Dozên mîna windabûna Gulîstan Doku li Dersimê, kuştina Rojîn Kabaiş li Wanê û dîtina cenazeyê Narîn Guran li qeraxa çem pir caran, çareser nabin. Ev bûyer ne tenê dozên qanûnî ne; ew pirsgirêkên civakî û rewşa “bêdengî” ronî dikin. Her çend sûcdarên doza kuştina Narîn Guran hatin darizandin jî, rastiya ku hemû aliyên bûyerê nezelal mane hîn jî tê nîqaşkirin.
Elî Has parêzereke ku li Londonê dijî, ev “bêdengiya kolektîf” bi lîstika xwe ya “Bêdeng be” anî ser dikê. Lîstik li Şanoya Tower a Londonê hate pêşandan. Derhêneriya lîstikê ji hêla Bariş Celîloglu ve hat kirin û Ateş Togrul, Ata Berk Akşît, Denîz Ûlkû, Ezgî Bakişkan Bariş, Emre Gundogdu, Ezgî Koçer û Zehra Bîlgîn jî wek lîstikvan cih girtin. Muzîk ji hêla Vedat Yildirim endamê koma Kardeş Turkulerê û Cansun Kuçukturk endama Koma Bajar ve hatî amadekirin.
Lîstik çar rojan li Tower Theatreyê hate pêşandan. Lîstik bi mijara “Şêweya herî biqelebalix ê bêedaletiyê”, çîrokeke windabûn û bêdengiyê pêşkêşî temaşegeran kir. Di tevahiya lîstikê de, pirsên wekî “Bêdengî kî diparêze? Sûcdarê rastîn kî ye?” ji temaşegeran hatin pirsîn û armanc ew bû ku bi rastiyê re rû bi rû bimînin.
Zimanê laş, kukla û rîtm li ser dikê hatin bikar anîn. Vedat Yildirim û Cansun Kuçukturk jî bi muzîka zindî atmosfera lîstikê xweştir kirin.
Elî Has berê di lîstika xwe ya bi navê “Ez Bi Hêsanî Namirim” de mijara asîmîlasyonê anîbû rojevê. Di “Bêdeng be” de, ew li ser bêdengiya civakî û berpirsiyariya kolektîf disekine. Lîstik li ser çîroka zarokekî winda birêve diçe. Li vir ne tenê sûcdar, di heman demê de bêdengî û hevkariya civakê jî nîşan dide. Lîstik temaşegeran teşwîq dike ku bifikirin û bipirsin.
Ji ber vê taybetmendiya xwe ‘Bêdeng be.’’ Bes ne berhemeke daramatîk e; di van cînayetan hemûyan de armanc dike ku ku rûbirûbûna civakî pêk bîne. Dema ku dibêje ‘’rewşa herî biteqereq a bêedaletiyê’’ jî ji dualîteya bêdengî û biteqeregê paradoksekê ava dike ûli bersiva pirsên weke ‘’Bêdengî wê kê biparêze? Sûcdarê rastîn kî ye? Yên bêdeng yan yên hatine bêdengkirin?’’ digere. Lîstik her çend bûyereke diyar bi awayekî rasterast pêşkêş neke jî li gel mijarên bêdengiya civakî ya ku li ser erdnigariyên cuda bi heman awayî tên nîqaşkirin, paraleliyekê ava dike.
Her wiha ji di lîstikê de ji sûcê takekesî wêdetir balê dikşîne ser failê ku bi destê pergalê ve hatiye afirandin; sûc û wijdan, ji şexsan berê xwe didin avaniya civakî. Di vê lîstika ku bêdengî û wijdan tên lêpirsîn de, tê nîşandan ku wijdanên ku veguherîne prototîpeke dewletê yên biçûk vediguherin rastiyeke pergala serweriya civakê dike.
Li gel karektera Nazli a ku lîstikvana zarok a bi navê Denîz Unlu wê dilîze, lîsstika ku tê pêşkêşkirin, li ser karekterên din bi gotinên weke ‘’Bêdengî ji qîrînê xirabtir’’, ‘’Min bi kîjan bêdengiyê zarokê kî jê stand’’, ‘’Bêdengî kete nava nebûna te’’ balê dikşîne ser failên pergalî yên cînayetan. Bi vê rêyê mekanîzmayên ku nayên dîtin yan jî nayên qebûlkirin bi saya karekteran derdikevin holê û tên nîşandan.
Li gundê ku çîrok lê derbas dibe, bi rêya figurên weke mixtar, mela, mutehîd, parlamenter, dozgerû dadger aliyên sûcî yên sîstematîk û civakî tên nîşandan. Krîza kûr û zexta civakî yên ku ji aliyê tundiya li ser jinan ve hatine afirandin, bi awayekî zêde radixe ber çavên temaşevanan û dide hîskirin. Tirsandina Nazliyê ya ji aliyê dayîka wê ve ya bi gotina ‘’Deriyê dewletê, deriyê hevjînî ye’’ û bi replîka ‘’Ger çiya li dijî gund derkeve wê zuwa bibe’’ re neqilkirina tirsê ya di navbera nifşan de tê nîşandan.
Muzîka govendê ya Kurdî ya bi navê “Delalên Gundê Me Beso” a ku piştî ku Nalîn winda dibe û di dema dîtina cenazeyê wê de tê gotin, vediguhere zêmareke ku rastiya erdnigariyekê nîşan dide û berê temaşevanan dide xemgîniyeke kûr.
Temaşevanan di lîstikê de nekarî failî bi kesekî re sînordar bike; bûyer bi awayekî tam nehate eşkerekirin. Lê belê sûc bes ne bi kesekî re bi gelek fail û gumanbaran re rû bi rû dimîne. Di dawiya lîsikê de zêdebûna gumanbaran û failan, têgehên civak û hêviyê yên di nava vê hesabpirsînê de derdikevin pêş.
Karekter û gundê biçûk yên lîstîka ‘’Bêdeng be’’ a ku bi gotina ‘’Rewşa herç biteqereq a bêedaletiyê’’ derdikeve li hemberî temaşevavan, ji bo Kurdistaniyan ne biyanî ye; bêdengiya li gundên ku pergal û desthilatdarî ketine nava hevûdu qet jî nayê naskirin.

