Ûgûr Taşdevîren li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê di 30’ê Kanûna 2015’an de di dema terora dewletê ya bi navê ‘qedexeya derketina derve’ hatibû girtin û şeş caran cezayê muebbetê lê hatibû birîn.
Girtî Taşdevîren tevlî greva birçîbûnê bû ku di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ hate destpêkirin.
Taşdevîren ku li Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê dîlgirtî ye, bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û got, “Heta ku çalakiya me bi ser bikeve em ê dewam bikin. Girîng e her kes tevlî vê pêvajoyê bibe.”
Ûgûr Taşdevîren ragihand ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ji komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an cuda nîne û got, “Tecrîda mutleq a ku 25 sal in li ser Rêber Apo tê kûrkirin, elxaqî, mirovî û hiqûqî nîne. Tirkiye pişta xwe dispêre hêzên navneteweyî û van polîtîkaya dimeşîne. Tecrîda giran a li ser Rêber Apo pêwendiya xwe bi polîtîkaya îmha û înkarê ya li dijî Kurdan heye. Weke girtiyên siyasî yên li girtîgehê ne, ji bo teşhîrkirina van polîtîkayan em vê kampanyayê girîng dibînin. Em tevlîbûna li vê pêngavê weke mijareke man û nemanê dibînin.”
Taşdevîren got, “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em weke azadiya gelê Kurd, gelê Tirk û gelên Rojhilata Navîn dibînin. Ji ber vê jî ji bo serketina vê pêngavê divê her kes ya ji dest tê bike. Em berxwedana Rêber Apo silav dikin.”