Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Semra Guneş axivî û anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî işaret bi “Rêya Sêyemîn” kir û ji bo mezinkirina têkoşîna civaka demokratîk bang kir.
Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik jî silav dan gel û xwestin, Newroz bibe wesîleya aştiyê.
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan li ber dirûşma “Bijî Serok Apo” dest bi axaftina xwe kir.
Pervîn Bûldan diyar kir ku Rêber Apo silavên xwe yên taybet ji gelê Êlihê re şandiye û ragihand ku Newroz nîşaneya hebûn û berxwedanê ye.
Pervîn Bûldan li ser pêvajoya aştiyê axivî û got, “Aktorê herî girîng ê pêvajoyê Birêz Ocalan e, lê mercên ku ew lê tê ragirtin ne di wê astê de ye ku karibe pêvajoyê bi rê ve bibe. Divê pêşî li Birêz Ocalan bê vekirin ku pêvajo bigihêje aştiyê.”
Pervîn Bûldan got, “Ne dema mijûlkirinê ye, dem dema avêtina gavên pratîkî ye.”
Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan jî destnîşan kir ku Newroz nîşaneya têkoşîn û rêxistinbûnê ye.
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate dadan û pîrozbahî bi stranan û gerandina govendê dewam dike.

