Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser hevdîtina ku bi Rêber Apo re kir ev daxuyanî da:
“Di çarçoveya hevdîtinên me yên bi Birêz Abdullah Ocalan re di 27’ê Adara 2026’an me li Girava Îmraliyê civînek lidar xist.
Di hevdîtinan de bi şênberî tê dîtin ku pêvajo gihîştiye qonaxeke girîng. Di vê qonaxê de hatiye destnîşankirin ku rêya çareseriyê mijareke ji gelek tebeqeyan pêk tê ku divê bi aliyên xwe yên muzakere, îradeya demokratîk û berpirsyariya dîrokî bê nirxandin.
Işaret bi berpirsyarî û wezîfeya dîrokî ya Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de hate kirin; hate ragihandin ku karên piştî rapora komîsyonê bêne meşandin bêyî ku ji demê re bê hiştin divê li nava çarçoveyeke qanûnî ya hevgirtî û tevgirî bê bicihkirin.
Weke heyet di nirxandinên me de ev yek weke nêrîneke hevpar derkete pêş; Ev firsendên dîrokî divê ji dest neyê revandin û ji bo îradeya çareseriyê ya rasteqîn bikeve meriyetê pêwîste rêyên diyalogê vekirî bêne hiştin û siyaseta demokratîk were xurtkirin.
Careke din hate destnîşankirin ku civaka demokratîk ji bo gel û baweriyên li Tirkiyeyê hemûyan garantiya paşerojê ye. Em di wê baweriyê de ne ku her kesên vê pêvajoyê rast fêhm dikin û bi berpirsyarî nêzîk dibin, ne tenê îro, wê paşeroja hevpar jî qezenç bikin.
Nirxandinên Birêz Ocalan ên di hevdîtinê de bi kurtasî bi vî rengî ne:
“Divê nêzîkatiyeke teng ji vê pirsgirêka mezin re neyê nîşandan ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku planên hegemonîk ên kûr li ser Rojhilata Navîn hene. Li Sûriyeyê li gel rewşa jandarî heta astekê bûyerên erênî rû didin. Niha jî şerê Îranê di rojevê de ye. Di şerê Îranê de sê xet derketine holê: Ya yekemîn; xeta Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê. Ya duyemîn; xeta parastina statukoyê ya hin hêzên navneteweyî û herêmî, ku Îngilistan serkêşiyê jê re dike. Xeta sêyemîn jî xeta jiyana hevpar û demokrasiyê ye ku bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk em wê diparêzin. Bûyerên li Îranê diqewimin mafdarî û girîngiya pêvajoya li Tirkiyeyê careke din raxist pêş çavan.
“Em çareseriyeke di çarçoveya Anatolî-Mezopotamyayê de ji xwe re dikin esas. Têkiliya Anatolî-Mezopotamyayê xwedî kokên dîrokî yên kûr e. Peymana aştiyê ya mezin a yekemîn a dîrokê Peymana Kadeşê ya navbera Hîtîtan û Misiriyan de bû. Dîroka siyasî ya çar hezar salî ya li Rojhilata Navîn nîşan da ku ewlehiya Anatoliyê ji Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê derbas dibe. Entegrasyona demokratîk tê wateya tevlîbûna çanda Mezopotamyayê weke hebûneke demokratîk.
“Pirsgirêkeke me bi Komarê re nîne. Meseleya esasî ew e ku Komar ne demokratîk e. Demokrasî yekane çareserî ye ku Komarê dikare xurt bike.
“Bilêvkirina şaşitî, zêdegavî û antîdemokratîkbûna civakan û welatan a di demên dîrokî de divê weke destdirêjiya li pîrozmendiyê neyê dîtin. Divê were gotin, parastina rêbazên asîmîlasyonê bi baweriyeke pozîtîvîst, weke kirasekî teng ê li welêt hatiye kirin e.
“Weke ku min di banga xwe ya 27’ê Sibatê de jî got, dema têkoşîna çekdarî qediya ye. Vegera li berê êdî nepêkan e. Pêvajoya heyî pêvajoya bi Komara Demokratîk re derbasbûna li nava aştiyê ye. Ev pêvajoya ku em hêvî dikin bi ser bikeve, Komar dê du qat bihêztir be. Civaka demokratîk bi giranî bi çareseriyeke wisa ve girêdayî ye. Divê em têgihîştineke kolektîf û sivîl pêş bixin ku têkiliya di navbera Kurdan û dewletê de bi awayekî erênî saz bike. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tunene.
“Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname, azadiya fikr û ramanan, azadiya rêxistinbûnê û azadiya jinan be. Ev qadên azadiyê ne tenê ji bo Kurdan ji bo her kesî derbas dibin.
Di vê xalê de ez girîngiyê didim ku bi rêbazên guncav bigihîjim tevahiya raya giştî da ku ramanên min ên derbarê pêvajoyê de bi awayekî rast bên fêmkirin.
“Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiyeke li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas. Çareseriya li ser bingeha civakê jî demokratîkbûna kolektîf û hevgirtî ya avaniyên civakî ferz dike.
Bi rêzdarî,
Desteya Îmraliyê ya DEM Partiyê
31 Adar 2026″

