Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dayîkên Aştiyê Emîne Pîran, Emîne Yilmaz û Binevş Avyanî û xebatkarên wargehê Mehmed Repînî û Mistefa Repinî ku di demên cûda de wefat kirine, wek şehîdên ked û demokrasiyê hatin îlan kirin.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna xelkê wargehê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê neviyê dayîka Emîne Pîranî, Bedran Pîranî axivî.
Bedran Pîranî destpê di kesayeta her pênc şehîdan de hemû şehîdên doza Azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha got: “Em çiqasî li ser dayîk û bavên şehîdan bi axivin kême, ji ber ku wan lehengên xwe di berdêla azadiya doza Kurdistanê de dan. Dayîka Emîne dayîka du şehîd û pênç neviyên şehîdên doza azadiyê ye. Heta roja ku jiyan kirî bi doz û şehîdên xwe ve girêdayî bû.”
Her wiha neviyê Dayîka Emîne Yilmaz, Edban Yilmaz jî li ser dapîra xwe axivî û wiha got: “Ger îro ev tevger gihiştiye vê astê bi saya serê dayîk û bavên şehîdane. Ji ber ku wan di hembêza xwe de bi sedan qehreman rakirin. Di heman demê de heta kêliya xwe ya dawî ya jiyanê jî çok ji dijmin re ne tewandin. Neviyên xwe jî li ser fikir û ramanê Rêbertî mezin kirin. Van dayîkan di şert û merçên herî zor de li hember hemû êrişan li berxwe dan.”
Hesen Avyanî jî li ser dayîka xwe Binevş Avyanî axivî û wiha pêde çû: “Di şoreşa me de yên ku herî zorî jiyan kirîn û xebat kirîn dayîkin. Em çiqas qala keda van dayîka bikin wê kêm be. Wê hertim serê me bi şehîdên me bilind be. Heta dawî bi doza azadiya Kurdistanê bawer bû û ji bo wê têkoşîn dikir.”
Li ser navê Malbata Mehmed Repinî jî kurê wî Evdî Repinî axivî û wiha qala xebatên bavê xwe kir: “Piştî bavê min ev rêxistin nas kir û şûnde wek dilxwazekê dest bi xebatên vê dozê kir. Bi dehan caran rastî êriş û girtinên dijmin hat, lê carekî jî gav bi paşde ne avêt. Di gelek saziyên wargehê de kar û xebat da meşandin. Xwedî kedek mezine.”
Her dawî jî biraziyê Mistefa Repinî, Mazlûm Repinî li ser mamê xwe axivî û got: “Wek her pênç malbatên li vir em kom bûne em nikarin keda van kesan ji nedîtin ve bên. Ji ber ku di hemû aliyên xebatê de erk û berpirsyatiyên xwe yên li hemberî vê şoreşên pêkanîne. Mamê Mistefa jî erk û berpirsatiya xwe di wargehê de pêkanî.”
Merasîma biranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

