Di vê demê de ku nîqaşên li ser mafê hêviyê dewam dike, piştî daxuyaniya li ser “mafê hêviyê” û “statuyê” ya Devlet Bahçelî, gaveke şênber nehatiye avêtin. Li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewroprayê (DMME), têkildarî Rêber Apo yê li Îmraliyê tê ragirtin û çar hezar girtiyên siyasî hîn biryarek nehatiye dayin. Li gel bangên parêzeran û gel, desthilatdarî di vê mijarê de xwe kerr dike. Malbatên ku cezayê girtîgehê yê “heta bi hetayê yê girankirî” li xizmên wan hatiye birîn bang kirin ku mafê hêviyê bi lez bi cih bê anîn û gavên li gorî hiqûqê bêne avêtin.
Yek ji van malbatan jî malbata Bayram e ku bêyî delîlek bê nîşandan cezayê girtîgehê yê “heta bi hetayê yê girankirî” li xizmên wan hatiye birîn. Ji malbata Bayram 12 kes di sala 2008’an de bi hinceta çalakiyeke çekdarî ya li navenda Amedê di serdegirtina malên wan de hatin binçavkirin û piştre girtin. Li dû darizandinê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li 3 endamên malbatê hate birîn. Di rûniştinê de ku parêzer lê ne amade bûn biryar hate dayin. Biryar çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Ji malbatê ceza li Neytûllah Bayram, Mûrat Yildenîz û Halîs Yildenîz hate birîn. Ev her sê kes ku ji sala 2008’an û vir ve girtî ne û li gel nexweşiyên kronîk nayên berdan, nikarin sûdê ji mafê hêviyê werbigirin.
JI MALBATÊ 3 KES BI SALAN E GIRTÎ NE
Xizmê girtiyan Sezgîn Bayram anî ziman ku li gel bavê wî Neytûllah Bayram, xalê wî Mûrat Yildenîz û xaltiyê wî Halîs Yildenîz bi hezaran girtî nikarin sûdê ji mafê hêviyê werbigirin û destnîşan kir ku divê biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn. Sezgîn Bayram diyar kir, ev mafê ku bi cih nayê anîn hem girtiyan hem jî malbatên wan mexdûr dike û got, “Ji bo gel bêhtir baweriya xwe bi pêvajoyê bîne divê ev maf bi cih bê anîn.”
‘BICIHNEANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ SEDEMA MIRINÊ YE’
Bayram destnîşan kir ku ev maf ne tenê ji bo girtiyên siyasî divê ji bo girtiyan hemûyan derbas bibe û işaret bi aliyên hiqûqî û mirovî yên mijarê kir. Bayram got, “Dawiya dawî mirovek bêyî hêviyê nikare li nava mercên zindanê bimîne; ev yek sedemeke vekirî ya mirinê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di dosya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de biryareke bi heman rengî da û got, divê bi lez bi cih bê anîn. Di serî de Birêz Abdullah Ocalan divê girtiyên siyasî hemû karibin sûdê ji vî mafî werbigirin.”
‘DESTPÊKÊ DIVÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊNE BERDAN’
Bayram anî ziman ku mafê hêviyê nayê wateya berdana yekser, ev pêvajo dikare qonax bi qonax bi cih bê anîn û got, “Dema ku ev maf bû qanûn jî nayê wê wateyê ku di çarçoveya mafê hêviyê de her kes azad bibe. Bi rengekî qonax bi qonax dikare bê nirxandin û bi rengê kêmkirina ceza, li gorî mercên tenduristiyê berdana bi şert an jî ragirtina li malê dikare bikeve meriyetê. Daxwaza me jî ew e ku di serî de girtiyên nexweş, Birêz Abdullah Ocalan jî di nav de hevalên me hemû karibin sûdê ji vî mafê werbigirin. Beriya niha girtiyekî bi nexweşiya giran wefat kir; bi hezaran hevalên me hene ku di heman rewşê de ne û ev maf divê ji bo wan bê pêkanîn.”
‘DIVÊ HIQÛQ BÊ PÊKANÎN’
Bayram işaret bi bandora sererastkirinên bi vî rengî li ser civakê kir û got, “Di vê pêvajoyê de mafê hêviyê û sererastkirinên qanûnî ji aliyê azadiya mirovan ve pêwîstî ye. Di heman demê de ev yek wê baweriya gel bi taybetî jî ya gelê Kurd a li pêvajoyê zêde bike. Em dixwazin di nava heman mercî de hiqûq bi cih bê anîn.
‘JI ALIYÊ QANÛNÎ VE NAVEROKA DOSYAYAN VALA BÛ’
Bayram destnîşan kir ku gelek kes bi rengekî nehiqûqî têne ragirtin û got, “Bi hinceta PKK’ê ceza li gelek hevalên me hate birîn. Lê ev avaniya rêxistinê hatiye fesixkirin û îro nîne; ji ber vê jî nabe ku kesek ji ber wê girtî bimîne. Ji aliyê qanûnî ve naveroka van dosyayan hemû vala bû. Divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin ku pêvajoyê xurt bike, di nava gel de hêviyê û ruhê xwişk û biratiyê mezin bike. Daxwaza me ew e ku sererastkirinên qanûnî bi lez bikevin meriyetê û hevalên me hemû bêne berdan.”

