Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Tekstîl Raçandin û Çerm ên Yekbûyî (BÎRTEK-SEN) Mehmet Turkmen ku li Dîlokê çû serdana karkerên Sirma Haliyê ku ev 3 meh in heqdestê xwe wernegirtine û çalakiyê li dar dixin. Turkmen, di serdanê de axivî û duh di saetên serê sibehê de hate binçavkirin. Turkmen, îro sewqî edliyeyê hate kirin.
Li dozgeriyê bi îdiaya “dijminatiyê di navbera gel de belav dike û biçûkxistinê” hate tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hate kirin. Turkmen, bi heman îdiayê hate girtin.

