Ronahî Sati ya 26 salî ku li Nxweşxaneya Dewletê ya Curnê Reş ya Rihayê bijîşkî dikir, li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin.
Hat îdiakirin ku Ronahî Satî ya ku li cenazeyê wê li navenda Rihayê hat dîtin întîxar kiriye. Hate hînbûn ku bijîşka ku hat ragihandin întîxar kiriye di serê meha Çile de ji kar îstîfa kiriye.
TTB: DIVÊ EM LI HEMBER BÊEWLEHIYÊ BI HEV RE TÊBIKOŞIN
Yekîtiya Tabîbên Tirkiyeyê (TTB) ji bo Bijîşk Ronahî Satiya a 26 salî ku li Rihayê li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hat dîtin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya ku li ser hesabên medyaya dîjîtal ya TTB’ê hat parvekirin de, hat diyarkirin ku Sati ji ber şert û mercên giran ên kar serlêdana îstîfayê kiriye û got: “Ev windahiya trajîk, şert û mercên giran ên pîşeya bijîşkiyê careke din dixe rojevê.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zehmetiyên li hawîrdora tenduristiyê ne tenê pirsgirêka kesayetan e, pirsgirêka tevahiya civaka tenduristiyê ye û wiha got: “Em ji malbat, xizm û civaka Bijîşk Ronahî Sati re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Lê belê tenê sersaxî ne bes e, ji bo ev trajedî dubare neyê jiyîn divê gav bên avêtin. Li hemberî pirsgirêkên bijîjk ên wekî bêewlehî, şert û mercên giran û ne ewle yên xebatê, mobîng û tundiya di tenduristiyê de ji ber qeyrana aborî, divê em bi hev re têbikoşin û bêdeng nemînin. Em bang li hemû hemkarên xwe dikin ku ji bo jiyîn û jiyandinê û li mafên keda xwe bigerin bên gel hev bin û piştgiriyê nîşan bidin. Bijîşk ji ber polîtîkayên heyî bêhêvî ne û ne bextewar in. Em dixwazin di şert û mercên hêjayî rûmeta mirovahiyê de bixebitin û bi hêvî li pêşerojê binêrin. Em xemgîn in, em di şînê de ne û serî hildidin.”