Ji dîrokê ve têkoşîna jin ne bûyereke ji rêzê ye, lê dîrokek dem dirêj e, ji berxwedaneke rojane li dijî qirkirin û tundiyê û avakirina civakeke bi edalet heta roja îro hatiye. Hemû tevgerên jin ên ku li cîhanê û di dîrokê de derketine, daxwaza mafên xwe yên jiyanê, fêrkirin, hevkariya siyasî, cih girtina cihê biryarê û jiyaneke azad, ewleh û bi rûmet kirine. Li Kurdistanê jî tekoşîna jinê bi azadiya welat û civakê ve tê girêdan.
Li Rojavayê Kurdistanê jî tecrubeyek derket pêş, di wê tecrubeyê de jinê pêşengtî kiriye û di cihê biryar û bi rêvebirinê de hevkar e. Jina Rojavayê Kurdistanê tekez kir ku wekhevî û edalet ne tene dirûşme ne, lê rastiyeke û li ser erdê tê jiyîne.
Beşek ji jinên pêşeng ên Rojavayê Kurdistanê, hunermendên jin bûn. Bi derketina Şoreşa Rojava re, jinên hunermend jî qalibên asayî şikandin û bi çand û hunera xwe tekoşîna xwe heta roja îro meşandin.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hunermendên jin ên Rojavayê Kurdistanê ev roj li hemû jinan pîroz kirin û nêrînên xwe bi ANF’ê re parve kirin.
Di despêkê de hunermenda ji Efrînê Newroz Silêman axivî û diyar kir ku jinê hertim pêşengtî kiriye û wiha got, ‘’Dema ku em dibêjin jin, mamosteya cîhanê, dayîka zayîn û afirandinê tê bîra me û jin deriya ronahiyê li pêş her jinekê vedike. Û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê dema ku şoreşa jinê dest pê kir û heta vê kêliyê, jinê bi xweparastin, têkoşîn û berxwedana xwe astengiyan derbas kirin û bûye pêşeng û xeta azadiyê. Jin bûye rêveber, bûye pêşeng, bûye hunermend. Jinê bi tekoşîna xwe asta xwe ya zanebûnê bilindtir kir’’
Di berdewamiya axaftina xwe de Newroz Silêman destnîşan kir ku xeta YPJ’ê ya herî pîroz e û got, ‘’Di vê pêvajoyê dawî ku li Rojavayê Kurdistanê rû daye dîsa jinê bi xweparastinê pêşengtiya pêvajoyê kir. Taybet jî xeta YPJ’ê ya herî pîroz û bû bingeh ji bo parastina jinan. Bû nîşana azadiyê ji bo her jinekê. Jinên hunermend jî li kolanan piştgiriya xeta YPJ’ê û azadiya jinan kirin.’’
Hunermend Sumeye Mihemed jî wiha got, ‘’Beriya Şoreşa Rojava me wekî jin zehmetî kişandin. Me hunera xwe bi awayên komên biçûk çêdikirin. Kesî zêde nikarîbû nasnameya xwe anîba ziman. Bi taybet jî wek jin. Ji ber jin ji bo wan tenê ji bo mal û zarokan bû. Lê bi şoreşa Rojava re îradeya jinê derket holê û jinan pêşengtiya şoreşa Rojava kir. Em çiqas bînin ziman jî wê têrê neke ji ber jin ew ê ku civakê bi rê ve bibe ye. Ji bo beşê çandê jî me gelek zehmetî dikişand. Ji ber wan kevneşopiyên ku ser me hatib ferzkirin, lê me weke berxwedanek da pêş, fikir û felsefeya Rêbertî yê ku jin kir xwedî îrade bandora xwe ser isbatkirina jinê hebû û gelek gavên mezin hatin avêtin. Di saziyên ku herî zêde di Rojavayê Kurdistanê de gel bi rêxistin dikir herî zede jin bû.’’

