Çarşem, 15 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji KJK’ê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di 27’ê Sibatê de li qadê bûn: ‘Dewlet ji hêviyan re nabe bersiv’
Rojane

Di 27’ê Sibatê de li qadê bûn: ‘Dewlet ji hêviyan re nabe bersiv’

Welatiyên ku salek berê li Qada Deriyê Çiyê banga Rêber Apo guhdar kirin, diyar kirin ku gel xwedî li banga aştiyê derdikevin, lê ji ber ku dewletê gavên şênber û qanûnî neavêtine, jê bawer nakin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Sibat 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Ji ser banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ku wekî “bangek sedsalê” jî tê binavkirin, salek derbas bû. Daxuyaniya ku par li Stenbolê hatibû dayin, ji hêla bi hezaran kesên ku li Wan û Amedê kom bûn ve hatibû guhdarkirin. Bi hezaran kesên ku li Qada Deriyê Çiyê ya Amediyê kom bûn, piştî daxuyaniyê kêliyên hestiyar jiyan, di heman demê de xwedî li bangê derektin. Piştî salekê, me bi kesên ku wê rojê amade bûn re li ser pêşketinên siyasî û hestên guherbar ên di nav gel de axivîn. Rêberên rêxistinan, diyar kirin ku ew li pişt bangê radiwestin û divê teqez aştî pêk were, rexne li dewletê kirin ku gavên baweriyê didin neavêtiye û pêvajo negihîştiye asta tê xwestin.

‘GEL TEVÎ BAWERIYÊ JÎ XWEDÎ LI BANGÊ DERDIKEVE’

Rêvebera Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Malbatên Girtiyan û Hikûmxwaran a Amedê Sabahat Bîçer diyar kir ku ew bi kelecan li benda daxuyaniya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê bûn û derbarê pêvajoyê de nirxandin kir.

Sabahat Bîçer atmosfera wê rojê wiha vegot: “Em li wir hem bandor bûn û hem jî bi heyecan bûn Em ji no hêviya aştiyê kêfxweş bûn. Ji bo me pir bi qîmet bû ku rêberek ku bi salan di bin tecrîdê de bû daxuyaniyek bi qîmet da. Ger em bipirsin ji wê demê ve çi guheriye, em nikarin bibêjin ku guherînek girîng çêbûye. Gel wekî wê demêxwedî li bangê derdikeve û li pişt daxuyaniyê radiweste. Wê rojê, mirov bi meraqa wê çi bibe çûn malên xwe; lê di demek kurt de daxuyanî hat fêmkirin. Hêvî û baweriya gel berdewam dike, lê ev pêvajoya yekalî dimeşe di nav gel de ji aliyê dewletê bê baweriyekê bi xwe re tîne.”

‘GEL BI QASÎ TÊ XWESTIN TEVLI PÊVAJOYÊ NEHAT KIRIN’

Sabahat Bîçer diyar kir ku dewletê di salekê de gavên dudilî avêtine û got: “Ne mimkûn e ku meriv bibêje ku dewletê li derveyî komîsyonê gavek cidî avêtiye an jî gavên ku dihatin hêvîkirin hatine avêtin. Mînaka herî zelal, li girtîgehan de hîn jî jiyan normal nebûye. Ev pêvajoya ku em qala wê dikin negihîştiye girtîgehan. Girtiyên nexweş hîn jî nayên berdan û berdana girtiyan jî dereng dikeve. Her çendî ji bo van gavek dihat hêvîkirin jî, pakêtên dadwerî li gorî van hêviyan nebûn. Ev jî di nava gel rê li ber bêbawerî û bêhêvîtiyê vekir.

Baweriya bi aştiyê û bang temam e, lê gavên yekalî jî fikaran tînin. Di vê pêvajoyê de, civîn pêk hatin, daxuyanî hatin dayîn û hevîdtinên siyasetmedaran berdewam dikin. Rewşa ku hat jibîrkirin ev e ku muxatabê herî mezin li ser vê maseyê gel e. Lê gava ku em lê dinêrin, gel li derveyî vê pêvajoyê hat hiştin. Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku pêvajo bi tevahî civakî bûye. Divê komîsyon biçûya nav gel û guhdar bikira; lê ev ji gel re nehat ragihandin. Tecrîd berdewam dike û mafê hêviyê hîn jî nehatiye bicîhanîn. Em wekî gel xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Ya girîng ew e ku gav werin avêtin; heke gav werin avêtin, ev xwedîderketin wê hîn zêdetir bibe.”

‘GEL JI DEWLETÊ BAWER NAKE’

Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk Abdulhamit Salo jî bal kişand ser heyecana beriya daxuyaniya ku di 27’ê Sibatê de were dayîn û got, “Daxuyanî ewilî di nav her kesî de atmosferek sar çêkir. Gel di destpêkê de fêm nekir ku çi diqewime; lê piştî daxuyaniya demek dirêj gel baweriya xwe ya bi Birêz Abdullah Ocalan re li her derê anî ziman.”

Salo destnîşan kir ku di destpêka pêvajoyê de bendewariyek hebû ku dewlet jî gavên girîng bavêje û wiha berdewam kir: “Di destpêka vê pêvajoyê de me difikirî ku dewlet jî wê gavên girîng bavêje. Mîna her kesî, me pirsî çima divê em gava yekem bavêjin. Heta sepandina qanûna ku di qanûnên wan de heye jî ji bo hin gavan wê bes bûya. Berdana siyasetmedar û girtiyên nexweş di nav van gavan de bûn.”

‘GAVÊN KU LI GORÎ DILÊ GEL NEHAT AVÊTIN’

Salo anî ziman ku di pêvajoya salekê de gavên ku dihatin hêvîkirin nehatine avêtin û wiha pê de çû: “Ji ber neavêtina gavan, di nav gel de nerazîbûnek mezin derketiye holê. Partî û siyasetmedaran li gorî daxuyaniyên hatine dayîn ti amadekariyek nekirine. Ji wê rojê heta niha, gel tenê tiştek dibêje: ‘Em qebûl nakin ku dewlet me bixapîne.’ Gel baweriya xwe bi Rêberê xwe tîne; lê dewlet diaxive lê qet nakeve pratîkê. Dema ku em li axaftinên Bahçelî dinêrin em vê yekê dibînin. Salek e, tu gavek ku li gorî dilê me be û me rehet hîs bike nehatiye avêtin. Pêvajoya ku em tê de ne, ji bo aştiyê pêvajoyek pir dîrokî ye. Mixabin, neavêtina gavan roj bi roj hêviyên ji bo aştiyê lawaz dike. Divê daxwazên gel werin guhdarkirin; ji bo vê yekê divê demildest gavên qanûnî û destûrî werin avêtin.”

‘NE GAVÊN QANÛNÎ NE JÎ CIVAKÎ NEHATIN AVÊTIN’

Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê parêzer Gulbahar Ateş li ser girîngiya dîrokî ya daxuyaniya 27’ê Sibatê rawestiya. Gulbahar Ateş diyar kir ku gelê Kurd ji wê daxuyaniyê ve daxwaza xwe ya aştiyê di her qadê de nîşan daye û got, “Ji wê rojê heta niha, gelê Kurd daxwaz û israra xwe ya li ser aştiyê di her qadê de nîşan daye. Dewletê li hemberî ev israra gel gavek neavêtiye û ev yek mijara rexnekirinê ye. Dinava salekê de ne gavek qanûnî û ne jî gavek civakî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nehatiye avêtin.”

‘PÊVAJO DI ALIYÊ CIVAKÎBÛNÊ DE KÊM MA’

Gulbahar Ateş anî ziman ku di destpêka pêvajoyê de hêviyeke mezin hebû û wiha domand: “Salek berê, ez bi hêviyeke mezin ji qadê vegeriyam malê. Me hemûyan fêm kir ku pêvajo dest pê kiriye. Me jî xwedî li hêviyê derketin û li gorî wê bê westan xebitîn. Niha, gel xwedî li pêvajoyê derdikeve, lê neavêtina gavan di nava gel de bêbaweriyê çêdike. Gelê Kurd heta niha ji bo aştiyê tiştê ku ji destê wan hat kir. Piştî daxuyaniyê gelek civînên gel hatine lidarxistin; lê em dibînin ku hîn jî kêmasî hene. Divê ev kêmasî werin çareserkirin. Berfirehkirina ev rêya ku hatiye vekirin di destê gel de ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bedewiya xwezaya Qendîlê: Gundê Qelatê
Nûçeya Pişt re Vezîr Coşkun Parlak: Yekîtiya Tirk-Kurd bi rêya hemwelatîbûna li ser bingeha hiqûqî dikare pêk were
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

QSD: Êrîşên li bakurê Tişrînê hatin têkbirin

QSD`ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser bakurê…

Ji aliyê Stêrk TV

CENTCOMˊê veguhestina DAÎŞ’ê ji Sûriyeyê ji bo Iraqê temam kir

CENTCOMˊê ragihand ku veguhestina çeteyên DAIŞ’ê ya ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê zarokek qetil kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li taxa Hezwana ya Minbicê gule berdan zarokekî û qetil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?