Komînal wê bibe dengê têkoşîna demokrasî û wekheviyê ku xwe dispêre cihêrengî û azadiya mirovahiyê û gelê Kurd a bi pêşengiya jin û ciwanan.
Komînal wê ti carî bê alî nebe; wê her tim li aliyê heqîqetê, rastiyê, başî, bedewî û azadiyê be. Li hemberî êrişên qirker û mêtinger ên serwerên Tirk, Ereb û Fars wê her tim xwedî li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd derkeve û bibe dengê geş ê vê têkoşînê.
Komînal wê vê fikrê ji xwe re bike esas ku pirsgirêka civakî ya destpêkê û herî kûr bi kolekirina jinê ya bi destê koma nêçirvan a mêr û kujerê kastîk destpê kiriye û bi sîstem û mejiyê serweriya mêr ê vê serdemê re gihîştiye asta herî bilind. Komînal wê li her cihî û her tim li dijî sîstem û mejiyê serweriya mêr, li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest ên li ser vê bingehê derketine holê xeta azadiya jinê ji xwe re bike esas û ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan wê têbikoşe.
Rojnameya Komînal wê hêza xwe ji paradîgmaya modernîteya demokratîk û baweriya bi sosyalîzma civaka demokratîk werbigire.
Li hemberî her cûre nêzîkatiyên zayendîperest, li ser esasê xeta azadiya jinê ji bo pêkhatina şoreşa azadiya jinê û bidestxistina serketinan, her wiha li dijî madiyatperestî û ezeztiya modernîteya kapîtalîst ji bo avabûna civaka demokratîk a li ser bingeha komunalîteyê wê bi roleke çalak rabe.

