Li çar aliyên cîhanê jin amadekarî dikin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çalakiyên cur be cur pêşwazî bikin. Li Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) çalakiyên 8’ê Adarê bi şîara “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” hate destpêkirin. TJA’yê peyama “Di 8’ê Adarê de dengê me li dijî tundî û newekheviyê bilind dibe. Em ji bo azadiya jinê xwe rêxistin dikin, li dijî sîstema desthilatdariya mêr li ber xwe didin. Jin, jiyan, azadî” derket pêş. Di çalakiyan de bi meş û dirûşmeyan zext û cudakarî hate protestokirin û hate destnîşankirin ku azadiya jinê encex bi rêxistinbûn û piştevaniyê wê were qezenckirin.
Li Tirkiyeyê jî jin li aliyekê bi pankartên reng û reng û çalakiyên li kolanan xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin, li aliyê din jî rû bi rûyê tundiya mêr û mekanîzmayên dewletê yên di aliyê parastinê de netêrker in. Daxwazên esas ên jinan ew e ku mafê wan ê jiyanê di bin ewlehiyê de be û li dijî tundiyê sîstema wan a parastina bi bandor were xebitandin.
SÎSTEMA TUNDIYÊ
Hefteya borî tenê di nava rojekê de 6 jin hatin qetilkirin û berê derbarê faîlên 3 ji van jinan biryara dûrkirinê hebû, vê yekê asta sîstema tundiya li hemberî jinê car din nîşan da. Ev cînayet encamên bêcezatî, bêkontrolî û tedbîrên parastinê yên ne bi bandor in. Mafê jiyanê yê jinan nayê parastin, ev yek nîşan dide ku mekanîzmayên qanûnî û saziyê li qadê bi rengekî bi bandor nayên bicihanîn.
LI WANÊ SERLÊDAN ZÊDE DIBIN
Li Wanê di çarçoveya Qanûna Dadgeha Cezayê de serlêdanên sûc ên edlî zêde bûye. Lê belê tê diyarkirin ku serlêdan di bin asta tundiya heyî de ne. Navbera 1’ê Çileyê – 31’ê Kanûna 2025’an li Wanê serlêdanên sûcên li hemberî jinan, hatin teyîtkirin: Bi zanebûn birîndarkirin 281, ne bi zanebûn birîndarkirin 113, heqaret 19, tacîza zayendî 35, êrîşa zayendî 9, birîndarkirina hêsan 4, bi zanebûn hewldana kuştinê 3 û sûcên li hemberî zarokên di bin 18 saliyê de 190. Ev dane tenê sûcên edlî/cezayan digire nava xwe; dest ji hev berdan, nafaka û daxwazên din ên hiqûqî yên medenî, parêzeriya taybet yan jî dosyayên ji aliyê navendên mafên jinan ne di nava van hejmaran de ne. Di du mehên destpêkê yên sala 2026’an de jî, tenê di dema Çile-Sibatê de li hemberî 24 jinan serlêdana sûc a edlî hate teyîtkirin.
TUNDÎ VEGUHERÎ RÎSKEKE SÎSTEMATÎK
Parêzera Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Şafak Bozkûrt got ku qetilkirina 6 jinan a di 24 saetên dawîn de tê wê wateyê ku dewletê berpirsiyariya parastina mafê jiyanê bi awayekî cidî binpê kiriye. Şafak Bozkûrt diyar kir ku bicihneanîna biryarên parastinê ya bi awayekî baş û nexebitandina mekanîzmayên bergir, tundî veguherandine rîskeke sîstematîk. Şafak Bozkûrt destnîşan kir ku berpirsiyariya erênî ya dewletê bes ne derxistina qanûnan e û got ku pêşîlêgirtina tundiyê, parastina kesên mexdûr, cezakirina failan û jiholêrakirina feraseta bêcahiştinê jî perçeyên vê berpirsiyariyê ne.
MEKANÎZMAYÊN DEWLETÊ NAXEBITIN
Şafak Bozkûrt piştre jî diyar kir ku tevî Qanûna Hejmar 6284 a Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya Li Ser Jinan di meriyetê de ye jî jin nayên parastin û got ku kêmasiya îradeya siyasî, lawaziya sepandinê û kêmasiya çavdêriyê piştgiryê didin hevûdu. Şafal Bozkûrt anî ziman ku tevî derbarê sê failên kujerên 6 jinan de beriya wê biryara dûrxistinê hatiye dayîn jî mekanîzmayên çavdêriyê karê xwe nekirine.
Şafak Bozkûrt di dewama axaftina xwe de got ku pêvajoya nirxandina rîskê ya hêzên leşkerî û dozgeriyan rûberî ne diyar kir ku tundî gelek caran weke ‘’meseleya navmalbatî’’ biçûk tê dîtin, beriya ku girîngiyê bidin beyana jinan nirxandinên mekanîk tên kirin û ev yek rê li ber nestandina tedbîrên hewce vedike.
Şafak Bozkûrt piştre jî got ku di qetilkirina jinan de daxistina cezayan a ‘’tehrîka neheq’’ û ‘’rewşa baş’’ feraseta bêcezahiştinê xurt dikin û diyar kir ku ev daxistina cezayan hem zirarê dide hesta edaletê hem jî tundiyê normalîze dike û wê mezin dike.
Şafak Bozkûrt got ku biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê jî mekanîzmayên têkoşîna li dij tundiyê lawaz kirine û diyar kir ku peymana berpirsiyariya dewletê ya pêşîlêgirtin û parastinê bi awayekî zelal radixe ber çavan û piştî vekişînê jî di mekanîzmayên sepandinê de kêmasiya berpirsiyarî û cidîteyê zêde bûye. Şafak Bozkûrt anî ziman ku vê rewşê di nava hêzên dewletê de refleksa ‘’parastina malbatê’’ xurt kiriye û jin bêyî parastin hiştine.
BANGA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTINKIRÎ
Şafak Bozkûrt di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li gel hatina 8’ê Adarê din dibêjin ku çareseriya li dijî tundiyê ne takekesî ye kollektîf e. Şafak Bozkûrt anî ziman ku li dijî tundiya berbelav û sîstematîk jin dikarin bi rêya sekinîna li ba hevûdû, mezinkirina hişmendiya xweparastinê û hesabpirsîna ji bo her jineke hatiye qetilkirin guherîna mayînde pêk bînin. Jin wê di 8’ê Adarê de li qadan li hemberî pergale mêran a serwer, tundî û polîtîkayên bêcezahiştinê dengê xwe bilnd bikin.

