Li Stenbolê navnîşana pîrozbahiya îsal a Newrozê Qada Yenîkapiyê ye. Newroz wê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” bê lidarxistin.
Li qadê platformeke mezin hate danîn. Platform bi dirûşmên Newozê û posterên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” hate xemilandin. Li her du aliyên platformê du ekranên LED hate danîn.
Ji Aksaray Mero, Marmaray û Samatyayê gel ber bi qadê ve diherike.
Bi hezaran kes bi şalên bi rengê kesk, sor, zer û kincên gelêrî ber bi nuqteyên kontrolê ve diherikin. Li qadê dirûşma ‘Bijî Serok Apo” tê qîrîn. Kesên beşdarî pîrozbahiyê dibin, li bendên kontrolê govendê digerînin.

