Têkoşîna bi sedên salan îro di qonaxa nû de gihiştiye lûtkeyê hêviyên ji bo paşerojeke azad mezintir kiriye û mîraseke gelek mezin derxistiye holê. Li çiyayên Azad gerîlayan bi vê mîrasa ku ji şehîdên qehreman girtine, bi coşeke mezin agirê Newroza azadiyê pêxistin. Newroza îsal li çiyayên azad bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî û yekîtiya Gelê Kurd” bi çoşeke gelek mezin tê pîroz kirin.
Ji danê sihare de ji gelek qadan gerîlayan bi amadekariyên mezin û berfireh ref bi ref berê xwe dan qada ku agirê newrozê lê were pêxistin. Ji bo em jî van kêliyên bi nirx bişopînin û bi we re parvebikin nûçegîhanên me Egîd Sîrwan û Vejîn Ararat vê morala ku gelek fermandarên gerîla û bi sedan gerîlayên HPG û YJA STAR’ê tevlîbûn kêlî bi kêlî şopandin.
Piştî kombûna gerîlayan ya li qada pîrozbahiyê, li vir yek ji fermandarên gerîla Gulistan Gulhat ji gerîlayan re li ser wate û girîngiya rojê civîneke kurt li dar xist. Fermandar Gulistan Gulhat di destpêka civînê de gerilayan vexwend yek deqe rêzgirtinê ji bo rihê şehîdan û wîha axîvî;
“Di serî de li ser navê gerîlayên azadiya Kurdistanê û ji çiyayên Kurdistanê heta Îmraliyê Cejna Newrozê, cejna azadiyê, cejna netewî, cejna aşitiyê, bi rêzdarî, bi minnet, bi hezkirin û bi bêrîkirin li Rêber Apo pîroz dikim. Ên ku me anîne van rojan û vê rojê li me dane jiyan kirin, en ku Newrozê wate lê bar kirin, em di şexsê Mazlum Doxanan, Zekiyeyan, Rehşanan û Semayan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, bi rêzdarî û bi minnet bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin, soza jiyana azad didin. Gelek tişt ji bo Newrozê tên gotin. Di dîroka Rojhilata Navîn de wek roja vejîna biharê, roja serhildanê, roja azadiyê, roja berxwedanê tê bi nav kirin. Em vê rojê di serî de li hemû gelên Kurdistanê, li hemû dayîkên şehîd û şoreşgeran, li hemû hevalên zindanan û di şexsê hevalên amade de li hemû şoreşgerên azadiyê pîroz dikin.
Em di wê baweriyê de ne paradîgma, fikir û felsefeya Rêber Apo mifteya çareseriya hemû pisgirêkan e. Bila herkes vê tiştî baş bizanibe, di ev pêvajoya ku em tê de ne de, ên ku hesabên qirêj li ser gelê Kurd dikin ewê şaşitî bikin. Em jî wek gerilayên azadiya Kurdistanê xelekek ji agirin. Li derdor zêdetir em dixwazin Rêber Apo fambikin û tişta ku dikeve li ser milê me wekî hêzên HPG û YJA-STAR em pêkbînin. Em di wê baweriyê de ne ku di rojên pêş jî wê gelê me Newrozê pîroz bikin, taybet Newroza li Amedê ya ku wê 21’ ê Adarê were pîroz kirin, em li ser navê gerilayên azadiya Kurdistanê bang li hemû ciwan, dayîk û gelê Kurdistanê dikin. Di vê rojê de herî zêde xwedî li azadiya Rêber Apo û azadiya xwe derbikevin. Ev roj roja me ye, ev roj roja ku gêlê Newrozê tê de heqîqeta xwe îspat kiriye. Em careke din vê Newroza pîroz di şexsê Rêber Apo de, ji bo hemû Kurd û Kurdistanê û ji bo rêhevalê amade em pîroz dikin û em dibêjin Bijî Serok Apo.”
Piştî fermandar Gulistan Gulhat axaftinên xwe bi dawî kir gerilayan bi dirûşman dest bi moralê kirin. Di morala bi heybet de destpêkê koma folklorê bi govendên xwe derketin pêşberî gerîlayan. Piştre koroya gerîlayan stranên xwe gotin. Piştî koroyê koma folklorê ya ji qadeke din jî derket pêşberî gerilayan. Piştî her sê kom amadekariyên xwe peşkeş kirin û şûnde gerîlayan li ser daxwazan stran gotin û lîstika gerîla ya bi navê birê leyîstin. Piştî ku bernameya hatibû amadekirin xelas bû gerîlayan agirê Newrozê pêxîstîn û li derdora agirê Newrozê govend gerandin.
Nûçegîhanên me Egîd Sîrwan û Vejîn Ararat vê pîrozbahiya bi coş û heybet ji destpêkê heta dawiyê ji bo we şopandin û di nava pîrozbahiyê de ji bo derbarê newroza îsal mîkrofonên xwe dirêjî çend fermandar û gerîlayên HPG û YJA STAR’ ê kirin û hestên wan girtin.
Destpêkê yek ji fermandarên gerîla fermandar Zinar Korkmaz ji nûçegîhan Egîd Sîrwan re axîvî û hestên xwe wîha anî ser ziman; ”Di serî de em Newroza 2628’emîn li Rêber Apo, tevahî şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan, tevahî gelê Kurd, gelê heremê û mirovahiyê re pîroz dikin. Taybet ji bo gelê Kurd ev roj rojeke azadî, berxwedanî û yekîtiyê ye. Şoreşa ku beriya 2628 salan bi pêşengtiya Kawayê Hemdem, li dijî împaratoriya Asûriyan rêketibe encama yekîtiya gelê Kurd de çêbûye. Netewên herêmê ên ku di bin deshilatdariya Dehaq da bûne, ev yekitî hiştiye azadî bi dest bixin. Ji bo wê îro jî ev Newroz Newroza yekîtî û azadiya Rêbertî hatiye bi nav kirin. Dehaqê li ser Kurdistanê gelek in. Wek tevgera hemdem navê wî PKK bû, niha xwe fesih kir û bi navê Tevgera Apo’ yî tê bi nav kirin, dîsa bi pêşengtiya tevgera Apoyî dîsa yekîtiya gelê herêmê çêbibe ewê dîsa azadî were bi dest xistin. Ev ne xewn an jî ne xeyal e, heqîqeteke. Tevgera Apoyî 52 salan de îspat kir ku dikare vê yekîtiyê pêk bîne.
Pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye ji bo gelê herêmê şanseke. Şanseke mezin e ku gelê Kurd azadiya xwe bi dest bixe. Rewş guncav e lê Rojhilata Navîn di nav agireke mezin de ye. Bi vê wesîlê em Newroza gelê me yê Rojhilat jî pîroz dikin. Ew jî ber bi azadî û şoreşê diçin. Çi erk bikeve li ser milê me ji bo azadiya Kurdistanê em amadene ku gelê xwe biparêzin. Eger ev roj di çiyayan de tê pîroz kirin encamê berdelên mezin in. Deh salê dawiyê şereke mezin hate meşandin. Rêber Apo li Îmraliyê berxwedaniyek bê eman da meşandin. Hat wê astê ku gelê Kurd nekeftina xwe îspat kir. Dewletên ku li ser Kurdistanê metîngehin pêwîste vê heqîqetê qebûl bikin. Tevgera Apoyî di 52 salan de li hember hemû êrîşan têk neçû û xwe îspat kir. Em bawer in pêvajoya ku Rêbertî daye destpêkirin, bi rêya siyasî û hûqûqî encam bibe û xwîn nerije. Em wek gelê Kurd bi hemû gelê heremê re dikarin azad jiyan bikin. Vê azadiyê jî bi paradigma û sosyalîzma Rêber Apo dikarin pêk bînin.”
Yek ji fermandarên gerîla Nûrhaq Erdal ji di axaftina xwe de van peyama da; “Di serî de cejna azadiyê, cejna Newrozê em di şexsê Rêber Apo de li hemû gelên azadîxwaz, netewên azadîxwaz, gelê me yên ku niha li ser piyane em li wan pîroz dikin. Bi coş û kelecaneke mezin li van qadên azad de careke din bi girseyî Newrozê pîroz kirin ji bo me wateyek pir mezin e. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, gavên ku Rêber Apo diavêje û dide avêtin ve çêbûye. Rojeke wisa bi wate jiyan kirin ji bo me pir girîng e. Ewê newroz îsal jî bibe serhildaneke pir mezin. Em careke din vê newrozê li hemû gelê xwe pîroz dikin.”
Yek ji fermandarên gerîla Kazim Botan jî Newroza îsal di serî de li Rêber Apo û hemû gelan pîroz kir û hestên xwe yê di derbarê vê rojê de wiha da diyar kirin; “Di şexsê Heval Mazlûm, Ronahî û Bêrîvanan de soza ku me daye wan, em careke din dûbare dikin. Bi saya Rêber Apo û şehîdan em îro Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Ev deh salên dawiyê şerekî pir dijwar hebû, lê Rêber Apo mudaxaleyê pêvajoyê kir û bingeha muzakereyê ava kir. Em girêdayî pêvajoya ku Rêber Apo pêşxistiye ne. Eger hebûna me neyê nas kirin ewê şer berdewam bike. Em niha dixwazin ev şer bi dawî bibe û banga Aşitî û Civaka Demokratîk ser bikeve.”
Gerilayê HPG’ ê Rêdûr Agir û gerîlaya YJA STAR’ ê Bêrîtan Botan jî ji nûçegîhan Egîd Sîrwan re axîvîn. Her du gerîlayan di axaftinên xwe de Newrozê pîroz kirin û teqeziya azadiya Rêber Apo anîn ser ziman.
Nûçegîhana me Vejîn Ararat ya ku vê pîrozbahiyê ji nêz ve şopand jî hestên çend gerîlayên YJA STAR’ ê girt û him asta amadekariyên pirozbahiyê him ji coşa gerîlayan ragihand.
Gerîlaya YJA-STAR’ ê Amara Cûdî derbarê pîrozbahiyê de hestên xwe wiha da diyar kirin; ”Di serî de ez Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim. Heman demê di şexsê Kawa yê hemdem Mazlûm Doğan hemû şehîdên Newrozê bi bîr tînim û bejna xwe li hemberê wan ditewînim. Di vî şerê deh salên dawî de me pir berdêlên giran buha û şehîdên pir giran bûha da. Heman demê ez wan hevalan bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewînim. Niha jî em hemû heval kom bûne li çiyayên azad Newrozê pîroz dikin. Em vê rojê bi coş, bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em deyndarê Rêber Apo û şehîdan e. Daxwaza me ewe ku em Rêber Apo fîzîkî azad bikin. Ji bo ku ev pêvajo ser bikeve û Rêber Apo fîzîkî azad bibe çi ji destê me were emê pêkbînîn. Bi pêşengtîya YJA STAR û Tevgera Azadiyê ve em ji hemû erk û mîsyonan re amade ne. Dîsa di serî de cejna Newrozê li Rêber Apo û li hemû gelên Kurdistanê pîroz dikin.”
Yek ji gerîlayên YJA STAR’ ê Roza Dersîm jî Newrozê pîroz kir û da diyar kirin ku îsal Newroz wê bibe wesîleya azadîya fîzîkî ya Rêber Apo. Gerîla Dersîm di berdewamîya axaftina xwe de hestên xwe wiha anî ziman; “Newroza îsal cûdabûyînekî wê heye. Wekî ku tê zanîn Newroza îsal Newroza aşîtî û demokrasiye ye di heman deme de. Ji bo tevgera me, gelê me yê Kurdistanê û hemû gelê azadîxwaz salekî nû Newrozekî nû re bi pêvajoyekî nû ve destpê dike. Em komên folklorê me jî xwest em berhemekî xweş raberê hevalan bikin, beriya wî jî hindek çêbibûn, me xwest hinekî cûdahî pêş bixînin. Navda henek peyam jî hene. Mesela şer tê de heye, ketin û rabûna jinê heye peyamên ku tê de me xwest hinekî cûda bidin. Me dixwest hîn xweştir bikin li gor derfeta ewqas çêbû. Em bawer in bi saya van morala hîn xweştir jî wê çê bibe. Armanca me ev bû me xwest em hinekî cûdahî çêkin peyama xwe bidin ku çanda me were parastin. Li ser van esasan ev Newroz wê bibe vesîleya fîzîkî azadîya Rêber Apo. Livir û şûnde jî, bi rihê Mazlûm û Rehşanan emê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Dîsa em Newrozê li Rêber Apo û gelê me pîroz dikin.”
Gerîlayên HPG û YJA STAR’ ê Agir Zîlan, Arîn Cûdî, Arjîn Efrîn, Dîrok Kobanê û Silava Kobanê jî derbarê girîngî û wateya vê rojê û amadekariyên vê pîrozbahiya bi heybet hest û nêrînên xwe anîn ser ziman û hemû gerîlayan bi peyamên xwe yên pirozkirina Newrozê re dane diyar kirin ku mîmarê van rojan Rêber Apo ye û newroza îsal wê bibe newroza adadiya fîzîkî ya Rêber Apo û yekitiya Netewî ya gelê Kurd.
Ev pîrozbahiya bi coş û heybet heta saetên êvarê li ber agirê Newrozê gerandina govendan, pêxistina meşaleyan û teqandina fîşekên hewayî re bi dawî bû. Herî dawî hemû gerîlayên tevlî pîrozbahiyê bibûn bi yek dengî diruşmên “Bijî Serok Apo” û gelek diruşmên din avêtin û pîrozbahî bi dawî bû.

