Çarşem, 1 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li pey şopa Xelîl Dag: Li çiya sînema û huner

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevalê Celal weke çemekî bû ku bi bêdengî diherikî

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: 4’ê Nîsanê em ê li Rihayê, 19’ê Nîsanê em ê li Gemlîkê bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Rojbûna Rêbertî jinûve afirandina hêviya azadiyê ya jinan e’
Kurdistan

‘Rojbûna Rêbertî jinûve afirandina hêviya azadiyê ya jinan e’

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû rojbûna Rêber Apo pîroz kir û got, "Jidayikbûna Rêbertî bûyîna gelekî ye, nîşaneya jinûve bûyîna hêviya azadiyê ya jinan e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 51 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haber TV bû û destnîşan kir ku rojbûna Rêber Apo ji bo gelê Kurd, bi taybetî jî jinan xwedî wateyeke gelekî mezin e. Nirxandina Çîgdem Dogû bi vî rengî ye:

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo nêz dibe. Rêber Apo jiyana xwe weke qonaxa sê rojbûnan, îfade kir. Gelo hûn dikarin van qonaxan û Rêber Apo çima jiyana xwe wisa pênase kir, şîrove bikin?  

Destpêkê ez roja rojbûna Rêber Apo, li hemû mirovahiyê, gelê Kurd û jinan pîroz dikim. 4’ê Nîsanê weke roja rojbûna kesekî tê îfadekirin, lê belê rojbûnên bi vî rengî di dîrokê de pir kêm in. Rojbûna kesekî bû rojbûna gelekî. Bi rojbûna kesekî re, hêviya azadiyê ya jinan jinûve zindî bû. Ev rastiyeke ku em di dîrokê zêde rast nehatinê. Rêber Apo 4’ê Nîsanê weke rojbûna fîzîkî, ontolojî pênase kir. Bi rastî jî şêwazê Rêbertî ya wate dayîna jiyana xwe, pir cuda pêş ket. Rojbûna yekem, 4’ê Nîsanê rojbûna fîzîkî ye. Rojbûna duyem, rojbûna PKK’ê, damezrandina PKK’ê û rojbûna têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Rojbûna sêyem jî, bi komploya navneteweyî re destpê kir, em dikarin pêvajoya girtîbûna li Îmraliyê weke guhertineke îdeolojîk bi nav bikin. Ev tenê jiyana mirovekî eleqedar nake. Ev 77 sal, di heman demê de dibe vejîna gelekî. Dema di aliyê jinan de em lê dinêrin, rojeke welê ye ku jin bi hêza xwe ya cewherî radibin ser piyan. Rojbûna Rêber Apo, rojbûna yên din jî ye. Ev rastiyeke welê ye ku divê di aliyê felsefî û paradîgmayî de hîn zêdetir were kûrkirin. Bi sê rojbûnan wate dayîna jiyanekê, wate dayîna têkoşîna azadiyê ya gel û jinan e.  

Yek ji tişta ku kapîtalîzm herî zêde pê lîstiye, têkiliya kes û civakê ye. Ji ber ku têkiliya civak û kes, xwedî taybetmendiyeke xwezayî ye. Lê belê bi mudaxileya desthilatdariya kapîtalîzmê, li vir nakokiyeke hebûnê ya pir cidî di navbera civak û kes de derket holê. Di şexsê Rêber Apo de em vê jî dibînin. Rêber Apo kesek e, lê ew kes jî di nava civakê de ewqasê bi rengekî hevseng xwe îfade dike ku mirov dikare rastiya sosyalîzmê jî wisa îfade bike. Di rastiya Rêber Apo de civakbûyîn, civak jî bi rastiya Rêber Apo re hem bibe civak hem jî bibe kes, rotayeke civaka demokratîk a sosyalîzmê çêdibe.  

Ez dixwazim vê jî bêjim ku, timî rewşeke xwe derbaskirinê heye. Dema em felsefîk jî lê dinêrin, mesele temenê mirovekê çawa derbas dibe? Gelo mirov di tevahiya jiyana xwe de, wate û hebûna xwe bi dubarekirinê jiyan dike, yan jî hebûna xwe her carê bi watedayînê, yanî bi xwe derbaskirinê jiyan dike? Helbet ev tiştek pir girîng e. Ji vî alî ve jî dema em lê dinêrin, Rêber Apo her tim têkoşîna xwe derbaskirinê dimeşîne. Têkoşîneke ku timî xwe pê cuda cuda wate dike, dimeşîne. Ji vî alî ve rojbûna duyem, bû rojbûna civaka Kurd jî. Lê di nava wê têkoşînê de, timî xwe lêpirsînek jî heye, têkoşîna xwe derbaskirinê jî heye. Ev têkoşîn bi taybetî bi pêvajoya Îmraliyê re digihije asteke hîn kûrtir, dewlet, desthilatdarî û sosyalîzma reel tê lêpirsînkirin û derbaskirin. Li vir qonaxeke nû derdikeve holê. Her wiha netewa demokratîk, konfederalîzma demokratîk, civaka demokratîk, entegrasyona demokratîk, rastiya komunan, sosyalîzma demokratîk a civakparêz, evane qonaxeke nû ya rojbûna sêyem îfade dikin, yanî şêwazeke wê yê hîn kûrtir.  

Gelo em dikarin bêjin li cem Rêber Apo redkirin nîne, yanî rojbûna duyem nayê wê wateyê ku rojbûna yekem red kiriye yan jî rojbûna sêyem bi temamî rojbûna duyem red dike, lê belê ew gihandiye asteke hîn bi watetir û cudatir?  

Di rastiyê de redkirinek heye, lê belê ev redkirin ne bi şêwazekê înkarkirinê ye. Di manîfestoya herî dawî de jî Rêbertî materyalîzma diyalektîk hîn vekirîtir şîrove dike. Li wir şêwazê xebitîna wê diyalektîkê, bi rastî jî cuda ye. Mesele di nava jiyana normal, civaka normal de redkirinên hişk hene, înkarên hişk hene. Yanî nêzîkatiyeke ku nakokiya rastiyê, red dike, nêzîkatiyeke dogmatîk heye. Lê belê di diyalektîka Rêbertî de, tiştên berê bi temamî redkirin nîne, yanî di nava wê de nirxên mayînde hene. Ji bo civakê, ji bo kes, ji bo jiyaneke bi wate, xweza, jinan û hwd wateyeke mayînde heye. Rêbertî wê dibîne û di rastiyê tiştan li ya berê zêde dike, hinek wateyên xurttir lê zêde dike. Lê belê hin astên ku divên bên redkirin, bên derbaskirin jî hene. PKK derket holê, lê sala borî me PKK fesix kir. Ma di dema fesixkirina PKK’ê de me hemû nirxên PKK’ê, rastiya wê ya berxwedanê fesix kir, me red kir? Na. Di nava vê de bi taybetî bernameya sosyalîzma reel, feraseta ku wê ava kirî, şêwazê wê yê nêzîkatiyê, tiştên bên derbaskirin hatin derbaskirin, lê belê nirxên mezin bi vê re derketin holê. Em çi dikin? Bi vê nêzîkatiya Rêbertî em wan nirxan hîn mezintir dikin.  

Gelo em dikarin bêjin tişta ku Rêbertî dibe van qonaxên rojbûnê, lêpirsîn û neqebûlkirin e? Ji ber ku Rêber Apo dema 7 salî, jiyanê lêpirsîn dike û dibêje ev ne jiyan e, dibêje, xiyanet li vê jiyanê hatiye kirin û ez vê jiyanê wisa jiyan nakim. Yanî gelo mirov dikare bêje ji bo rojbûneke nû, lêpirsîneke baş û neqebûlkirina ya heyî pêwîst e?   

Erê, yanî mirov li wateya rojbûnê jî binêre, rojbûn rastiya jiyanê û hebûnê îfade dike. Yanî mirov li kuderê ji dayik dibe, li jiyanê ji dayik dibe. Rastiya hebûna zindiyekê, îfade dike. Niha dema em li rastiya Kurdistanê dinêrin, realîteya Kurdistanê wan salan, em biçin dema salên 1949’an, di şert û mercên wê demê de rojbûnek heye. Di nava rastiya jiyanê de rojbûn heye. Dema hûn li realîteya vê rojbûnê dinêrin, ev bi temamî di bin mêtingeriya Kurdistanê de çêbûye. Li Kurdistaneke hatî çewisandin, yanî Rêbertî tê jiyaneke bi vî rengî. Hîn di 7 saliyê de xwedî zanebûneke welê ye ku dizane ev jiyan ne ti jiyane, yanî jiyana heyî lêpirsîn dike. Ji aliyê wê demê ve, ji ber zaroktiyê mirov nikare bêje zanebûn, lê belê guman û lêpirsînek heye, hîskirinek heye. Timî bi vê hestê li jiyanê nêrîn, timî şêwazê lêpirsînkirina wê jiyanê heye. Gelo ev jiyan, bi rastî jî jiyaneke rast e, bi rastî jî jiyaneke azad e? Jixwe Rêbertî dibêje, ez timî lêpirsîn dikim. Ev hem realîteya xwe lêpirsînkirin, hem rastiya civakî lêpirsînkirin, hem jî tevahî jiyan lêpirsînkirin e. Dema bi vî rengî timî bi guman li jiyanê dinêre dibîne ku ev jiyan jiyaneke şaş e. Ev jiyan bi vê şêwazê nayê jiyankirin. Wê demê eger em bipirsin, têkoşîn ji kuderê derket? Eger dîsa em sedemê derketina têkoşînê lêpirsîn bikin, bi rastî jî em dibînin ku dema li cîhanê welatên reel sosyalîst yek bi yek hildiweşin, rastiya PKK’ê li ser piyan ma, timî têkoşîna xwe mezin kir û li ser piyan ma. Aliyekê wê yê herî girîng ev e. Dînamaka jiyanê hate peydakirin. Yanî ev jiyan şaş e, wê demê jiyan divê çawa were jiyîn? Wê demê dê rojbûnên nû çêbibin, jiyan dewam dike, lê belê dema ev rojbûn çêbûn divê li jiyaneke çawa çêbibin? Ev jiyan çawa wê rast be, bedew be, baş be? Bi manîfestoyê re, lêpirsînên gerdûnî yên pir xurt hene. Ev ji aliyê jiyana mirov ve pir girîng e. Tenê jidayikbûn û jiyankirin, têrê nake. Eger em mirov bin, wê demê divê ferqa mirov ji zindiyên çi be? Divê em wate bidinê ku ferqa me çiye. Divê em bizanin wateya jiyana me çiye. Divê mirov lêpirsîn bike, ka gelo bi wate jiyan dike? Ev felsefeyek pir girîng e.  

We jî behs kir, rojbûn tê wateya nûbûn û hatina cîhanê. Di nûbûnê de aliyekî ku tirsê jî çêdike heye. Ji ber ku nayê zanîn, yanî nediyarî hene. Yanî mirov, fêrî jiyana heyî dibe, fêrbûn hene. Lê nûbûn hinekê van berevajî dike, di vî alî de gelo mirov dikare bêje, Rêbertî dema ev rojbûn hemû pêk anîn, di rastiyê de cesaretek mezin jî dixwest. Yanî di nava sîstema heyî de, tiştên em qebûl nakin hene, rewşên ku em naxwazin bijîn hene, em mîna Rêber Apo nikarin cesareta guhertina van tiştan nîşan bidin. Gelo di vî warî de mane ferqa herî mezin nîşandana wê cesaretê ye?  

Em mirov hebûneke pir ecêb in. Eger mirov li cîhanê, li gerdûnê binêre, li derdora xwe binêre, her tişt di nava pêvajoyeke veguhertinê de ye, di nava liv û tevgerê de ye, di nava guhertin û veguhertinê de ye. Yek ji taybetmendiyên herî esas ên jiyanê ew e ku timî di nava guhertinê de ye. Lê belê mirov hebûneke wisa ye ku hem di nava xwe de wateyên pir mezin diafirîne, hem jî di nava guhertin û veguhertinên xwe de bêwatebûnê jî diafirîne. Mirov dikare ji bo jiyana mirov gelek tiştan bêje, mirov di nava şerê xwe guhertin û mayîndebûnê de ye. Ev çima wisa ye? Mesele dema zarokek çêdibe, tiştekê nizane, dibe hin tiştan hîs bike, lê dema tê jiyanê bi êşeke pir mezin tê. Dayik jî êşeke pir mezin dikêşe, zarok jî dema nû nefesê distîne pir êş dikêşe, jixwe dema zarok çêdibin digirîn. Lê ev jî rastiyeke jiyanê ye. Asteke wê ya bi wate jî êş e, zehmetî ye. Êş, nakokî û hwd evane rastiyên jiyanê ne. Yanî, ev ji bo jiyanê jêneveger in. Ango heke nakokî tune be, dubendî tune be… di nava vê têkoşînê de êşên hatine kişandin tune bin, nexwe di wê jiyanê de afirandin dê çawa derkeve holê, wate dê çawa ava bibe? Ji bo mirovan her tişt bi ken û şahî nabe. Yanî ew jiyana nû û cudatî ya ku modernîteya kapîtalîst derxistiye holê; bêyî ku tu êşekê bikişînî, bi şêweyekî rehet û konformîst tê gotin; di jiyana xwe de guhertinan çêkin, cudatiyan biafirînin û gelek tiştên din… 

Yanî tiştekî wusa tune ye, wateyeke jiyanê ya bi vî rengî nîn e. Ji ber vê yekê, helbet divê mirov vê fêm bike: Divê hem jin hem jî ciwan bi wêrekiyeke wiha nêzî jiyanê bibin, ango di warê veguhertinê de… Rastiyeke jiyanê ya ku kapîtalîzmê li ser me ferz kiriye û daniye ber me heye. Em ê mîna Rêbertî vê bipirsin: Gelo ev jiyana ku ez dijîm, bi rastî jiyan e? Nexwe ev qas tiştên ku wekî jiyan pêşkêşî min dikin hene; xaniyekî baş, erebeyeke baş, jineke bedew, mêrekî bedew… çi zanim, gelek tişt hene; jiyaneke rehet, pereyê pir, ne wusa? Yanî ev tiştên ku datînin ber mirovan in. Baş e, gelo ev bi rastî dibin wateya jiyanê? Gelo jiyîna van tiştan bi rastî jiyan e? 

Gava em van dipirsin; jixwe nifûseke mezin a cîhanê di nava xizaniyê de ye, di nava birçîbûnê de ye… Yanî bi van re tu têkiliya wan jixwe nîn e. Wê demê divê ev nifûsa mezin a cîhanê û di serî de jî ciwan wiha bifikirin: Ev jiyan, jiyaneke layîqî mirovekî nîn e. Yanî jiyaneke ku divê civak bijî nîn e. 

Jiyan tiştekî din e, jiyîn tiştekî din e. Gava we dest bi pirsîna vê kir û gava me wêrekiya vê nîşan da, ev jiyana heyî ne jiyan e. Nexwe jiyan çi ye? Nexwe rastiya mirov çi ye? Yanî ji aliyê ontolojîk û epîstemolojîk ve, di gerdûnê de, di cîhanê de, di nava xwezayê de yan jî di nava van hemû civakan de wekî ez, wateya min çi ye? Yanî wateya me çi ye? Divê em bigihîjin asteke ku van tiştan bipirse. 

Yanî ev kapîtalîzma hov bi rastî ew qas tirsnak e ku êrîşî jiyanê dike. Tiştê herî wêranker ê vê êrîşê ew e ku têgihiştina me ya jiyanê hildiweşîne; rastiya jiyanê xira dike. Wê demê divê wêrekî, mîna di Rêber Apo de, bibe wêrekiya veguhertinê û li vir derkeve holê. Belê, zehmetiyên vê hene lê bedewî jixwe di wir de ye; yanî di jiyîna wê zehmetiyê de, di derbaskirina wê zehmetiyê de bi hev re, ne wisa? 

Mînak ez wekî ez nikarim vê derbas bikim, lê gava em wekî em hewl didin vê derbas bikin, ew komuna ku li wir derdikeve holê; ew ruh, wekî civaka komunal bi hev re jiyîn, bi hev re kirina tiştekî… Mînak ev di warê jiyanî de, di warê hezkirina jiyanê û girêdayîbûna bi jiyanê de, gelo em bibêjin frekanseke pir cuda ye? Yanî ast û qonaxeke pir cuda diafirîne. Mînak mirov dikare ji bo rastiya têkoşîna me vê bibêje: Tiştên ku em di nava pergala kapîtalîst de dijîn hene, lê careke din jiyaneke me, şêweyekî me yê têkiliyê heye ku piştî tevlîbûna tevgerê dest pê dike. Di van hemûyan de mirov wî ferqî ew qas baş dibîne ku; yanî dîtina bedewiya jiyanê di em bûnê de, yanî di bi hev re jiyînê de, bi dîtin û zanîna zehmetiyên bi hev re jiyînê re, mirov xwe ji nû ve diafirîne… 

Ew kesayet-civak a di rêbertî de ku em dibêjin ne tenê kes e; mirov dikare wekî civakîbûna wî, wekî giştîbûna wî jî îfade bike. Yanî van qonaxên jidayikbûnê, di serî de gelê Kurd, di nava gelên Rojhilata Navîn de guhertin û veguhertinên mezin afirandin; mirov dikare bibêje ev bû jidayikbûna gelan jî. 

Yanî gava em li pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê dinêrin, wekî ku we jî di serî de îfade kir; ev pêvajo di bingeh de pêvajoyekê îfade dike ku jidayikbûna kesekî vediguhere jidayikbûna gelekî, jidayikbûna jinan û gelan. Lê bi taybetî ji bo jinan çi wateyê îfade dike? Ji bo jinan jidayikbûneke çawa îfade dike? Hûn dikarin hinekî vê vekin? 

Yanî di warê jinan de, belkî jî jina ku kêşeya hebûnê ya herî kûr dijî, jin e. Em her tim ji bo gelê Kurd dibêjin; gelê Kurd gelekî wisa ye ku hebûna wî hatiye înkarkirin, ev pirsgirêka hebûnê heta astekê jixwe hate derbaskirin. Niha gava em ji aliyê jinê ve lê dinêrin, ev helbet ne pirsgirêka 100, 200 yan 300 salî ye; ev pirsgirêkek e ku bi deh hezaran salan e wekî pirsgirêka hebûnê derketiye holê. Yanî pirsgirêkeke pir û pir kûr e. 

Helbet mînak jidayikbûna yekem, duyem û sêyem a rêbertî… Gava hûn di van qonaxan de lê dinêrin; pêvajoya avabûna tevgera jinê rastî pêvajoya jidayikbûna duyem tê. Lê gava hûn wê navbera jidayikbûna yekem û ya duyem, yanî ji dema jidayikbûnê heta derketina PKK’ê hildidin dest, li wir di bingeh de pêvajoyek tovçandinê heye. 

Di dema zarokatiya pêşîn de mînak hevalên wî yên keç hebûn; gava em li rastiya civakeke wekî Kurdistanê dinêrin, ev rewşeke hinekî ecêb e, yanî rewşeke cuda ye. Mînak di hevaltî û hevaltiya keçan de biîsrar bûn… Di temenê piçûk de zewicandina keçan ji xwişka wî dest pê dike heta keçên din ên gund dîtina tundiya li ser jinan, krîzên ku dayika wî dijiyan… Yanî hewldana wî ya ji bo watedarkirina wê rastiya krîzî; hem şerê wê kirin hem jî hewldana fêmkirinê… 

Yanî ev di bingeh de… Min kêmek berê got; ez li jiyanekê çêbûme lê ev jiyan jiyaneke şaş e. Yek ji xalên herî girîng ku wî şaşiya vê jiyanê lê pirsî, rewşa jinê bû. Çima jin di vê rewşê de ye? Çima keçên piçûk, hevalên wî yên wê demê, mînak di wî temenî de bi rastî ji mêrekî re tên firotin? Yanî ji bo çewalek genim tê firotin, ji bo çend pereyan tê firotin? Çima jin ev qas şîdetê dibînin? Çima mînak hevala wî ya keç a ku bi hev re dileyîstin, ya ku pir jê hez dikir, piştî demekê êdî nikaribû bê lîstikê? Çima ev dibe? 

Ew neheqî, bêdadwerî û tunehesibandina ku di nav jiyanê de dipirsî… Yanî rastiya tunekirina jinê, rêbertî di temenê piçûk de hîs dike. Yanî ne ku di cih de teoriya wê ava dike, lê hîs dike; wekî rastiyeke ku qebûl nake, ferq dike. Di gelek cihan de jî digot: Min, digot mînak tola xwişka xwe bi avakirina tevgera jinê hilda. Di wî temenî de min nedikarî tiştekî bikim. Min tola wan jinên ku şîdet dîtin, tola wan keçên piçûk hilda, digot. 

Nexwe nakokiyên ku bi jidayikbûna yekem re, yanî bi şêweyê hebûna fîzîkî re jiyaye, hene. Yanî nakokiyên ku di nava jiyanê de jiyane hene û tiştê diyarker jî înkarkirina jinê wekî hebûn e. Yanî heye lê tê înkarkirin, heye lê mêtingeriyeke pir kûr dijî, heye lê bi tundiyeke pir giran re rû bi rû ye… Wê demê mînak di fikra têkoşînê de hêza motîvasyonê dibe ev der. 

Gava em tên salên heftêyî; lêgerîna sosyalîzmê, derbaskirina înkarkirina hebûna Kurd û hwd… Ev dibin sedema derketina PKK’ê, ango jidayikbûna duyem. Di nava vê jidayikbûna duyem de şiyarbûna gelê Kurd a ji nû ve, lê dema gelê Kurd şiyar dibe, şiyarbûna jinê jî derdikeve holê. Yanî ev rastiyên pir di nava hev de ne. Gava yek hebûna xwe watedar dike ango gelê Kurd hebûna xwe datîne holê di nava vê de jin jî êdî dest bi danîna hebûna xwe dikin. Yanî di nava têkiliyeke pir diyalektîk de ye. 

Di vê wateyê de jin jî ji nû ve çêdibin. Bi PKK’ê re, wekî min got gava gelê Kurd cara duyem ji nû ve çêdibe, gava PKK çêdibe, em di heman demê de şahidiya çi dikin? Em şahidiya jidayikbûna jinan a ji nû ve bi têkoşînê re û qezenckirina nasnameyeke nû dikin. Di vê wateyê de bi rastî dibe werçerxeke dîrokî. Helbet ev xwedî taybetmendiyeke gerdûnî ye jî. Ji ber ku mêtingeriya jinê şêweyê mêtingeriyê yê yekem ê dîrokê ye, xwedî girîngiyeke gerdûnî ye. Ji ber wê, pêşketina têkoşîna azadiya jinê di nava tevgera Kurd de, di nava PKK’ê de, tenê bi Kurdan re sînordar namîne. Ev ew qas taybetmendiyeke gerdûnî ye ku; ji ber ku li wir tiliya xwe datîne ser wê pirsgirêka gerdûnî ya jiyanê, ser wê nakokiya gerdûnî, ji ber ku dest dide wir, di bingeh de bandorê li hemû jinan dike; yanî bandorê li jinên di hemû civakan de dike, li Rojhilata Navîn dike. Asta ku îro jinên cîhanê gihîştine heye; yanî helbet ev di bîskekê de çênebûye, lê di her gava wê de em vê dibînin: Her ku têkoşîn pêş dikeve, ev pêvajoya jidayikbûnê ber bi mezinbûnê ve diçe. Her tim ber bi mezinbûnê ve diçe. Îro jî mirov dikare wiha îfade bike ku ev bû wesîleya jidayikbûna têkoşîna jina azad. Yanî kedkariyeke wiha di nav de heye; her du hebûnan bi vê têkoşînê re xwe ji nû ve dan jidayikbûn, mirov dikare bi vî rengî jî bibêje. 

Yanî di her sê qonaxên jidayikbûnê de jî di bingeh de roleke diyar a jinê hebû, yan jî mirov dikare bibêje ku jidayikbûna jinê jî bi rengekî cidî pêk hat. We jixwe jidayikbûna yekem û duyem nirxand; di ya sêyem de jî, di guhertina paradîgmayê de Rêber Apo herî zêde rexne li sosyalîzma reel girt û got ku yek ji sedemên herî mezin ên hilweşîna sosyalîzma reel hiştina rizgariya jinê ji bo piştî sosyalîzmê bû. Li ser vê bingehê jî di rastiyê de guhertineke paradîgmayê pêk hat. Yanî mirov dikare vê bibêje: Di her sê jidayikbûnan de, di bingeh de sê jidayikbûnên jinê jî pêk hatin. 

Erê, helbet… Yanî wekî min got, nakokiyeke wisa di nava hev de heye ku; gava tu dest bidî yekê, ew ya din jî derdikeve holê. Û helbet bi jidayikbûna sêyem re mirov dikare bi taybetî vê bibêje: Jidayikbûna yekem hinekî bêtir hestiyarî bû, hinekî bêtir ew pêvajoya tovçandinê bû; pêvajoyek bû ku têkoşîna îdeolojîk bi xwe ew anî asteke wisa. 

Bi jidayikbûna duyem re, di nava rastiya metirsiyê de jidayikbûna tevgereke jinê… Heke em van wekî pêvajoya geşedana rêxistinî bigirin dest; piştre pêvajoya jinbûnê, piştre pêvajoya YAJK’ê… Yanî ji bo pêvajoya jidayikbûna duyem, di warê pêvajoya rêxistinî ya jinê de em dikarin van bibêjin. Lê gava em tên ser pêvajoya jidayikbûna sêyem, ango ew pêvajoya ku em jê re dibêjin guhertina paradîgmayî û guhertina stratejîk; helbet wekî tevgera jinê em jî, wekî ku we got, tevgera jinê jî ket pêvajoya jidayikbûna sêyem. 

Nexwe, em mînak çawa ketin pêvajoya jidayikbûna sêyem? Em bi partiya jinê ketin û di heman demê de bi KJK’ê, ango pergala konfederal a jinê; xwe-rêxistinkirina jinê di nava civakê de li ser bingeha konfederal, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk, bi komun û meclîsan… Yanî ne tenê bi têkoşîna jinên li çiyê yan jî yên di beşekî diyar de sînordar bibe; rizgarkirina jina di nava civakê de; yanî di jiyanê de bi rengekî wekhev, azad û adil cih girtina wê… Ji bo vê jî mînak rêxistiniya wê çêbû. Hemûyan di bingeh de bi jidayikbûna sêyem re asteke nû qezenc kir. Yanî tevgera jinê jî, ew pêvajoya geşedan û mezinbûna ku min behs kir, bi jidayikbûna sêyem re mînak têkoşîna jinê jî wateyeke wiha û asteke wiha qezenc kir. 

Di heman demê de em dikarin vê jî bibêjin: Heya sala 1999’an têkoşînek li çiyê hebû, her wisa aliyên wê yên ku di civakê de jî vedidigeriyan hebûn; lê piştî 1999’an têkoşîna jinê xwe bêtir civakî kir. Yanî bêtir civakîbûn, bêtir belavbûn… Bêtir belavbûna li cîhanê, ji ber vê yekê belavkirina îdeolojiya jinê û îdeolojiya rizgariya jinê; gav bi gav projeya guhertin û veguhertina mêr, diyardeya jineolojiyê… Yanî mirov dikare bibêje bi van hemûyan re bêtir bi pêş ket. 

Û herî dawî helbet bi sala par re banga 27’ê Sibatê; rêbertî kir, wekî Banga Aştî û Civaka Demokratîk jî ev îfade kir. Rêbertî ev wekî pêvajoyekê pênase kir û em hîn jî di nava vê pêvajoyê de ne. Yanî dema ku em di nava pêvajoyeke wisa de bi pêş dikevin, ew tiştê ku we jî dema dipirsî îfade kir; yanî gava têkoşîna sosyalîst geş dibû, jin bi rêjeyeke pir mezin di nava têkoşînê de cih girtin, lê gava pergal gihîşt tiştekî, ango piştî ku hatin ser desthilatdariyê, derveyîhiştina jinê… Yanî di nava wê têkoşînê de bi rengekî îradî nekarî wê qezenc bike. Nikarî wê qezenc bike ku yek ji sedemên herî girîng ên hilweşîna wê ev bû. 

Niha di vê pêvajoya jidayikbûna sêyem a rêbertî de, ji sala par û vir ve, yanî em dikarin pêvajoya aştî û civakê wekî qonaxa duyem a vê jidayikbûna sêyem jî îfade bikin. Fesihkirina PKK’ê ya bi xwe û manîfestoya ku Rêbertî nivîsandiye; perspektîfa ku bi vê manîfestoyê re daniye holê û di vê perspektîfê de ew rola ku daye jinê… Yanî rola pêşengiyê ya ku daye jinê, bi rastî jî pir girîng û bi qîmet e. 

Di rastiyê de li vir vê garantî dike: Yanî bi pêşengiya jinê… Ne wekî di têkoşînên sosyalîst ên berê de ku jin piştî astekê êdî dibû bênasname yan jî hebûna wê careke din nedihat naskirin; lê berdewamkirina hebûna xwe li ser bingehê azadîxwazî û di asta pêşengiyê de, qezenckirina berdewamiyê… Di qonaxa duyem a jidayikbûna sêyem de mirov dikare ji bo jinê vê bibêje. Ji ber vê yekê, divê mirov teqez bibêje ku di warê têkoşîna me ya jinê de me rûyekî nû qezenc kiriye. 

Hem di warê perspektîfa dîrokî de nihêrîna li dîrokê bi nêrîna materyalîst a dîrokî û bi rêbaza sosyolojiya dîrokî, mînak rûniştandina dubendiya dewlet-komunê li ser vê yekê bi rûyê jinê… Mînak ev dibe perspektîfeke pir nû, di warê têkoşîna jinê de dibe destkeftiyeke pir mezin. Û di warê îro de jî nêzîkbûna bi mîsyona pêşengiyê ya di vî warî de… Nexwe ev jî berdewamkirina jidayikbûna sêyem a bi xwe ye, nûkirina wê ye; yanî mirov dikare wekî berdewamkirina wê ya bi nûkirina xwe pênase bike. 

Yanî di hevdîtina xwe ya dawî de Rêber Apo nirxandina Ev pêvajoya çareseriyê jidayikbûneke nû ye kiribû. Nexwe hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin? Ev jidayikbûneke nû ye… Û di vê pêvajoyê de jin dikarin çi bikin û çawa bikin? Ew dikarin çawa beşdarî vê pêvajoya jidayikbûnê bibin û jidayikbûna xwe bi vê pêvajoyê re careke din çawa pêk bînin? 

Erê, ev bi rastî… Di vê pêvajoyê de wekî min got, helbet Rêbertî bi xwe pênase dike lê ya ku em ji vir lê dinêrin û dinirxînin; wekî rastiyeke felsefî û îdeolojîk a ku jidayikbûna sêyem hîn kûrtir kiriye derdikeve holê. Her wiha perspektîfeke siyasî jî heye; ne tenê felsefî ye, ne tenê îdeolojîk dimîne, di warê polîtîk de jî mînak perspektîfeke pir bi hêz danî holê. Rêbertî ji bo vê mînak got civaka demokratîk, got entegrasyona demokratîk û wekî aştiyê îfade kir; got siyaseta demokratîk. 

Yanî ev diyarde ne ku divê bi rengekî pir kûr bên fêmkirin. Di dora vê de bi rastî pêvajoyeke nû ya jidayikbûnê û di warê çareseriyê de hem ji bo Kurdan lê ne tenê bi Kurdan re sînordar e di bingeh de… Yanî danîna holê ya perspektîfa çareseriyê û stratejiya entegrasyona demokratîk a Rojhilata Navîn û ya Kurdan di her çar parçeyên Kurdistanê de; bandoreke wusa derdixe holê ku li tevahiya Rojhilata Navîn bandor dike. 

Ji ber vê yekê, ev bi rastî jî hem ji bo Kurdan bi perspektîfeke nû ya têkoşînê, yanî bi entegrasyona demokratîk û hem jî bi civaka demokratîk û komunan re, civak xwe vediguherîne nasnameyekê; lê li aliyê din jî rastiya dewletê, rastiya dewletan heye. Veguherîna dewletan jî bi destûreke demokratîk, bi pênase û prensîbên demokratîk re ber bi komara demokratîk ve… Yanî ev bi şêweyekî dualî ye: Veguherîna civakê bo nasnameyeke demokratîk û veguherîna dewletê jî bo nasnameyeke demokratîk… Û li ser vê bingehê pêkhatina entegrasyoneke demokratîk… 

Ev bi rastî jî, em wiha bibêjin; di vê şerê cîhanê yê sêyem de, di vê hawirdora qiyametê de, bi rastî jî wekî ku dibêjin “dermanê her derdî ye”, dibe stratejiyeke çareseriyê ya di mehiyeta dermanekî de. Niha heke em bipirsin; mînak li vir rola jinan yan jî rûyê wê yê bi jinê re têkildar çi ye? Ev realîteya heyî ya Rojhilata Navîn; ez hem ji bo gelê Kurd û jinên li Kurdistanê dibêjim, hem jî ji bo rastiya Rojhilata Navîn û jinên wê dibêjim. Yanî Rojhilata Navîn bê şer nemaye; bi taybetî di 200 salên dawî de Kurd bê serhildan nemane, Kurd bê komkujî nemane. Di bingeh de hemû civakên Rojhilata Navîn; çi tu bibêjî şerên mezhebî, çi şerên neteweyî, çi şerên eşîr û qebîleyan, çi şerên malbatî… Yanî bûne ew civat, civak û netewe yên ku van hemûyan di asta herî kûr de jiyane. 

Niha di nava van hemûyan de, yên ku encamên herî kûr ên van bi rengekî bi êş û trajîk jiyane, jin û zarok bûn. Berpirsê herî mezin ê vê kî ye? Netewe-dewlet in; yanî rastiya netewe-dewletê ye. Ev qas bêçareserî hiştina netewe-dewletan her tim encama înkar û redkirineke hişk e. Û ev rastî bûye sedema şerên pir mezin. Êşa herî mezin a vê jî her tim jinan jiya, zarokan jiya. Çi ev êşên fîzîkî bin, çi yên psîkolojîk, ruhî û manewî bin, windahî bin, windahiyên madî bin… Ji her alî ve, yanî bi rengekî pir kûr hat jiyîn. 

Ji ber vê yekê, niha stratejiyek heye ku dê dawî li van hemûyan bîne. Yanî ya ku dê van hemûyan derbas bike; ew perspektîf, yanî ew xet a ku Rêbertî daniye holê, dê hemû şerên mezhebî, şerên neteweyî û van dijberiyên ku ji dîrokê heta îro tên, ez nabêjim di bîskekê de, lê bi demê re dê bixe ser rûtayeke rast. 

Ji ber wê jî, ji bo me jinan; têkoşîna demokrasiyê, têkoşîna aştiyê, têkoşîna wekhevî û azadiyê, hem bi rûyê zayendî lê hem jî bi rûyê têkoşîna civakî re, dibe stratejiyeke bingehîn ku em xwe bi îradeya xwe datînin holê: Stratejiya siyaseta demokratîk, rastiya entegrasyona demokratîk… Ji ber vê sedemê, mînak divê em wekî rêxistinên jinan û tevgerên jinan wiha nebêjin: Yanî nabe em bi perspektîfeke ku vê di nava wateyeke teng û şêweyê têkoşîneke teng de asê dike, lê binêrin. Ji ber ku bûyereke wusa tune ye. Yanî rastiya jinê, rastiya mêtingeriya jinê, nakokiya zayendî di bingeh de nakokiyeke giştî ye. Yanî nakokiyeke pir giştî ye; bi civakê re, bi înkarkirin û tunekirina civakê re rastiyeke pir bi hev ve girêdayî ye… Ji ber vê yekê, li vir jî em neçar in ku her duyan bigihînin hev; yanî bêyî ku em bibêjin yek girîngtir e û yek ne girîng e, divê em her duyan di nava hev de bigirin dest. Jixwe Rêbertî perspektîfa xwe bi temamî bi vî şêweyî dide. Jixwe herî zêde jî ji bo serkeftina vê têkoşînê û vê pêvajoyê ango pêvajoya çareseriyê ya ku wekî jidayikbûnê jî îfade dike bi taybetî roleke pir mezin dide jinan û mîsyoneke mezin ji wan re destnîşan dike. 

Erê, Rêber Apo dibêje ku ew mêrê serdest û jina bindest wekî yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên li pêşiya civaka demokratîk dibîne. Yanî di vê wateyê de; me behsa wî rûyê rêbertî kir ku hem ji bo guhertinê hem jî ji bo jidayikbûnên nû wêrekiyê nîşan dide. Di vê wateyê de divê bangeke çawa ji mêran re bê kirin? Ji ber ku em di civakeke feodal de dijîn; hem di taybetmendiya Rojhilata Navîn de hem jî di ya Kurdistanê de ev rewş wiha ye. Guhertin û veguhertin, heta di nava mêran de bi taybetî paşve gav avêtin, bi zexteke civakî ya wekî dev ji xeta xwe berdan re jî rû bi rû dimînin. Di vê wateyê de, li ser wêrekiya Rêber Apo ya ji bo guhertinê, ev rewş dikare çawa bê nirxandin? 

Helbet, yanî li vir tiştekî pir girîng heye. Dîtina navhevbûna têkoşîna civakî û têkoşîna jinê pir girîng e. Mînak, divê tevgerên femînîst jî vê yekê pir bi cidî bigirin dest û nîqaş bikin; ji ber ku têkoşîna civakê heye. Di nava civakê de diyardeya jin û mêr heye; li derveyî civakê jin û mêr nînin. Ji ber wê yekê, dema em jin têkoşînê didin; belê, beriya her tiştî divê em di nava vê civakê de jiyaneke ku tê de her kes azad û wekhev e, bingeh bigirin. 

Ez nabêjim bi mêr re wekhev bûn; ji ber ku mêr ne pîvan e, ne lûtke ye, ne jî pîvana azadiyê ye. Mêr di pozîsyoneke hîn bêtir kolebûyî de ye. Mînak, gotina em ê bibin wekhev jixwe ne rast e. Lê belê, wekî tevahiya civakê; li ser bingeha wekhevî, dadperwerî û wekheviya cudatiyan, li ser bingeha parastina cudatiyan, diyardeyeke wekhevî û azadiyê… Di atmosfereke wusa civakî û demokratîk de, helbet jin dê bi rengekî wekhev, adil û azad bijîn. Nexwe wê demê mînak azadiya min a wekî takekes, rasterast bi azadiya vê civakê ve girêdayî ye. Nêzîkbûna bi perspektîfeke têkoşînê ya ku vê dizane, xaleke pir girîng e. 

Ya duyem jî, we bi mêr re têkildar îfade kir. Nexwe wekî keseke ku têkoşîna jinê dide, wezîfeyeke girîng a ku divê ez bikim ev e: Divê ez vê mêrî jî biguherînim û veguhêzim. Yanî ev rastiya serdestiya mêr a heyî, rastiyeke hatiye afirandin e; ev Xwedê neafirandiye. Ev bi temamî nasnameyeke wusa ye ku wê diyardeya Kujerê Qastîk a serdest, desthilatdar û dewletparêz afirandiye. Heke ev hatibin afirandin, nexwe dikarin bên guhertin jî. 

Aha diyardeya guhertin-veguhertinê… We kêmek berê jî pirsîbû; nexwe divê mêr jî veguhere. Wekî jin, helbet divê em jî veguherin. Mînak, heya ku jin bi xwe neveguhere, yanî ber bi azadiyê ve neveguhere, helbet nikare mêr jî biguherîne û veguhêze; nikare wî bixe nava wê atmosfera demokratîk. Ji ber wê, ev rasterast bi hev ve girêdayî ne; jin her ku xwe vediguhêze, neçar e mêr jî veguhêze. 

Niha di vê xalê de, divê mêr jî meseleyê wiha bigire dest: Pirsgirêka hebûnê ne tenê ji bo jinê, niha ji bo mêr jî pirsgirêka hebûnê  ya pir cidî heye. Belkî mêr dê ji vê re aciz bibin; belkî dê bibêjin Em ew qas mezin in, bi hêz in, desthilatdariya me heye, dê bibêjin Çawa dibe ku pirsgirêka me ya hebûnê hebe?. Lê heye. Di warê ruhî û fîzîkî de, bûn xwe… Di wê tişta ku em jê re dibêjin civak, mêr jî ne yê xwe ye. Em li hemû nasnameyên mêr ên heyî binêrin; ji yê herî şoreşger heta yê herî kapîtalîst, dibe ku ne di heman astê de bin, ez wan nakim yek, lê bi rêjeyeke mezin pirsgirêka nebûna xwe heye, pirsgirêka ne aîdbûna xwe heye. 

Bi taybetî ji bo mêrên ku dixwazin têkoşîna azadiyê bidin, yên têkoşîna demokratîk didin dibêjim; nexwe yên li aliyê dijber, mêtinger û çewisner cuda ne, em jixwe li dijî wan têkoşînê didin. Lê belê, rastiyeke mêr heye ku dibêje Ez jixwe welatparêz im, dibêje Ez şoreşger im, sosyalîst im, komunîstê herî baş im. Divê ev rastî vê ji xwe bipirse: Di nava rastiya civakê de, wekî nasnameya zayendî ya jin û mêr, ez xwedî nasnameyeke mêr im. Nexwe, ez vê nasnameyê çi qas siruştî, çi qas bi nasnameyeke aîdî xwe dijîm? Gelo ez bi rastî aîdî xwe me? Yan ez aîdî wê nasnameya mêr im a ku vê pergala kapîtalîst afirandiye? Gelo ez mêrekî aîdî wê nasnameya qebîleparêz, eşîrparêz, malbatparêz û mezhebparêz im a ku li Rojhilata Navîn hatiye afirandin; an ez bi rastî mêrekî aîdî civaka xwe me? Gelo ez mêrekî aîdî vê civaka demokratîk û civaka siruştî me? Ez çawa mêrek im? Gelo ez azad im? Divê van bipirse. 

Bi hêz bûn tiştekî din e, ku ew jixwe ne hêzeke rastîn e, ew xaleke cuda ye. Lê ka em bibêjin di hin xalan de hêz girtiye destê xwe, jin jî heta astekê bi temamî bêhêz hatiye hiştin… Nexwe, gelo tu dikarî bi nasnameya xwe bijî? Gava em li vê dinêrin, mirov dibêje qey hest parçe parçe bûne, ne wisa? Milkiyetparêzî, hesta xwedîbûna li tiştekî mînak gihîştiye asteke tirsnak. Çima ev qas qirkirina jinê çêdibe? Ji ber ku gava hîs dike ew rastiya tişt ya ku xwedî lê derdiket ji destê wî diçe, hesta kuştinê bi rengekî mezin şiyar dibe û dibe kujer. Aha, ew tiştê ku em jê re dibêjin Kujerê Qastîk”, rasterast bi vê milkiyetê ango xwedîtiyê re têkildar e. 

Ji ber wê, li ku derê milkiyetparêzî hebe, li ku derê navendîkirina hêzê di xwe de hebe, li wir belengazî heye. Yanî mêr tiştekî wisa ye: Li hemberî yê ji xwe bêhêztir dibe kral, lê heke rastiyeke ji xwe bi hêztir hebe, li hemberî wê jî dibe kole. Yanî rastiyeke wusa nakok dijî. Nexwe li vir mêr kî ye? Ji ber vê yekê, ev mesele ne wekî paşve gav avêtin an ji xwe tawîz dan e; berevajî vê, pêvajoyek e ku vê mêrtiya hatiye avakirin dipirse. Mêr paşve gav naavêje; berevajî vê, ber bi pêş ve gavekê diavêje. Yanî di bingeh de ber bi civaka xwe ve, ber bi avakirina têkiliyeke rast a bi jinê re; ber bi têkiliyeke ku em dikarin jê re bibêjin wekhev, adil, rêz û hezkirina rastîn, gavekê diavêje. Ya ku li mêrekî civakparêz û azadîxwaz tê, ev e. Di wê wateyê de paşve gav naavêje, berevajî ber bi bedewî û wateyê ve gaveke pêş de diavêje. Divê mirov meseleyê wiha bigire dest; wê demê ev serî ango hiş dest bi guhertinê dike. Aha di wî hişê mêr ê klasîk de, di hişê mêr ê serdest de şeqek çêdibe û pêvajoya guhertin-veguhertinê wisa dest pê dike. Li vir hinekî wêrekî hewce ye. 

Yanî mirov dikare vê bibêje? Rêber Apo di nirxandinên xwe yên berê de behsa kuştina mêr kiribû; ev bi rastî wêrekiyeke mezin e. Gava em bi civaka Rojhilata Navîn û civaka Kurd re didin ber hev, wêrekiyeke mezin e… Lê em dikarin bibêjin ku ev jidayikbûn hemû di bingeh de bi pirsîna nêzîkbûna li jinê pêş ketine. Nexwe; ji bo hemû mêrên ku dixwazin biguherin, yên ku xwe wekî sosyalîst, demokrat yan bi rengekî din îfade dikin, gelo em dikarin bibêjin divê guhertin ji vir dest pê bike? Jixwe di nirxandinên dawî yên Rêbertî de hat gotin: Divê mêrek bizanibe bê ka dê bi jineke sosyalîst re çawa biaxive. Gelo em dikarin bibêjin divê ji vir dest pê bike û xwe bipirse? 

Yanî di wir de bi rastî pîvan ev e: Heke beşa herî zêde tê çewisandin û ya herî pêşîn hatiye çewisandin jin be, nexwe nêzîkbûna li hemberî jinê dibe pîvanek. Ev di rastiyê de di têkiliya jinê ya bi jinê re jî wusa ye. Astek ji azadbûna jinê bi xwe; rasterast bi nêzîkbûna wê ya li hemberî hevala wê, hevrêya wê û hemcinsa wê ve girêdayî ye. Gelo jin bi jinê re çi qas dikare têkiliyeke azad û wekhev deyne? Çi qas dikare şêwazekî têkiliyê yê bimaneyê, tije hezkirin û rêz; etîk û estetîk derxîne holê? Ev, ji bo jinê jî pîvaneke bingehîn e. 

Ji bo mêr ev rewş hîn bêtir diyarker e. Me got; nasnameyeke mêrtiyê ya ku ava bûye heye. Ev nasname, herî zêde bi çewisandina jinê û bi avakirina îradeyê li ser jinê xwe heye kiriye. Hebûna mêr; li ser bingeha tunebûna jinê, heta li ser bingeha çewisandina wê ya fîzîkî û îradî veguheriye hêzekê. Niha mêrekî ku dixwaze vê biguherîne û bibe sosyalîst, divê berê vê bipirse: Ez bi hêza xwe ya cewherî, bêyî ku jinê biperçiqînim bêyî ku di warê fîzîkî, manewî, ruhî û ramanî de biperçiqînim bi dîtina îradeya wê û bi wekhevbûna bi wê îradeyê re, ez dikarim xwe çawa hebe bikim? 

Ev, wekî diyardeyeke jidayikbûna ji nû ve derdikeve holê. Ji ber wê ev pir girîng e. Mêrek dê çawa bi jinekê re bibe yek? Ma dê ji jor ve lê binihêre? Ma dê bi dengekî bilind, bi qîrîn û herdan bipeyive? Ma dê bi şîdetê, bi nêrîneke tacîzkar nêzîk bibe? Ma dê her tim wekî tiştekî zayendî lê binihêre; an wekî hebûneke mirovî ya rastîn? Jin jî di nava mexlûqatê mirovî de hebûnek e. Maneyeke vê hebûnê heye. Bi nêzîkbûna li gorî maneya wê, bi pîvanên etîk û estetîk, mêrtiyeke nû dide jidayikkirin. 

Lê di rewşa heyî de reftarên asayî hene; mînak guhdarînekirina jinê… Gelek awayên tunekirina tiştekî hene; herî zêde jî rêbazên psîkolojîk tên bikaranîn. Em nizanin mêr çi qas ferqê bi vê dikin, lê em jin ji ber ku her tim di aliyê çewisandî yê vê nakokiyê de ne, em pir baş ferq dikin. Mînak mêrek pir guh nade te; gava mêrek dipeyive hîn bêtir baldar in, lê gava jinek dipeyive pir guhdarî nakin. Gava bi mêrekî re dipeyive dengê xwe eyar dike, lê gava bi jinekê re dipeyive dengê xwe bilind dike yan jî bi dijûn dipeyive. 

Heke nêzîkbûna xwe ya li hemberî jinê sererast bike, heke li wir pîvanên azadî, wekhevî û edaletê qezenc bike, ev ji bo çareserkirina pirsgirêkên di civakê de jî dibe tiştekî jiyanî. Niha em di nûçeyan de dibînin; di trafîkê de ji tiştekî re aciz dibe û mêr bi mêr re şerekî ecêb dikin. Tundî ne tenê li hemberî jinê ye; tundiyeke giran a mêr li hemberî mêr yan jî li hemberî her beşekî civakê heye. Lê çavkaniya vê, nêzîkbûna li hemberî jinê ye. Heke ev der bê çareserkirin, civak jî demokratîk dibe. Nêzîkbûna rast a li hemberî jinê civakê demokratîk dike; nêzîkbûna neyînî jî civakê di nava rastiyeke jiyanê ya antî-demokratîk û tije tundî de asê dike. 

Yanî aliyekî vê yê ekolojîk jî heye. Yek ji stûnên herî mezin ên paradîgmayê nêzîkbûna ekolojîk e. Gava em nêzî 4’ê Nîsanê dibin, hûn dikarin di vê derbarê de çi bibêjin? Ji ber ku Rêber Apo xwestibû ev roj bi çandina darên li her derê bê pîrozkirin. Bangawaziya we di vî warî de dê çi be? 

Erê, di rastiyê de mehên biharê jidayikbûnekê îfade dikin. Di bîra mirovahiyê de; mehên Adar, Nîsan û Gulanê wekî dîrokekê tên jiyîn ku tê de xweza û jiyana mirovan zindî dibe. 4’ê Nîsanê jî rastî vê derê tê. Wekî tevgera jinê, em dixwazin di 4’ê Nîsanê de jidayikbûna rêbertî bi jidayikbûn û zindîbûna xwezayê re bikin yek. Heke em bala xwe bidinê, di xwezayê de jî bi hezaran jidayikbûn hene. Her zivirîna demsalê di bingeh de di nava xwe de guhertineke nû, veguhertineke nû û qonaxeke nû îfade dike. 

Em armanc dikin ku roja jidayikbûna rêbertî tevlî jidayikbûna xwezayê bikin û maneyekê bidinê. Bi taybetî di rastiyeke jiyanê de ku kapîtalîzma hov cîhan kiriye çol, xweza qirêj û kirêt kiriye; em dixwazin wateyeke têkoşîna ekolojîk bidin vê. Di vê 4’ê Nîsanê de; li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li cîhanê bang li bi milyonan mirovên ku rêbertî nas dikin û baweriya xwe bi têkoşîna wî tînin dikim: Pir girîng e ku her kes di vê rojê de xwezayê bi dar bixemilîne û zindî bike. 

Bi vê boneyê, ez bang li her kesî dikim ku hem xwezayê zindî bikin hem jî 4’ê Nîsanê li her derê bi coş pîroz bikin. Divê mirov vê rojê bi azadiya fîzîkî ya rêbertî re bike yek û veguherîne hêzeke têkoşînê. Nexwe ev ne tenê rojbûneke klasîk e ku tê de pasta tê birîn; em wisa li meseleyê nêrin. Rojbûna rêbertiya me roja têkoşînê ye; roja watedarkirina jiyanê, roja zindîkirin û azadkirina xwezayê ye. Li ser vê bingehê, veguherandina 4’ê Nîsanê bo roja têkoşînê ya li ser bingeha azadiya fîzîkî ya rêbertî, watedarkirina xwe… Divê mirov wekî roja vekirina ber bi jidayikbûnên nû, veguhertinên nû û avakirina ji nû ve bigire dest. Ez di heman demê de bi boneyê 4’ê Nîsanê her kesî vedixwînim vê û bangawaziyê dikim.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Hevalê Celal weke çemekî bû ku bi bêdengî diherikî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin têkbirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundên Minbicê. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk binçav kir, qetil kir û cihê gorê hê jî vedişêre

Dayikên Şemiyê ji bo Maksût Tepelî kom bûn ku Tepelî 40 salan beriya niha ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Saziya YE’yê: Jinên penaber ên Ûkraynayî gelekî tundiyê dibînin

Ajansa Mafên Sereke ya Yekîtiya Ewropayê (FRA) diyar kir ku jinên ku ji ber şerê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li pey şopa Xelîl Dag: Li çiya sînema û huner

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hevalê Celal weke çemekî bû ku bi bêdengî diherikî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Abdî û Parêzgarê Hesekê, Cejna Ekîto pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Êrîşên DYE û Îsraîlê li ser Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?