77’emîn salvegera jidayikbûna Rêber Apo 4’ê Nîsanê li gundê Kanî Goranî yê parêzgeha Silêmaniyê bi beşdarbûna hejmareke girîng ji jin, ciwan û azadîxwazan hate pîrozkirin.
Mehweş Xizir yek ji beşdarên çalakiyê wiha got, “Bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd, Rêber Apo me 100 şitilên daran çandin. Ev çalakiya me a bi boneya rojbûna Rêber Apo, li beramberî ked û têkoşîna wî ya ji bo azadiya gelê Kurd tenê wefayek biçûke.”
Di dewamê de wiha axivî; “Armanca çandina daran weke nîşana mana di jiyanê de, zindîhiştina xwezayê, berdewamiya jiyanê ye ku ev yek beşek ji fikir, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ye ke her tim balê dikişîna ser peywendiya bi tendurist ya di navbera mirov û jîngehê de.
Çalakvan bal kişand ser rola jinan a di têkoşîna azadiyê de û got: “Rêber Apo rê û fikra jinan ronî kir; Emê wekî jin li ser wê rêyê heta serkeftinê bimeşin û di pratîkê de ji bo parastina civak û jîngehê bixebitin.”

