Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek weşand.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta got, ji bo serketina pêvajoyê qanûnên bêne derxistin diyar in û xwest, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û qanûnên serxistina pêvajoyê bêne derxistin.
Êrişên DYE û Îsraîlê yên li ser Îranê û bandora wan a li ser Rojhilata Navîn wê werin şopandin.
Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk peyama dawî ya Rêber Apo nirxand û got, “Belê êriş û propagandayên faşîst hatin kirin, lê belê em kengî ji trena ber bi aliyê şaş ve diçin peya bibin, rast e. Divê em rewşê bi vî rengî bibînin.”
Dayika Mehmet Akpolat ê 32 sal in dîlgirtî ye Hanîfe Akpolat qala dîlgirtina bi salan a kurê xwe, mercên girtîgehê û pêvajoya giran kir û got, “Bila aştî pêk were, zarokên me bijîn, azad bibin.”
Meryem Soylû ku di şer de sê kurên xwe ji dest da, 20 sal in bi daxwaza aştiyê ber bi Amarayê ve dimeşe. Meryem Soylû anî ziman ku ji bo hêviya jiyana bi hev re û aştiyê wê bi rê bikeve û got, “Bila pîrozbahiyên îsal bibe wesîleya aştî û azadiyê.”
Qada ji gundên Şax û Hebler ên li Çiyayê Cûdî ku 32 sal in bi hinceta “ewlekariyê” jinûve nayên avakirin, eşkere bû ku ji bo 49 salan ji aliyê Wezareta Parastinê ya Mîllî ve hatiye kirêkirin.

