Rêber Apo têkildarî rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclîsê peyamek şand û li ser naveroka raporê di 19’ê Sibatê nirxandinên dîrokî kir.
‘DIYALOGA EM DIMEŞÎNIN TÊKOŞÎNEKE CÎDÎ YE’
Nirxandinên Rêber Apo yên têkildarî raporê wiha ye:
“Li TBMM’ê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiye rapora xwe eşkere kir. Weşandina raporê bûye mijara sereka ya rojeva Tirkiye, herêm û cîhanê. Di peyamê de hate destnîşan kirin ku ev yek girîngiya aliyê siyasî yê raporê nîşan dide.
Rapor di encama pêvajoya dialogê ya ku li Îmraliyê dest pê kirî, bi îradeya Rêzdar Serokkomar R. Tayyîp Erdogan û banga Rêzdar Devlet Bahçelî de derketiye holê. Hemû aliyên têkildar divê vê rastiyê qebûl bikin û dest bi pêwistiyên pêvajoya qanûnî, sazûmanî û pratîk a ku rapor destnîşan dike, bikin. Ev yek dê misoger bike ku çek bi awayekî qetî ji rojeva me derkeve. Ez spasî ji hem partiyan û hem jî ji girseyên ku ew temsîl dikin re dikim. Her weha ji hemû kesên ku bi dilsozî ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê kar kirine û ked dane re û ji keda hevalê yê hêja Sırrı Sureyya Onder ku dema ji bo pêvajoya aştiyê dixebitî jiyana xwe ji dest da, spasiyên xwe pêşkêş dikim.
Ppêvajoya dialogê ya em li Îmraliyê dimeşînin têkoşînek cidî ye û ev nirxandin hatin kirin: “Ew bi kedek giran a hemû kesên ku dixwazin paşeroja me rizgar bikin tê domandin. Bi heman awayî, endamên hêja yên Komîsyonê jî bê ku hesaba dengan bikin, pêvajoyê anîne rojeva parlamentoyê. Ji ber vê yekê, divê rapora derketî bi raporên ku komîsyonên Meclîsê heta niha derxistine re heman neyê nirxandin. Ku wisa bê nirxandin, ew tê wateya ku girîngiya dîrokî û maneya wê nehatîye famkirin. Rêya rast ev e ku rapor wek encama têkoşîna demokrasiye û azadiyê ya ku bi dehan salan berdewam kiriye were nirxandin.
DIVÊ RAPOR WEKE GAVEKE KU DERÎ VEDIKE BÊ NIRXANDIN
Rapor wekî gavek girîng a deriyek nû vedike hate pênasekirin û ev tişt hatin gotin: “Divê rapor wekî gaveke pir girîng ku deriyek nû ji bo pêvajoya demokrasiye vedike were nirxandin. Ew dê hemû derdorên siyasî mecbûr bike ku siyaseta li ser bingeha rastiyê hilberînin. Rapor zeminên siyaseta erzan ji destê derdorên di rojeva xwe ya teng de asêmayîn derdixe. Li dijî derketina raporê, bi israr li ser nêrîna xwe ya teng tevdigerîn dê herî zêde derdorên sosyalîst bide zorê. Di zûtirîn demê de vegerîna ji çewtiyan û xwedî derketina li berpirsyariyên têkoşîna demokrasiye û azadiyê ji her alî ve girîng e.
RAPOR DESTPÊKEKE GIRÎNG E
Bi ev rapor hemû pirsgirêkan çareser dike an jî dê werin çareserkirin’ gelek xelet e. Ev destpêkek e. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, belavbûna atmosfera demokrasiye li navend, herêm û hemû derdoran û çareserkirina gelek pirsgirêkên komkirî tenê bi raporekê nemimkûn e.
Lêbelê rapor destpêkeke girîng e. Ji bo wê encam girtin jî dîsa bi têkoşînê ve girêdayî ye. Rapor dikare demeke dirêj di rojeva parlamentoyê de bimîne û hin derdor dikarin ji bo sabotajkirina pêvajoya dialogê ji vê dirêjbûnê sûd bigirin. Ev hemû ji bo me ne tiştekî xerîb e. Lê em êdî wek berê li hember provokasyon û êrişan di rewşek ew qas qels de nînin. Bi nêzîkatiyeke rast em dikarin van tevgeran jî derbas bikin.
‘EWLEHIYÊN QANÛNÎ BI HIŞMENDIYA DEMOKRATÎK TÊNE PARASTIN’
Ev têgîn û sazûmanên ku bi dialog û têkoşîna demokratîk dê bikevin jiyanê, her wiha nexşeya rê ya demokratîkbûna komarê jî nîşan dide. Ev xala bingehîn e. Gava ku rêxistin li gorî ruhê pêvajoyê gav bavêje, ew pêdiviya demê ya dîrokî ye. Avakirina demokratîk ne bi çek û pevçûnê, lê bi dialog û fahmkirina hevdu re pêk bê. Heta ku ewlehiyên qanûnî hebin, tu kes ber bi şîdet û pevçûnê ve naçe û ger biçe jî nikare ji tecrîdê xilas bibe. Êdî demeke ku ajandaya welêt ne çek lê siyaset dê diyar bike, dest pê dike. Ewlehiyên qanûnî jî bi hişmendiya demokratîk têne parastin. Ger bi dil û hişmendî pêvajo neyê parastin, kîjan madeya qanûnê dikare kesan biparêze? Peydakirina ewlehiyên qanûnî gava girîng e lê ya pêvajoyê bigihîne serkeftinê karê siyaseta demokratîk in.
Di sedsala borî de êş û elemên bêhesab qewimîn. Di encamê de, cara yekem di raporek fermî de li ser biratiya Kurd û Tirk destnîşankirinek bi vî awayî hate kirin û ev gaveke girîng e. Ji vir û pê ve, karê bingehîn ê siyasî dê li ser çêkirina rêkûpêkkirinên qanûnî be. Ger siyaset bi awayekî rast neyê meşandin, ev gav jî dikare wek yên berê bêencam bimîne û bê ku bibe rastiyeke sazûmanî ji rojevê derkeve. Bêtêkoşîna demokratîk û bêhişmendiya demokratîk, heta ger destûrek nû jî were derxistin, wateyek wê tune ye. Dîsa hêzek derveyî normê dikare derkeve û destûrê rawestîne û qanûnên xwe li civakê ferz bike.
‘EV NE ENCAM E DERIYEK HAT VEKIRIN’
Çek pirsgirêkên nû diafirîne, lê armanca siyasetê çareseriye. Lê siyaset jî di dawiyê de ‘hunera tişta mimkûn e’ û mimkûn jî bi têkoşîna demokratîk tê peydakirin. Ji bo ku siyaset rêberiya pêvajoyê bigire ser xwe, ji berê zêdetir ked, berpirsiyarî û têkoşîn pêwist e. Ez dîsa dibêjim; ev ne encam e, deriyek hate vekirin e. Vegerandina biratiya dîrokî pêk hatiye. Di damezirandina komarê de rola Kurdan hindik nebû. Lê pêşengên Kurd ku nekarîn xwedî li vê kedê derkevin, bi rêxistinek qels û serhildanên reaksiyonî hewl dan ku rewşê biparêzin. Pêşengên Kurd bi hewildanên neserkeftî di heman demê de dawiya xwe anîn.
Naveroka raporê ji demokrasiyê re vekirî ye. Ev jî sedema herî girîng e ku em ji bo destpêkê hêvîdar bin. Têkneçûna vê peymanê di destê hêzên demokrasiye de ye. Qebûlkirina vê peymanê ji aliyê piraniya parlamentoyê ve nîşan dide ku li ser wê konsensuseke berfireh heye.
‘DIVÊ KES NEKEVE REHAVETÊ’
Divê tu kes nekeve nav rehavetê. Divê tu kes nekeve nav rehavetê. Têkoşîna rastîn niha dest pê dike. Em ketine pêvajoyeke dijwar lê mimkûn ku bi ser bikeve. Ev encama pêvajoya dialogê ya salek dawî ye. Lê ji bo cebirandina birînên sedsala borî, ev gava yekem tenê nexşeya rê pêşkêş dike.
Hînbûna ji dîrokê û xwedîderketina her gava herî biçûk jî helwesteke siyasî ya rast e.
Malbûnkirina aştiyê û demokrasiye di civakê de tenê bi avakirina fikr û zemînek li gorî wê mimkûn e. Ji bo xebatên li gorî pêvajoya nû em êdî nikarin zêdetir li bendê bimînin. Rapor rê li ber vê yekê vedike. Ev fersendek e û divê heta dawiyê were bikaranîn.
19’ê Sibata 2026’an / Îmrali
Abdullah OCALAN”

