Rêwîtiya Nûreddîn Sofî ku li xeta sînor a Qamişloyê ya nêzî Nisêbînê weke zarokekî ku hesp xwedî dikir destpê kir, bi demê re weke Kurdekî helbestvan, fermandar, ozan, dengbêj, alim, Ereb û Kurdekî dewam kir. Da pey lêgerînên xwe û rêgeha demê guhert.
Sofî li Helebê di beşa kîmyayê de perwerde dît û li pey şopa lêgerînên xwe bi rê ket. Li bajarên Qamişlo, Şam, Heleb û Lubnanê dest bi rêwîtiyekê kir. Kesekî mert, dilnizm û bi qasî çiyayan xwedî hurmet bû. Di berîka wî de pere nebûn, bi berçavkên xwe yên bedew dihat nasîn.
Hîna nebûyî 20 salî, dest bi rêwîtiya xwe ya bi heybet kir ku qasî 30 salan wê bi şerên zehmet re bimeşe. Li pişt çiyayan, di sînoran re derbas bû; bi helbestên xwe moral da heval û şervanên xwe, helbestên xwe yên “33 gule” û “Diyalog” di rojên bi mij û baran de parve kir; digot, “bi xatirê Adilan, Nûdayan, Avareşan”.
Mirovên nifşê ku li çiyayan nergizan kom dikin wî bi bîr tînin, jê xerîb dibin û behsa bîranînan dikin; hemû di ronahiya demekê nû û taze de dest bi rê dikin.
Tarîtî, kaniyên avê, rêyên dirêj, darên berû û keriyên qaqlîbaz şahidê rêyên Sofî bûn. Salên wî ji Lubnanê heta Şamê, ji Amedê heta Zagrosan derbas bûn. Di van salan pirtûk, pênûs û defter timî pê re bûn. Bi siwarî, birîndar û zarokên esmer ên Rojava re meşiya.
Sofî timî bi dengê xwezayê re rû bi rû meşiya; dengê pisîkan, liv û tevgera sivoriyan a li ser darê, hatina biharê û rabûna lehiyê li çîroka xwe zêde kir. Rewşa mirovên di rê de nas kirî pirsî, bû şahidê çîrokên rêwiyan. Digot, “Were em birûnin, redekteya pirtûkê baxivin; min derbarê rewşa Sûriyeyê ya li Rojhilata Navîn nivîsandiye. Nexşeya rê û dem a Kurdan ev e.” Ev jî lê zêde dikir, “Min şervanên westiyayî û rojên ku çarenûsê diyar dikin, nivîsandiye.”
Digot, rêwitiya jiyanê li cihê ku mirov lê ji dayik bûye destpê dike. Li çiyayên bilind behsa hebûna Kurd dikir. Fermandarê mezin ti carî înkar qebûl nedikir: Digot, ‘Dagirkeriya li ser Kurdan û Kurdistanê nayê qebûlkirin’. Xwedî xîtabeke hişk û xurt bû. Ji çiyayan re diaxivî, xîtabî gul, kêz û çeman dikir. Kêfxweşiya herikbar a jiyanê, dida hevalên xwe. Şer, taktîk, têkçûn, serketin, helbest û hezkirina welêt timî li ser zimanê wî bû.
Ji bo welatê xwe hemû kemîn dabûn li ber çavan û xeyala her tiştî kiribû. Bi hezaran însan perwerde kirin; nîşan da ku divê dagirkerî û îlheq werin redkirin. Rengê çiyayan bû; Rojava û Kurdistan bû. Rojênku li serê çiyayan bi savar, tirşika fasoliyan û bi pîvazekê derbas dibûn, hesreta kulîlka behîvên nîsanê û notên ji ser destan nedihatin xwarê perçeyên vê rêwitiya wî bûn.
Sofî li çiyayên Metînayê xaçerêz çêdikirin: bi şevan stran digotin, xençera xwe ya reng zêrîn, lênûska xwe ya şer û rojnivîska xwe tim li ba xwe digerandin. Kete ser rêya Amedê û çîroka serdema xwe vegot.
Sofî gotina ‘Bavê min gotiye divê tu mafên xizanan biparêzî’ kiribû felsefeya jiyana xwe. Digot ku ew mafên xizanan diparêze. Li gelek herêmên weke Lubnan, Şam, Amed, Mûsil, Şengal, Dêrsim û Merîwanê; vedigot ku ew hevrêyê Sabrî, Hakî, Nalîn, Bawer, Cemal û gelekên din e.
Hevrêyê Rustem, Riza, Haydar û Qasim bû; hemû rêçên paşerojê li gel bîranînên kevin û zindî di bîra xwe de digirt: ‘Ax, ew paşeroja berê, bîranên kevin û zindî yên min daye li dû wan…’
Gotinên Melayê Cizîrî, Feqî Teyran, Tahîrê Uryan û Cegerxwîn dixwendin; li berwarê çiyayan, şiverêyan, di hewayê bi mij ê Garê û li gel helbestên xwe hevaltiya kesên ku di bin baranê de dimeşiyan, dikir.
Sofî, weke çîroka ‘’kesên bi rê ketine, ava wan derbas dibe, ez ji kesên ku xeyal kirine û çûne re mame’’ dihat bibîranîn. Digot ku ‘Me nekarî em qala kesên ku li çiyayên xwe şer kirine, bikin û wan bivîsin.’ Hestên wî yên telaşa demê, ecelekirin, parastin û serkeftinê; hişmendiya endamtiya ji heman malbat, heman serdem û heman şer bal dikişand.
Sofî, di bêhnvedaneke li bin siya dareke berûyê de bi gotina ‘Li xwe baş binêrin, ez ê dîsa werim’ xatir ji hevalên xwe xwest.
Sofî yê ku weke hevrêyekî jiyanekê tê bibîranîn, herî dawiyê di rêya Bergarê de li gel Bextiyar strana Mihemed Şêxo ya ‘’Ay lê gulê, ay gewrê’’ bi dengekî bilind digot…
Nureddîn Sofî di 6’ê Nîsana 2021’ê de li herêma Garê tevlî karwanê şehîdan bû.

