Serdema serhildanan ku di têkoşîna gelê Kurdistanê de dema herî girîng e, ew dem e ku jinên Kurd gihîştin wê astê ku pêvajoya berxwedanê bi rê ve bibin. Ji bo jinên Kurd dawî li wê demê hat ku bibe amûreke partiyekê yan jî xebatkara ‘baskê jinan’ ê saziyekê; li şûna vê yekê wê demê destpê kir ku îdeolojiyeke nû di nava berxwedana xwe de afirand û berxwedan bi rêxistin kir.
Pêvajoya piştî Serhildanan destpê kir, nîşan da ku jiyaneke nû ya mirovahiyê divê çawa be.
SERHILDANÊN GEL SERHILDANÊN VEJÎNÊ YÊN JINAN BÛN
Rêber Apo dît ku li Kurdistanê dema malbat tê gotin yekser jin tê bîra mirovan, jin di nava malbatê de hatine asê kirin, têkiliya xwe ya bi kolanan û jiyanê re hatiye qutkirin. Tevgera Azadiyê bi vê analîza Rêber Apo re kir ku mallbatên Kurd divê tevlî nava têkoşîna şoreşgerî bibin. Encamên vê jî di salên 1990’î de bi dest xist. Artêşbûna jinê, sazîbûna jinê û temsîliyeta wekhev a jinan li nava saziyan pêk hat.
Salên 1990’î ne tenê ji aliyê vekirina saziyên jinên Kurd an jî artêşbûna jinê ya gerîla ve, di heman demê de bi serhildanên gel jî serdemeke gelekî girîng e. Serhildanên Cizîr, Amed, Lice, serhildanên Newrozê û bi dehan serhildanên din di dîroka Kurdistanê de bûn xwedî cihekî girînıg. Di Tevgera Azadiyê de bi roleke krîtîk rabûn.
Di nava serhildanan de ya herî balkêş ew bû ku jinên Kurd êdî li nava çalakiyên li kolanan li refên herî pêş bûn. Di vê pêvajoyê de ku pêşî li girseyîbûna herî mezin a destpêkê ya Tevgera Jinên Kurd vekir, yên ku li refên pêş bûn dayikên Kurd bûn ku heta wê rojê tenê li malê rûdiniştin.
TÊKOŞÎNA DAYIKÊN KURD
Dîroka têkoşînê ya dayikên Kurd bi taybetî hêjayî lêkolînekê ye; ji ber ku di dîroka şoreşê ya cîhanê de û di dîroka têokşîna jinan a cîhanê de pêvajoyeke pratîkî temsîl dike ku mînaka xwe nîne.
Dema ku rojnamevanên Kurd li kolanan hatin qetilkirin dayikên Kurd rahiştin makîneyên wan ên wêneyan û nûçe dişopandin. Dema ku stranbêjên Kurd dihatin girtin, li şûna wan stran digotin. Îro jî di bin sîwana Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û dayikên şehîdan de xwe bi rêxistin kirine û gotinên xwe dibêjin.
Yek ji nîşaneya qîmeta ku Rêber Apo û PKK dide jinên Kurd destmala kesk, sor û zer û gotinên Kurdî yên Leyla Zana yên li merasîma sondxwarinê ya Meclîsa Tirkiyeyê bû ku weke bûyera herî mezin a siyasî ya salên 1990’î tê qebûlkirin.
Jinên Kurd ku bi berxwedana Sakîne Cansizan a li zindana li Amedê destpê kirin û di destpêka salên 1990’î de di serhildanan de qad neterikandin, bûn yek ji destketiyên herî mezin ên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, yek ji kêliyên herî girîng ên berxwedanê yên dîroka têkoşînê ya jinên Kurd. Jineke Kurd li Meclîsa Komara Tirkiyeyê hebûna xwe ya înkarkirî nîşan dida.
BI RÊXISTIN Û ÎDEOLOJIYA XWE TEVGEREKE JINÊ
Li qada siyasî ya Kurd ku bi Partiya Kedê ya Gel destpê kir, di dema Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) de ku yek ji serdemên herî girîng ên têkoşîna hebûnê ya li qada siyasî ya Kurdan bû, nêzîkatiya li jinê êdî cihê xwe di nava bernameya partiyên siyasî de girt. HADEP’ê piştî demekê rêgeşa cudahiya pozîtîf xist meriyetê û bi vî rengî bû partiya destpêkê ya siyasî ku gaveke bi vî rengî avêt. Di encamê de jî jin li her qada têkoşîna siyasî hîn bêhtir hate dîtin û bû xwedî mafê gotinê. Ev helwest ku gava destpêkê ya sîstema hevserokatiyê bû, li hundir jî li derveyî feraseta çep a klasîk seknek nîşan dida. Kir ku jin di têkoşîna azadiyê de bibe xwedî erka biryardanê û rê nîşan bide.
Salên 2000’î bû ew sal ku tevgera jinên Kurd êdî ji qada xwe derkeve û bigihêje astekê ku mohra xwe li tevgera jinan a cîhanê bixe. Bi taybetî zanista Jineolojiyê ku Rêber Apo di Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk de qalê kir, ji aliyê jinan ve gelekî hate pêşvebirin. Li gel Sosyolojiya Azadiyê ku îro weke zanisteke civakî ya nû tê pênasekirin, Jineolojî weke zanista jinê li seransserê cîhanê tê qebûlkirin.
‘JINEKE NE RÊXISTINÎ WÊ NEBE’
Pêngava tevgera jinên Kurd a di salên 2000’î de bi avabûna Kongreya Jinên Azad (KJA) pêk hat. KJA’yê bi biryara “Jineke bê rêxistinî divê nemîne” li Kurdistanê û Tirkiyeyê destp bi kar kir û mohra xwe danîn binê gelek çalakiyan ku deng vedan. Yek ji van jî kampanya “Bi Jin, Jiyan, Azadî be bi Azadiyê ve” bû ku îro bûye yek ji dirûşmên esasî yên tevgera jinê ya cîhanê.
Li hin qadên weke nûçegihaniyê ku serweriya mêr lê giran e, feraseta nûçegihaniya jinê bû pêngaveke girîng. Hin ajans û rojname hatibin girtin jî nûçegihaniya jinên Kurd weke kevneşopiyekê dewam kir. Ji bilî vê yekê jinan di salên 2000’î de li her qadê saziyên xwe ava kirin û gotinên xwe gotin.
Têkoşîna jinên Kurd bi asta xwe ya heyî ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo jinên cîhanê hemûyan gihîştiye wê astê ku rê nîşan bide.
Bi gotina Rêber Apo, şoreşgerbûyîn bi asta têkiliya bi jinê ve girêdayî ye.

