Alîkariya ku xelkê Silêmaniyê, Hacî Awa, Sengeser, Ranya, Çemçemal û Pênciwên ji bo Rojavayê Kurdistanê kom kiribû bi rêya Heyva Sor a Kurd di ser deriyê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Alîkariya bi barê 15 barhilgiran ji madeyên xurek, şîrê zarokan û tiştên xwegermkirinê hebûn, derbasî Rojava bûn.

