În, 27 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama girtiyên Apoyî ji bo 48’emîn salvegera damezrandina PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 48’emîn a damezrandina PKK’ê li gelek bajaran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda li pêşiya Wezareta Edaletê di roja 11’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Birêz Ocalan peyamek ji Ozgur Ozel re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkildarî hestiyên li şikefta li Farqînê hate dîtin 15 malbatan serlêdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mihabadê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê 27’ê Mijdarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo parastina destketiyên Başûrê Kurdistanê em ê bi berpirsyariya xwe rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PKK’ê ji aliyê gerîla ve bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Mazlûm bû berxwedana gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Rêber Apo û xeta PKK’ê wê bi tevahiya mirovahiyê bide qezençkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi berxwedana jinê wê civaka azad biafire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Munihê bi hezaran jin li dijî tundiya li ser jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Divê demildest mafê hêviyê were bicihanîn!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Kobanê dest bi amadekariya 8 Adarê kirin: ‘Em ê li ser xeta Sakîneyan bin’
Jin

Jinên Kobanê dest bi amadekariya 8 Adarê kirin: ‘Em ê li ser xeta Sakîneyan bin’

Jinên Kobanê ji niha de dest bi amadekariyên 8 Adarê dikin û dibêjin ku ew ê li ser xeta Sakîneyan meşeleya azadiyê bilind bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Jinên bajarê Kobanê, li pêşiya qada jina azad ragihandin ku wan dest bi çalakiyên xwe yên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî kirine. Jinên li wir ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku 8’ê Adarê roja têkbirina desthilatdariyê ye.

‘BI SAYA JINÊ HOVÎTIYA DAÎŞ TÊK ÇÛ’

Koordînasyona Kongra Star a Şêranê Nadiya Hiso diyar kir ku 8’ê Adarê roja têkbirina desthilatdariyê ye û wiha got: “Em li tevahî jinan vê rojê pîroz dikin, ev roj roja şikandina desthilatdariyê ye, roja têkoşînê ye. Roja têkoşîna jina Kurd e, ku li bajarê Kobanê hovîtiya DAÎŞ têk bir. Em jî careke din bi wî ruhî li ber xwe didin. Ji lewra em ê ji niha û pêde zêde li qadan bin û îradeya jina azad temsîl bikin. Ew dixwazin jinê qir bikin û tune bikin. Lê em jî dibêjin, jin jiyan e û dê jiyan jî bi destê jinê bedew bibe. Niha Kobanê ya ku tevahî cîhan ji terora DAÎŞ’ê rizgar kir, di nava dorpêçê de ye. Em ê jî bi xeta azadiya jinê jî li ber xwe bidin. Em ê di nava civakê de rabin ser piyan, bi semîner û meşan li qadan bin. Bi xeta Rêber Apo ya azadiya jinê, em vê rojê pêşwazî bikin.”

‘EM Ê LI SER RIYA SAKÎNE, LEYLA Û BÊRÎTANAN BIN, EW RIYA SERKEFTINÊ YE’

Dayîka bi navê Fatme Helac destnîşan kir ku ew ê doza Sakîne û hevrêyên wê heta dawiyê bişopînin û got: “ Em bi rengê jina Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Bi keda jinê, em hene û em ê li ber xwe bidin. Em ê Newroza xwe jî bi rengê jinê pêşwazî bikin. Jin serê xwe ji ti kesî re natewînin. Niha di şoreşa Rojava de şexsê jinê kirin hedef. Ji ber ku jinê destkeftiyên dîrokî bi dest xistin. Li her derê, bû şervan, bû dayîk, bû dîplomasî û bû pêşeng jî. Niha em bang li her jineke Kurd dikin ku rabin ser piyan û bi dirûşmeya ‘Berxwedan Jiyan e’ em ê berz bikin. Jin dê weke Leyla Qasim, Sakîne û Bêrîtanan, li ber xwe bidin. Îro roj roja berxwedanê û têkoşînê ye.”

Berdevka Meclîsa Jin a PYD’ê Bedîa Miho anî ziman ku ew ê bi reng û hêza jinê berxwedana xwe berdewam bikin û got: “Çawa ku me DAÎŞ têk bir, niha careke din em li ber xwe didin. Ruxmî ku ew îradeya jin jî napejirînin, lê em ê bi israr li ber xwe bidin. Em ê hebûna xwe misoger bikin. Em ê çalakiyên xwe yên cur bi cur jî pêk bînin. Vê rojê li tevahî jinan pîroz dikim û li Rêberê tevahî jinan jî pîroz dikin. Em ê destkeftiyên şoreşa Rojava ya ku bi destê jinê hatibû destpêkirin û parastin, car din biparêzin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tevî astengiyên cûrbecûr jiyan li gundê Bokriskanê dewam dike
Nûçeya Pişt re FGBRS: Peyama Rêber Apo ji bo hemû mirovatiyê ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdaneke din kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin careke din serlêdan…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran kes ji bo Rêber Apo meşiyan: Bê Serok jiyan nabe!

Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşiyan. Di meşê…

Ji aliyê Stêrk TV

Peymana 29’ê Çileyê 3 meh li pey xwe hişt: Rewşa dawî li qadê çi ye?

Di sernavên entegrasyona îdarî û leşkerî de kiryareke xurt li qadê xuya nake. Pêvajoya qeydkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?