Di ser banga 27’ê Sibata 2025’an a Rêber Apo re salek derbas bû. Di pîrozbahiyên Newrozê de gelê Kurd careke din nîşan da ku ji dema nû, ji pêvajoya nû re amade ye. Nêrîna gelên Tirkiyeyê ya li vê pêvajoyê hîn jî cihê meraqê ye.
Nêrîna çîna karker a li pêvajoyê, nêzîkatiya li têkoşîna aştiyê ji aliyê Serokên Giştî yên Gida-Îş, Dedv-Yapi-Îş, Bîrleşîk Metal-Îş û Sosyal-Îş ên ser bi DÎSK’ê ve ji ANF’ê re hate nirxandin.
Seroka Giştî ya DÎSK Gİda-Îşê Olcay Ozak anî ziman ku çîna karker her tim li dijî şer e û got, “Em weke çîna karker her tim li aliyê aştiyê ne, li dijî şer in. Ji ber ku em zanin şer bandora xwe ya hilweşîner a aborî û siyasî herî zêde li ser kedkaran dike. Çîna karker neçar dimîne li hemberî bêkarî, xizanî, birçîbûn û sefaletê li ber xwe bide. Li ser bingeha vê rastiyê mirov dikare bibêje Şer ji aliyê dewlemendan ve tê derxistin, yên dimirin jî xizan in.”
Ozak ragihand ku ji ber cihêkariya mezhebî, nijadî û etnîkî karker û kedkaran berdêlên giran dan û got, “Em şahidê bûyerên Mereş, Sêwas, Gazî û têkoşîna mafê wekhev ê gelê Kurd a çil sallan e.”
Ozak diyar kir ku pêvajoya aştiyê ev cudahî rawestand, pêşî li hevparebûna li nava çînê vekir û got, “Ev rewş vê gavê baş tê fêhmkirin. Lê belê mayindebûna wê bi bicihanîna bendewariyên civakê û baweriya bi encamên pêvajoyê ve girêdayî ye.” Ozak destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ne ku têkoşîna ked û aştiyê wê rojeva bingehîn a 1’ê Gulana 2026’an be.
‘TÊKOŞÎNA KEDÊ Û TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ JI HEV CUDA NÎNE’
Serokê Giştî yê Bîrleşîk Metal-Îşê Ozkan Atar jî anî ziman ku di şer de berdêla herî giran her tim ji aliyê kedkaran ve tê dayin û nirxandineke bi vî rengî kir. “Ji ber vê yekê ji bo me aştî bi qasî nan û avê pêwîstiyeke jiyanî ye, mercê destpêkê yê jiyana mirovî ye. Têkoşîna kedê, ji têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û aştiyê cuda nikare bê dîtin.
Di pêvajoyê de ku piştî 27’ê Sibata 2025’an destpê kir, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku veguheriye travmayeke bi salan, îradeyek hate danîn û ev yek hêja ye. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, li ser bingeha wekhevî, hiqûq û demokrasiyê divê gavên şênber û cihê baweriyê bêne avêtin.”
Ozkan Atar destnîşan kir ku ew vê pêvajoyê weke zemîneke welê dinirxînin ku têkoşîna ji bo nan bi têkoşîna aştî û demokrasiyê re digihîne hev û got, “Bi vê têgihiştinê di serî de bajarên karker û kedkaran li çar aliyên welêt wê daxwaza jiyana mirovî, demokrasî û aştiyê bi rengê herî xurt di 1’ê Gulanê de bê ziman. Em xwe ji bo vê 1’ê Gulanê amade dikin.”
‘GAVÊN KU BERSIVÊ DIDIN BENDEWARIYÊN CIVAKÊ DIVÊ BÊNE AVÊTIN’
Serokê Giştî yê Dev-Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût ragihand ku pêvajoya nû ji bo beşên civakî şensek e û got, “Pirsgirêka herî mezin a welêt dikare ji pêvajoyeke şer bê derxistin û li ser rêya çareseriya civakî û siyasî bê danîn. Tevgera Kurd di vê mijarê de ji danîna çekê heta bi fesixkirina PKK’ê gavên radîkal avêt, ji bo guherîn û veguherînê kete nava pêvajoyeke pratîkî. Lê belê aliyê dewletê hîn jî xwe nade ber avêtina wan gavan ku bersivê bide bendewariyên civakê. Ji ber vê jî divê pêvajo bê lezandin.”
‘HETA KU AŞTIYA MAYINDE NEYÊ PÊKANÎN, MIROV NIKARE QALA DEMOKRASIYÊ BIKE’
Serokê Giştî yê DÎSK Sosyal-Îşê Îlhan Agirbaş ji bo rêveçûna pêvajoyê işaret bi girîngiya çareseriya demokratîk kir û got, “Bêguman barê giran ê rabirdûyê her roj li bîra me dixe ku ev rêwîtî wê hêsan nebe. Lê belê li gel hemû provokasyon û hewldanên astengkirinê jî rêveçûna pêvajoyê nîşan dide ku îradeya çareseriya demokratîk û daxwaza aştiyê ya civakê naheje.”
Îlhan Agirbaş destnîşan kir ku propagandaya mîlîtarîst û şoven êdî bêbandor bûye û li ser nêzîkatiya karkeran got, “Bi salan hinceta ‘ewlekariyê’ weke horsekî li ser têkoşîna lêgerîna li mafê bingehîn hate xistin. Grevên me bi hinceta ‘ewlekariya mîlî’ hatin qedexekirin û rêxistiniya me ya sendîkayî bi navê ‘terorê’ hate tepisandin.
Ev gotin êdî bê bandor dibe. Karker êdî ne tenê îtiraz dikin, her wiha hesab dipirsin: Krîz çima timî li dilê me dixe? Çima fedakarî ji wan mirovan tê xwestin, ku sêniya xwe vala ye? Çima dema dengê çekan bilind dibe maldariya dewlemendan zêde dibe? Bilêvkirina van pirsan li febrîqe, şantiye û ofîsan ji bo têkoşîna kedê werçerxeke veguherînê ya dîrokî ye.
Heqîqeta me diyar e: Şer hebe çavkanî ji çekan re diçe ne ji gel re. Yanî xizanî zêde dibe. Demokrasî nebe mafên sendîkayî wê tenê weke hêviyek li ser kaxizê bimîne. Di nava atmosferekê de ku aştî nebe, aramiya civakî jî nabe.”

