Akademiya Jineolojî ya Şengalê têkildarî gefên li ser Şengalê û fikara civaka Êzidî ya dubarebûna fermana 3’yê Tebaxa 2014’an analîzek weşand. Di analîzê de tê gotin ku li rex gef û fikarên heyî, ketina tevgerê ya raya giştî xwedî girîngiyek jiyanî ye.
Akademiya Jineolojî ya Şengalê têkildarî gefên li ser Şengalê û fikara civaka Êzidî ya dubarebûna fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku piştî êrişên çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê derket pêş, her wisa rasterast hedef nîşandayîna Şengalê, analîzek weşand. Di analîzê de tê gotin ne Şengal, ne jî civaka Êzidî ya Şengalê yê beriya 2014’an û ew ê xwe li hemberî hemû cûre êrişan biparêzin. Her wisa li ser gef û fikarên heyî; di nivîsê de tê gotin ku “ketina tevgerê ya raya giştî xwedî girîngiyek jiyanî ye.”
Analîza Akademiya Jineolojî ya Şengalê wiha ye;
“Şengal û gelê Ezidî ne gelê Ezîdî yê beriya 2014’ane. Di nava 12 sala derbas bûyî de, gelek pêşketin û guherîn, di vê erdnîgariyê de hatin jiyîn. Fermana 74’an bi xwe re, li gel êşên mezin, ruh û vînekî mezin ya berxwedanê jî ava kir. Parastina cewherî, xweparastin, xwe bi xwe rêvebirin û her wiha di gelek mijaran de, gelê Ezidî 12 salin ruxmê hemû bê derfetiyan li berxwe dide. Di giştî civakê de nêrîna hevpar ya derdikeve pêş ew e ku; “Ezidî ne Ezidiyên berê ne, ew ê xwe biparêzin” Ew li beramberî rewşên ku derdikeve holê helwesteke.
Heman sekin di jinên Ezidî de jî heye. Dibêtiya di şerekî nû de, dê weke berê ji welatê xwe dûrketin an jî xwe spartina hêzekî derve wêdetir; helwesta xweparastin û bi hêza xweyê cewherî pêşeroja xwe parastin roj bi roj zêdetir dibe. Lê ew rastî, sekn û helwest, metirsiya komkûjî û şerên nû ji holê ranake.
Civaka Ezidî ruxmê tekoşîna salan jî, di nava makezagona Iraqê de, cihê xwe bi awayekî fermî nagire. Mekanîzmayên parastinê, rêveberiyê, aboriyê ku gelê Ezidî bi derfetên xwe ava kiriye, bi awayekî fermî nayên qebûlkirin. Ew jî bixwe re mîsogeriyekî nayne, di vê pêvajoya xeternak de, ji bo rê li ber jenosîdên nû venebin, gava bingehîn ya pêwiste were avêtin, hebûna gelê Ezidî, sazî û dezgehên vê, mekanîzmayên wê ya parastinê bi awayekî fermî di zagonên Iraq’ê de naskirine.
Ji ber ew rewşana; piştî şerê dawî; li Şengalê derûniya fermanê careke din rû daye. Li gel biryara berxwedan û xweparastinê de, derûniya ku heman komkûjî careke din dubare bibin pir zêde ye. Gelek jinên ku di vê pêvajoyê de nêrînên xwe tînin ziman, di heman rastiyê de dibin yek; “Dema HSD-YPG-YPJ li ber sînor bûn, me bi şev rehet xew dikir, lê piştî şer em heta sibehê ji fikaran nikarin xew bikin’’ an jî nêrînên ‘’Ew DAIŞ’iyên ku anîne Iraq’ê, ewê serbest berdin û careke din berê wan bidin me’’ pir zêde ne. Baweriya jinan ne bi dewletê, ne jî bi hêzên navnetewî tê. Ji ber ku ji dîrokê heta niha heman rewşê dubare dubare jiyan kirine, berxwe jî dane lê ji fermanên mezin derbas bûne. Hêzên ewlekarî û parastina heremê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Ezîdxanê ku piştî Fermana 74’an hatine avakirin, weke hêza esasî ya parastina heremê tê dîtin lê îro ew hêz ji bo werin belavkirin û bê bandor kirin, li ser civakê zextekî mezin tê meşandin. Plansaziya hêzên xwecihî ya Şengalê ji holê rakirin û ewlehiya heremê dîsa spartina hêzên derve heye ku ji dîrokê heta niha pir bi zelalî hate dîtin ku, ew rêbaz ji bilî fermanên nû, tu çareserî bixwe re nayîne.
Di vê pêvajoyê de, ji bo ferman dubare nebin ketina tevgerê ya raya giştî di girîngiyekî jiyanî de ye. Hikûmeta Iraqê, dewletên herêmê û dewletên navnetewî pêwiste statû û hebûna Şengalê, vîn û vîna vê ya xwecihî nas bikin û çareseriya ji bo Şengalê ne li derveyî Şengalê bigerin. Polîtîkayên bê mirovkirina Şengalê, hedefgirtina çand, bawerî û civakîbûna gelê Ezidî neyê hedefgirtin. Hişmendî, zanebûn û xwe komkirina ku 12 salan de derketiye holê, ji bo careke din belav nebe û civaka Ezîdî careke din ji cih û warên xwe nebin, ji komkûjiyan derbas nebin, ketina tevgerê ya her kesekî xwedî hişmendiya mirovahiyê ye, pir girînge.
Akademiya Jineolojî ya Şengalê”

