Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bejahiya Idlib û Şamê di 2 bûyerên cuda de 2 ciwan hatin kuştin.
Li gorî SOHR’ê, ciwanek li gundê El Muzera yê li herêma Cebel El Zawiye ya Idlibê piştî ku bi tifingeke nêçîrê ya xalê xwe hate gulebarankirin, hate kuştin.
Li gundewarên Şamê jî, ciwanek dema ku bi otomobîla xwe vedigeriya mala xwe ya li bajarokê Sibîna, ji aliyê êrişkarên nenas ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

