Civîna 6’an a koma nivîsandina rapora hevpar ku ji endamên Meclisa Komîsyona ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin pêk tê, bi dawî bû. Piştî civînê, rojnamegeran xwestin pirsan ji Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr bikin lê bersiv neda û got: “Xebat berdewam in.”
Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz jî pirsên rojnamegeran bêbersiv hişt. Piştî rojnamegeran israr kirin, got: “Hevdîtin didomin. Dê di demekî herî kin de bi dawî bibin. Hevdîtin didomin.”

