Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê tên ba hev. Vê hefteyê çalakiya 1096’an hate lidarxistin.
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îlyas Eren pirsîn ku beriya 29 salan piştî hatî binçavkirin, hate windakirin.
Gelek parêzvanên maf û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Jiyan Tosun daxuyanî xwend.

