Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) îro bi boneya salvegera 8`emîn a dagirkirina Efrînê daxuyaniyek weşand.
MSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Efrînê divê hebûna dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê bi dawî bibe, vegera ewle û birûmet a koçberan were pêkanîn û herêm li şêniyên wê yê resen were vegerandin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin vegerandina maf û milkan û rawestandina guhertinên demografîk û îdarî yên ferzkirî bingeha her çareseriyeke domdar û dadperwer e.
MSD`ê her wiha diyar kir ku vegera dawîn a 400 malbatên koçber, li gorî rêkeftina di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, gaveke erênî bû, “lê hewcedarî bi çareseriyeke berfireh heye ji bo vegera hemû şêniyên resen a li mal û milkên xwe.”

