Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranî, ragihand ku liqa 26’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê bi serokatiya dadwer Îman Efşarî, cezayê darvekirinê bi ser Bîta Hîmetî û çar kesên din ên malbata wê Mihemed Reza Mecîdî (hevjînê wê), Emîr Hîmetî (birayê wê), Bêhrûz Zemanî û Kuroş Zemanî Nejad de biriye.
Her 5 girtî ku di xwepêşandanên dawî de hatibûn binçavkirin, bi tometa ‘têkdana ewlehiya neteweyî û propagandayê li dijî dewletê’ cezayê darvekirinê û desteserkirina serwet û milkên wan li ser hatine birîn. Di biryarnameyê de tu belgeyeke yasayî û hûrgilî li ser tometên ku li wan hatine barkirin, nehatiye nîşandan.
Hate diyarkirin ku girtî di dema lêpirsînê de ji bo wergirtina îtîrafên bi zorê, di bin zextên giran ên fîzîkî û derûnî de hatine hiştin, her wiha di tevahiya pêvajoya dadgehkirinê de ji mafê parêzerê serbixwe bêpar mane. Ev şêwazê dadgehkirinê wekî binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û yasayên navneteweyî tê pênasekirin.
Di 28’ê Kanûna 2025’an de, li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandanên girseyî destpê kirin û nêzîkî 22 rojan berdewam kirin. Xwepêşandan ji bo daxwazkirina mafên rewa yên gelan bûn, lê rejîma Îranê bi gulebaran, girtin û derxistina cezayên giran bersiva daxwazên welatiyan da.

