Komîsyona Meclisê ya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, di civîna 21’emîn û ya dawî de rapora dawî erê kir.
Li gorî agahiyan, rapor bi 42 dengên erê hate qebûlkirin. Di dengdayînê de 2 dengên redê û yek jî yê bêalî hate bikaranîn. Bi vî rengî xebatên komîsyonê temam bûn.

