Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatinw ergirtin, heyeta YPJ’ê çû paytexta Sûriye Şamê.
Tê payin ku heyet bi Wezîrê Parastinê yê hikumeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtinê bike û mijara tevlîbûna YPJ’ê li nava artêşa Sûriyeyê binirxîne.
Her wiha tê payin ku koordînasyona leşkerî, mekanîzmayên kar ên hevpar û statuya hêzên YPJ’ê ya li nava artêşa Sûriyeyê bikevin rojevê.

