Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tuncer Bakirhan, li vir di axaftina xwe de wiha got:
“Pêwîst nake mirov pêvajoya salekê pir dirêj vebêje, lê ji Colemêrgê heta Tekîrdagê rastiyek heye. Qasek berî niha hevalekî me ji bo aştiyê qêriya; bawer bikin me zêdetirî 2000 civîn pêkanîn. Di van civînan de Kurd, Tirk, Ereb, mirovên Derya Reş an jî yên Trakyayê ferq nake. Yek ji daxwazên bingehîn ên civînên ku em çûnê, aştî bû. Kurteya van civînan daxwaza aştiyeke birûmet e. Em jî dengê wan ê aştiya birûmet li her derê tînin ziman. Ji bo aştiyeke birûmet, divê Tirk, Kurd, kedkar û bindest dengê xwe bi hev re bêtir bilind bikin.
Beşên ku me îtiraz dikir û fikarên me hebûn hebûn. Bi kurtasî me got, hûn nikarin meseleya Kurd a 100 salî bixin nav paranteza teror û ewlehiyê. Me got meseleya Kurd ne meseleya teror û ewlehiyê ye, berovajî vê, meseleya azadî û demokrasiyê ye. Me ev îtiraza xwe bi tîpên mezin li binê wî raporî da nivîsandin. Lê di wî raporî de xalên pir girîng ên ku rê li ber me vedikirin jî hebûn. Xalên 6 û 7’an ên raporê, bi rastî daxwazên ku EMEP, CHP û partiyên me yên pêkhate bi salan e tînin ziman bûn. Ji biryarên DMME’yê, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, mafên ku ji dayikbûnê ve mafê mirovan in û heta meseleya dawîanîna li nêzîkatiya qeyûman a ku dest datîne ser mafên gelan, gelek sernavên girîng li wir hebûn.
Tiştê ku divê em di rapora Meclîsê de bala xwe bidinê ev e: Raporeke Meclîsê nikare meseleyeke 100 salî di carekê de çareser bike. Hêza komîsyona meclîsê jî têra vê nake. Em nikarin meseleyeke 100 salî di raporê de bi cih bikin. Lê ji bo çareserkirina demokratîk a meseleya 100 salî, rapor dikare bibe alîkar. Ev rapor, di çareserkirina meseleya 100 salî de di rastiyê de pêngavek e. Me ew pêngav vekir. Niha divê maf û azadiyên demokratîk ên di rapora meclîsê de hatine diyarkirin, bikevin meriyetê. Divê di zûtirîn demê de pêk werin. Em ê hemû bi hev re bibin şopdarê wê.
Em ê binerin ka Fîgen, Leyla, Ayşe, Selahattîn û hevrêyên we yên di girtîgehê de ne, di zûtirîn demê de derdikevin an na? Em ê binerin ka hevrêyên me yên ku heta îro ji ber sepanên antî-demokratîk ên dewletê li derveyî welat di sirgûnê de ne, dê bikaribin vegerin welatê xwe? Gelo dê bikaribin di hawirdoreke demokratîk de siyasetê bikin û bijîn? Em ê binerin. Naverok, çarçove û berfirehiya qanûneke taybet a ku PKK û hemû encamên wê ji holê radike, dê çiqas be? Em ê tenê lê nenerin. Em ê li parlamenê têkoşîna wê bimeşînin ku bi awayê herî berfireh, kesên li sirgûnê, yên li hundir û yên çek di destê wan de ne jî, tevlî jiyana demokratîk û siyasetê bibin.”

