Çarşem, 4 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê YPG’ê Îdrîs Umît hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê qirkirina ekolojîk berdewam dike: Bi sedan darberû hatin birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Koma Yekrêziyê: Partiyên endamên Hevpeymaniya Rojhilat alîgirê domandina diyalogê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pîranşarê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinên Mexmûrê piştgiriya ji bo çalakiya Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Serokatiyê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna destpêkê ya Parlamenta Herêma Kurdistanê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK wê beşdarî civîna Parlamentoya Kurdistanê nebe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zeynep Duygu Agbayir: Ji bo aştiyê ku Darusselam bi bîr tîne, berpirsyarî divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Zîlan Esen: Li dijî kuştina jinan veguherîna civakî şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê jin wê ji 19’ê Mijdarê û pê ve heta dawiya salê ‘bêpere’ bixebitin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Dayikên Aştiyê ya li Enqereyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê deklarasyona 25’ê Mijdarê: Em ê civaka demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Odabaş: Bi bilindkirina dengê jinan em dikarin tevkariyê li aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi biryarnameyê ji kar hate dûrxistin, hate girtin, bi NÇM’ê li muzîkê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê turnuvaya santrancê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Mijdarê ya Kovara Pêşeng Derket: Bi 5 zimanan dê were weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eurovision 2027: Hollandayê xwe ji pêşbirkê vekişand, li Belçîkayê gefa grevê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Peyama Rêber Apo ya Newroza 2026’an
Rojane

Peyama Rêber Apo ya Newroza 2026’an

Rêber Apo di peyama xwe ya ji bo Newroza Mezin a li Amedê şandî de wiha got, “Newroza 2026’an ji rehên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen; rengê Newrozê werdigire.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Adar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan didome. Di pîrozbahiyê de peyama Rêber Apo hate xwendin. Kurdiya peyamê ji hêla Veysî Aktaş ku salên dirêj li Girtîgeha Îmraliyê bi Rêber Apo re mabû û ya bi Tirkî ji hêla aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Medya Aslanê ve hate xwendin.

Peyama Rêber Apo wiha ye:

“Destana Newrozê bi hezar salan e ku ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve wekî cejna vejînê, berxwedanê û biharê tê pîrozkirin.

Newrozê ruhê berxwedan û vejînê yê gelên me vejand.

Sembol û kesayetiyên Newrozê giyanê vê herêmê nîşan didin. Dehaq temsîla pergala şaristaniya dewletîn e; marên li ser milên wî ku her roj mejiyê du ciwanan dixwin hovîtiya dewleta Asurî temsîl dikin, Kawayê Hesinkar remza berxwedanê li dijî zilmê ye.

Şerên olî, mezhebî û çandî yên ku hezar sal in li Rojhilata Navîn berdewam in, derba herî mezin e li çanda jiyana hevbeş a di navbera gelan de. Her ku her nasname û her bawerî hewl dide vekişe hundirê qalikê xwe û yê din bike dijmin û bi vî awayî hebûna xwe bidomîne, dûrketina di navbera gelên me de kûrtir dibe. Nirxên me yên hevpar û çanda me ya hevpar tên paşguhkirin, cudahiyên me wek sedema şer tên dîtin.

Bi awayekî rojane israra li ser domandina polîtîkayên kevnar li herêmê karesatek bi xwe re aniye. Parçebûnên ku ji ber polîtîkayên tepeserkirin, înkar û dijminatiyê yên ku nemaze li Rojhilata Navîn hatine afirandin, mixabin îro ji bo destwerdanên emperyal wek hincet hatine dîtin.

Her çiqas şerên olî û mezhebî yên ku sê sedsalan li welatên Ewropî dewam kirin bi Peymana Westfalya ya sala 1648’an hatibin çareserkirin jî, berdewamiya heta îro ya van pevçûnan li Rojhilata Navîn ji bo gelên me bûye sedema trajediyên kûr. Lêbelê, îro derfeta me heye ku çand û bawerî careke din bikarin bi hev re bijîn. Di destê me de ye ku em jîngeha şer û kaosê ya ku li Rojhilata Navîn tê afirandin veguherînin baxçeyê azadiyê ji bo hemû gelan. Em dikarin trajediyên ku li ser me tên ferzkirin berevajî bikin û ji bo gelan jîngeha azadiyê biafirînin.

Niha, rûpelên veşartî yên dîrokê derdikevin holê, îhtîmala aştiyê di navbera gelan de û avakirina neteweya demokratîk zêde dibe. Her ku kevneşopiyên dewletê yên Sunnî û Şîe û kevneşopiyên neteweperestî tên derbaskirin, derfeta jiyana azad a di navbera gelan de xurt dibe.

Îro rûpeleke nû vebûye. Rê ji bo gelên vê herêmê hatiye vekirin ku bi hev re bi awayekî azad bijîn.

Pêvajoya ku me di 27’ê Sibata 2025’an de da destpêkirin, armanc dike ku bingehên yekitiyekê li gorî ruhê Newrozê vejîne.

Ji bo vê yekê, divê em bawer bikin ku çand û bawerî dikarin bi hev re bijîn, em dikarin ji îdeolojiyên teng ên neteweperest derbas bibin û li ser bingeha entegrasyona demokratîk bibin yek û bi hev re hebûna xwe ava bikin. Divê em wê hişmendiyê derxin holê ku em dikarin wekî di dîroka me de çêbûye îro jî li hemberî her cure şer, xizanî û hovîtiyê bi ser bikevin.

Newroza 2026’an bi hemû geşbûna xwe nûjenkirina vê dîrokê ye. Dîrok niha derdikeve holê, digihîje firsendeke mezin ji bo hişmendiya li ser bingeha nasnameya çandî ya rastîn.

Wate û hêza Newrozê wekî ‘niha’ derdikeve ser dika dîrokê. Newrozên îsal û yên salên pêş xwedî girîngiyeke dîrokî ya bi vî awayî ne.

Newroza 2026’an ji rehên xwe ji nû ve zindî dibe, di kêliya niha de bi gaveke mezin ber bi demokratîkbûn û entegrasyona demokratîk ve dibe nûjen; rengê Newrozê werdigire.

Cejna Newrozê, wekî di dîrokê de, ji nû ve zindî dibe, bandora xwe li dilê Rojhilata Navîn piştrast dike û careke din wekî sembola yekbûna demokratîk li seranserê herêmê rola xwe dilîze. Nuhabûneke girîng diqewime û ew ê berdewam bike.

Newroz heta niha bi nirxên sembolîk dihat pîrozkirin. Niha, Newroz ne xewnekê yan jî utopyayekê temsîl dike, ew jiyaneke civakî ya pêkhatî û pêşketî temsîl dike. Newroz ew roj e ku em xwe hem ji hêla wateyî ve û hem jî ji hêla fîzîkî ve nas dikin.

Em xwe di Newrozê de ji hemû têkilî û wateyên nebes ên ku bi berdewamî me aciz dikin paqij bikin û em jiyanê bi şêwazeke têkiliyê ya jêhatî, bi kûrahiya wateyê, bi exlaqekî nû ya azadiyê û bi têgihîştineke estetîk a nû hembêz bikin.

Em felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ di hemû têkiliyên xwe de bixin pratîkê û jiyaneke azad bi dest bixin. Em fêm bikin ku Newroz êdî ne hêvî, xewn an teorî ye, ew kêliya sepandina pratîkî ye. Werin em bi hişmendiyeke jêhatî û kûrahiyeke temam a wateyê bersivê bidin vê kêliya sepandina pratîkî.

Bi boneya Cejna Newrozê, di destê me de ye ku em vê salê veguherînin saleke azadiya rasteqîn ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û kevneşopiya dostaniyê û hevgirtinê di navbera gelan de ava bikin. Em dikarin bi dawîanîna dabeşbûnên etnîkî û olî-mezhebî û pevçûnên birakujiyê û bi misogerkirina yekitiya hemû çand û baweriyên olî li ser bingeha azadî û xwişk-biratiyê vê yekê pêk bînin.

Li hember hilweşîna mezin a civakî û ekolojîk a ku ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatiye afirandin, me girêdayî ruhê azadiya Newrozê çareseriyeke modernîteya demokratîk li ser bingeha siyaseta demokratîk, prensîbên ekolojîk û azadiya jinan pêş xist.

Em rê nedin ku Rojhilata Navîn ku çandê diafirîne, ji aliyê hêzên hegemonîk ve bibe qada şer. Wekî di dîrokê de çêbû, em dikarin îro jî bi hev re astengiyên li pêşiya vê çanda mezin ku bikare xwe bi awayekî azad îfade bike û li ser bingeha nasnameyên xwe yên rastîn entegre bibe, derbas bikin. Dema ku em nexweşiyên neteweperestî û mezhebî li dû xwe bihêlin û çanda dîrokî ya hevgirtinê ya hezar salan di navbera gelên xwe de xurt bikin, tu astengiyek namîne ku em nikaribin derbas bikin.

Mimkun e ku mirov bi ruhê yekitiyê siyaseta demokratîk diyarî bike. Heke em bixwazin têkoşîna hezar salan a bindestan tacîdar bikin, cihê vê yekê li Rojhilat jî li Rojava jî ne di hawîrdora çandî ya kapîtalîst de ye, cihê wê hawîrdora azad a Rojhilata Navîn e. Em dikarin entegrasyona demokratîk li van axan li ser bingeha hevdîtineke rasteqîne û mirovahî, yekitî, hevgirtin û dostaniyeke nû nûjen bikin.

Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku ruhê cejnê aştî û yekitiyê geş bike.

Newroza 2026’an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekitiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî ‘Roja Nû’ were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.

Abdullah Ocalan

Girtîgeha Îmraliyê

21.03.2026 ”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Newroza Amedê de peyama ‘Em ji bo azadiya Rêber Apo amade ne’
Nûçeya Pişt re Newroz bi tevlîbûna hezaran kesî li Qendîlê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Bexdayê ji bo hindikahiyên li Başûrê Kurdistanê 5 kursî

Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê Cumane Xelay diyar kir ku Tirkmen, Xiristiyan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 1,5 milyon îmze hatin komkirin

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ragihand ku di kampanya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Qamişlo û Girkê Legê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarên Qamişlo û Girkê Legê meş hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

2’yemîn salvegera qeyûman li gelek bajaran hat protestokirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Aştiyê: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, aştî pêk nayê!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Piştî serdana Fîgen Yuksekdag banga ‘Ji girtiyan re azadî’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li ber Girtîgeha Sincanê bang hate kirin: Astengiyên li pêşiya aştiyê rakin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?