Rê, maşûqa ku rêwî jê hez dike ye. Rê, bi xwe jiyan e û tişta ku bi hezkirinek e mezin tê jiyîn e. Gerîla di her patîkayên ku lê dimeşe de çîrokan dijî, çîrokên ku beriya wê hatine jiyîn ji palên çiyan berhev dike. Di dirêjahiya patîkayan de bi lehengên çîrokan re hevaltî dike. Û her rêwiyê ku digihîje armanca xwe, êdî dibe çîrokek. Bi şertê ku vebêjerekî wê hebe!
Serpêhatiya vebêjeriyê ya Ekîn Wan a ji Tirkiyeyê li Enqereyê dest pê kir. Ji Enqereyê ber bi Wanê, ji Wanê ber bi çiyan ve meşiya û ev rêwîtî heta qada Çiyayê Reş a Zapê dirêj bû. Ekîn Wan, di şeveke sar a Enqereyê de derket rê. Ber bi çiyan ve beziya. Tevî ku ne ji gelê wê bû jî, baweriya xwe bi yekîtiya gelan anî û ket ser rêya ronahiyê. Ekînê got: “Ji bo kulîlk rengîn bibin, ji bo ax ne bi bombeyan lê bi avê têr bibe, ji bo çiya bigihîjin hev, ji bo dar her çar rengên xwe bi azadî bijîn, ji bo gelêk êdî bikaribe bikene, ji bo zarok tenê dema lîstikan çongên xwe birîndar bikin, ji bo mirov ne bi destê yekî lê bi ecelê xwe bimrin; êdî dema çûyîna çiyan e.” Bi vî awayî her tiştên xwe girt dilê xwe û ket ser rêyan.
Piştî rêyeke dûr, gihîşt patîkayên ku Halîl, Gurbetellî, Arjîn û Şîlan lê meşiyabûn. Li wir bi gerîlayên ku ji peyvên wan hevokan ava dikin, demê lê zêde dikin û bi hingiv vedibêjin re naskirî bû. Her gerîlayekî naskirî, bir dîrokê. Gotibû: “Ji min re nebêje tu Tirk î, ez Turkiyeyî me. Hemû gelên din jî Turkiyeyî ne lê ne Tirk in. Ez hatime van çiyan da ku şerê vê yekê bikim.” Ev nêzîkatiya ku hemû gelan hembêz dikir, hatina wê ya çiyan watedar dikir. Ji ber wê yekê, Ekîn Wan bi eşkerekî li çiyayên Kurdistanê geriya. Çîroka her gerîlayê ku dît nivîsand, dema dinivîsand heman hest parve dikirin. Ekînê bedewiya çiyan raxist ber çavên me; ne li qeraxê, lê rast di nava jiyanê de sekinî û her hûrgulî dît û kişand. Ekîn ne bi dîtina çavên xwe û ne jî bi bihîstina guhên xwe tenê ma. Wê nobedariya rûxandina sînorên li ser dilê xwe girt û xwest bigihîje qadên herî germ ên welatê gerîla ku xeyala wê dikir. Wekî jineke şoreşger nûnertiya xeteke enternasyonalîst kir û rêwîtiya doza ku Mahîr û Îbrahîman di oxira wê de canê xwe dabûn, meşand. Bû şopdara dozeke ku baweriya xwe bi yekîtiya gelên Tirkiye û Kurdistanê anîbû. Li çiyayên azad ên Kurdistanê carinan bû nivîskar, carinan serpêhatîvaneke çîrokan, carinan gerîla û carinan jî bû kesayeteke mîlîtan ku hewl dida xeta jina azad di çapemeniyê de bide rûniştandin.
Wê meşa li ser şopa şehîd Ekîn Wan, a ku navê xwe jê girtibû, wekî deynê ser milê xwe dît. Nihêrînên Ekînê yên aram û kûr, çavên wê yên ku bi evîna hînbûnê dibiriqîn û reftara wê ya wekî mirovên jiyandîtî, hevalên wê ji ya ku dihat texmînkirin bêtir bandor kirin. Wê tu carî qebûl nekir ku li qerax û kuncên şer bimîne. Wê xwest di nava deryayê de bi pêlan re têbikoşe. Û bi şêweyekî ku li şoreşgeran tê, bi wêrekî jiyan kir. Ekîn a ku li pey rastiyê bû, şoreşgereke rastîn bû. Ne ji sekinandinê hez dikir ne jî ji bendewariyê. Wekî aveke ku her tim biherike û bicoşe, xwest xwe bide ber bedewiya çiyan. Her ku keşf kir, meşiya; her ku meşiya, keşf kir. Li gorî wê, zehmetî gava ber bi gerîlabûnê ve bû. Li gorî wê, westiyan û watedayîn şertê çiyayîbûnê bû. Nexwest tenê bibe veguhêzera çîrokên ku dinivîsandin, xwest bibe yek ji wan gerîlayên ku dibin mijara çîrokan.
Xeyal kir ku nebe dengê gerîlayeke leheng ê ku dibihîst, lê ew deng bibe dengê wê bi xwe. Xeyala çiyan kir, xeyala gerîlayê di hişê xwe de kir, xeyala azadiyê kir û derket rê. Ji ber ku di qadên herî dijwar de têkoşîn dikir, ji ber evîna wê ya gerîlatiyê, dewlemendiya hestên wê û lezgîniya wê ya di pratîkê de, li her derê bû moral. Hêminî û gihîştina wê aramî dida. Meşa wê ya wekî karkereke zarokane moral diafirand. Bi dilê xwe yê parveker bawerî ava dikir. Wê nîşan da ku felsefeya jiyana gerîla şêweyekî jiyanê yê çiqasî bedew û bi zor e. Bû serhildêra îdeolojî û nêzîkatiyên ku zaliman afirandibûn. Bû çareserkerê zincîrên ku li mêjî û dil hatibûn xistin. Sînor derbas kirin û bedew bû. Xwe bi halên azadiyê yên sade û xwezayî re kir yek. Wê axa Tirkiyeyê ya ku lê ji dayik bibû, bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re kir yek. Her ku kir yek, hîn bedewtir bû û wate girt. Li gorî hemû qadên têkoşîna azadiyê û li gorî hewcedariyên şoreşê xwe amade kir û bû şoreşger.
Sibeheke Gulanê li Zapê, tevî hevalên xwe, li dijî hişmendiya ku faşîzmê li ser mirovahiyê ferz dikir şer kir. Hemû hêrsa xwe di qada şer de kom kir. Beriya niha bi çar salan, bombeyên barîn ser axa Zapê, çivîk bêdeng bûn, mûrî reviyan hêlînên xwe. Dilê gerdûnê li Zapê lê da. Gerdûn di lêgerîna xwe ya wateyê de astek bi pêş ket. Ji ber ku li Zapê, berxwedaneke ji erdê heta asîmên can girt. Di vê lêgerîna wateyê de, di bedewiya Gulanê de, di bedewiya berxwedan û serhildanê de, Ekîn Wan a ji Tirkiyeyê bû Zap.

