Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li gundê Gir Ziyaretê yê Dêrikê serdana malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hîşam Dêrik (Remedan Mihemed) kir.
Haşim Dêrik ku bavê 3 zarokan e, ji malbateke welatparêz e ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye. Di sala 1988’an ji bo parastina doza gelê xwe tev li refên têkoşînê bû. Di hemû pêvajoyên berxwedanê de amade bû.
Haşim Dêrik 26’ê Çileya îsal di bersivdayîna êrişên li gundê Sefa yê bajarê Çilaxayê de şehîd bû.

