Konferans ji aliyê hêzên siyasî yên mîna Partiya Karkerên Brezîlyayê (PT), PSOL, MST û Weqfa Rosa Luxemburg û hinekên din ve hatibû organîzekirin. Konferans di çarçoveyeke navneteweyî de pêk hat ku tê de li gelek welatan li dijî rastgirên tund tevgerên hevdem hebûn. Di nav van de protestoyên girseyî li Arjantînê li dijî hikûmeta Javier Milei û bîranîna 50’emîn a derbeya leşkerî, xwepêşandanên antî-faşîst li Îngilistan û protestoyên mezin li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li dijî serokatiya Donald Trump hebûn.
Di çar rojên konferansê de, beşdaran li ser rewşa cîhanî û krîza kûr a ku sîstema kapîtalîst pê re rû bi rû ye û bi paşketina aborî, civakî û exlaqî tê diyarkirin, nîqaş kirin. Li gorî daxuyaniya dawî, vê krîzê êrîşeke cîhanî derxistiye holê ku polîtîkayên neo-lîberal, leşkerîbûn û vejîna hêzên faşîst li hev dicivîne.
Di vî warî de, hate destnîşankirin ku her çend ev gef li her welatekî di şêweyên cuda de bin jî, taybetmendiyên wan ên hevpar hene: sînordarkirina azadiyên demokratîk, lawazkirina mafên kedê, zêdebûna bêkariya binesaziyê, milk kirina xizmetên giştî û pêkanîna polîtîkayên teserûfê. Li ser vê yekê zimanê nefretê jî tê zêdekirin—nijadparêz, zayendparêz û dij-LGBTQ+—ku hewl didin nerazîbûna civakî ber bi nifûsên fakir ve araste bikin.
Di civînê de her wiha behsa xwezaya emperyalîzmê ya ku her ku diçe êrîşkar dibe, hat kirin. Hat şermezarkirin ku hêzên cîhanî destwerdanên leşkerî, cezayên aborî û kiryarên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin, giran dikin. Bi taybetî, bal hate kişandin ser rewşa Filistînê, ku li wir Dewleta Îsraîlê bi piştgiriya DYE tawanbar bû û li Xezeyê kiryarên wekî jenosîd têne binavkirin pêk tîne. Di vê çarçoveyê de, konferansê pîvana xweseriya gelan ji nû ve piştrast kir û piştgiriya xwe ji bo têkoşînên cuda yên navneteweyî, ji Emerîkaya Latînî heta Afrîka û Rojhilata Navîn, anî ziman.
Her wiha hat tekezkirin ku têkoşîna dij-faşîst nikare tenê bi qada hilbijartinê were sînordarkirin.
Deklerasyona dawî her wiha tekezî li ser pêwîstiya pêşveçûna bi pêşniyarên berbiçav kir: berfirehkirin û kûrkirina demokrasiyê bi rêya beşdariya civak, parastina mafên kedê, çareserkirina krîza avhewayê û pêşxistina reformên strukturel ên wekî reforma cotkarî û serweriya xwarinê.
Di warê rêxistinî de, avakirina saziyeke koordînasyonê ya navneteweyî ya anti-faşîst hate pêşniyarkirin, her wiha lidarxistina konferansên herêmî yên din û Konferansa Duyemîn a Navneteweyî ya Anti-Faşîst. Wekî din, piştgirî ji bo gelek însiyatîfên cîhanî hate ragihandin, di nav de xwepêşandanên li dijî NATO’yê, dij-lûtkeyên G7 û Foruma Civakî ya Cîhanê.
Weke beşek ji bernameya Konferansê û têkoşîna enternasyonalîst, bal hate kişandin ser pêşkêşiyeke Tevgera Jin a Kurdistanê ligel Akademiya Modernîteya Demokratîk; li ser pevçûna heyî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hate sekinandin; û konfederalîzma demokratîk wekî pêşniyareke teorîk û pratîkî ji bo rûbirûbûna faşîzmê û wekî alternatîfeke siyasî ji bo sîstema netewe-dewletê hate pêşkêşkirin.
Di dema pêşkêşiyê de, serpêhatiya li Rojava hate nîqaşkirin û bal hate kişandina ser rola navendî ya şoreşa jin wekî pêvajoyeke siyasî ya berdewam. Li gorî axêveran, ev model mînakeke hemdem e ku pêkanîna avakirina alternatîfên civakî yên ku dikarin li hemberî formên serweriya faşîst li ber xwe bidin û wan têk bibin, nîşan dide. Rewşa Rêber Apo û pêşketinên pevajoya aştî jî hatin nirxandin.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Hêzên ku li dijî bilindbûna rastgiriya tund şer dikin cihêreng in û xwedî analîz, stratejî, taktîk, bername û polîtîkayên hevbendiyê yên cuda ne. Tecrûbe fêrî me dike ku, her çend em van cudahiyan qebûl bikin jî, pêwîst e ku em bi awayekî yekgirtî tevbigerin.”
Hûn dikarin daxuyaniyê bi Portekîzî li vir bixwînin: https://antifas2026.org/

