaş kir. Me dît ku di van qadan de ezmûn û pêşniyarên me yên derbarê cîhanên gengaz de hene; me dît ku ev îro rastiyên hêvîdar in. Em ê nîqaş û ezmûnên di van sernavan de parve bikin û li dijî pergala mirinê kûrkirina pêşniyarên xwe bidomînin.

EM Ê BI RÊBAZÊN XWE BIRÊXSITIN BIBIN

Ji bo ku em vê rêya ku em bi hev re dimeşin bidomînin, em ê bi dem û rêbazên xwe birêxistin bibin. Wekî ku me ji Zapatîzmê fêr bûye, em ê bi soza xwe pêş de herin. “Koma dil” a Tora Jinên Pêşerojê ava dikin, dê ji bo domandina vê meşê û zindîgirtina nîqaşan berpirsiyariyê bigire ser xwe.

Em wezîfeya birina van nîqaş û ezmûnên li vir ji bo axa xwe digirin ser milên xwe. Raman û çalakiyên ku em ê li gorî rastiyên xwe pêş bixin, dê bibin perçeyek ji vê hûnandina mezin.

Di vê konferansê de, wekî jinên Abya Yala, me qebûl kir ku divê em hevdu bêtir nas bikin; divê em ji nêz ve li têkoşîn û zanînên xwe yên bav û kalan binêrin. Me bal kişand ser giringiya avakirina şêwazên têkiliya bi tevgera şoreşa jinê re.

Êrîş û kuştinên li Kolombiyayê me hemûyan bi hêrs dike. Em ne tenê ji bo piştgiriyê, lê ji bo ku em bi hev re bibin bersiv têdikoşin. Li hemberî van kuştin û jenosîdan divê em bêtir seferber bibin; ji bo ku em bibêjin “wawa (zarok) ne ji bo şer in”, divê em rojeke çalakiya gerdûnî diyar bikin.

Bi konferansa xwe re me di rêya hûnandina vê torê de ji Abya Yala gaveke din avêt: Tora Jinên Pêşerojê Ava dikin. Ev tor li çar aliyê cîhanê tê hûnandin û armanc dike ku em bi hev re ber bi xewnên xwe ve bimeşin. Ev ê bibe rêyeke dûr û dirêj; lê gava ku em bi hev re, di nav têkiliyê de, bi xurtkirina ramanên xwe, bi nêzikirina pratîkên xwe, bi kokdayîna li ser axa xwe û bi awayekî rêxistinkirî pêş de herin,

EM Ê BI SER BIKEVIN

Jin, Jiyan, Azadî

Em naxwazin her hefte zarokên me bikujin û em tu carî vê yekê qebûl nakin

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BOGOTA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye
Nûçeya Pişt re YRA û YRJˊê şehîd Egîd Roj û 4 şehîdên Çapemeniya Azad bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hêzên Îranê bi îdîaya ‘têkildarî Îsraîlê ne’ 6 kes kuştin

Hêzên ewlekariyê yên Îranê bi îdîaya ku pêwendiya xwe bi Îsraîlê re heye li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

Di metna kampanyaya îmzeyan a Buroya Jinan a Kurd Cênî ya li dijî êrîşên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara meha Gulanê ya rojnameya Serxwebûn derket

Hejmara Gulana 2024’an a rojnameya SERxwenbûn bi manşeta “Şehîd havêynê PKK’ê ne” derket.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?