Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû, bi îdîayên “Endamtiya rêxistinê” û “Avakirina rêxistinê û birêvebirina wê” li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê tê darizandin.
Dîcle Muftuoglu ku nêzî 9 meh in tê ragirtin, ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku lê dîl girtî ye bi SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû.
Parêzerên rojnamevanan di rûniştinê de amade bûn. Ji bilî nûnerên DFG’ê, DÎSK Basin Îş’ê û Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl rûniştin şopandin.
Dozgerê ku piştî beyanên şahid Kerem Gokalp mutalaya xwe eşkere kir, daxwaza berdewama girtina Muftuoglû kir.
Heyeta dadgehê li ser daxwaza dozger biryara dewamkirina girtina rojnamevan Dîcle Mûftûoglû da.
Dîcle Muftuoglû tevî edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz di 29’ê Nîsana 2023’yan de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û girtin.