Li Qada Stasyonê ya navçeya Şehîdkamil a Dîlokê bi şîara “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Tevî barana zêde, bi hezaran kes bi cil û bergên neteweyî tevlî şahiyê bûn. Di şahiyê de wêneyên Rêber Apo, pankart û dovîzên ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin, hatin vekirin. Her wiha wêneyên Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim ê ku 11’ê Adarê li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da, hatin vekirin. Bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di şahiyê de peyama Rêber Apo ya duh ji Newroza Amedê re şandî jî bi Kurmancî û Tirkî hate xwendin.
Parlamenterê Bedlîsê yê DEM Partiyê Huseyîn Olan di şahiyê de axivî û got, “Di têkoşîna Kurdan de jinên Kurd bûn pêşeng. Heval Zekiye li bircên Amedê, Heval Rehşan li Kadîfekaleyê. Bi gotina ‘em jî hene’ bedena xwe dan ber agir. Bi salane agirê Newrozê mezin dibe. Em Newroza Birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin.”
Berdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî Newroza her kesê pîroz kir.
Piştî axaftinan hunermend Mehmet Atli, Koma Hêlîn, Koma Ozgur, Koma Berfîn derketin ser dikê. Şahî bi gerandina govendê û dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

