Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê merasîma bibîranîna Ehmed Huseynî di 40 rojiya wî de li dar xist. Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer, endamên Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û Hediya Yûsif, endamên HRRKˊê û Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê, Desteya Çandê, Yekitiya Nivîskaran, kesayetên rewşenbîrî û hunerî yên serbixwe, kesayetên olî, partiyên siyasî, bijîşk, şanonivîs û hunermend tev li merasîmê bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzigirtinê dest pê kir. Piştre, endamê HRKKˊê Kemal Necim axivî û got: “Em îro li hev civiyane da ku helbestvanekî ku jiyana xwe ji bo xizmeta wêjeya Kurdî terxan kiriye bi bîr bînin. Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî di dilê hezkiriyên xwe û hevalên xwe de valahiyek mezin hiştiye, bandorek kûr û nebûneke berbiçav di dîroka wêje û zimanê Kurdî de hêlaye.”
Biraziya helbestvanê Ehmed Huseynî, Meha Huseynî jî got: “Ew ap, bav û bira bû, ji wê zêdetir hevalekî durist bû. Cûdahiya temenê di navbera me de ne zêde bû. Ew ne mirovekî normal bû, di hezkirina xwe de comerd bû, tijî ruh bû.”
Ji Swêdê jî, hevajîna Ehmed Huseynî, Anahîta Şêxî di peyameke vîdyoyî de axivî: “kolana Kurdan piştî koça dawî ya şêxê helbesta Kurdî Ehmed Huseynî, di jiyan, nexweşî û koça dawî ya wî de helwesteke mezin nîşan da. Vê girêdanê dîmenek da ku hêjayî ked û hewldanên Ehmed bû.”
Li aliyê din jî, endamê Desteya Çandê Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku “ew nehatine vir ku bêjin helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ji nav me bar kiriye. Gelo helbestvan Ehmed Xanî yan Melayê Cizîrî yan Cegerxwîn an Mihemed Şêxo ji nav me çûne? Ew li ser refikên pirtûkxaneyan hene; em rojane wan dixwînin û guh didin wan, ji ber ku ew bi afirîneriya xwe di nav me de zindî ne û ev delîl e ku gelê Kurd gelekî zindî ye.”
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî jî got: “Em zarokên vê bîranîna ku qet venamere ne. Di 40 rojiya Ehmed Huseynî de, ne ji bo xatirxwestinê ji mirovekî kom dibin, lê belê wî eê li hemberî pirseke mezin hişt û çû ku çawaˋ Peyvek çawa dikare bibe jiyan?ˊ Hin kes hene ku di bîranînê re derbas dibin û hin kes hene ku dibin bîranîn bi xwe ne. Ehmed Huseynî ne rêwî bû, lê belê bîranînek bû ku di nav mirovan de dimeşiya. Ew ne helbestvanek bû ku helbestek dinivîsand, lê belê helbestek bû ku dijiya.”
Endama Desteya Serokatiyê PYDˊê Foza Yûsif jî got: “Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî li hember polîtîkayên qirkirina çandî yên ku gelê Kurd armanc digirtin şoreşger bû. Wî bi israr hewl da ku ziman û wêjeya Kurdî vejîne. Siyasetên ku ji hêla dewleta Sûriyeyê ve dihatin meşandin, nemaze di bin desthilatdariya Partiya Baasˊê de, hewl didan ku zimanê Kurdî li Rojava ji holê rakin û pêşî lê bigirin, lê helbestên Ehmed Huseynî şêweyekî ji şêweyên berxwedana li dijî wan bû.”
Foza anî ziman ku “gelek kesan dev ji rûbirûbûna wan polîtîkayan berda, lê kesayetiyên mîna Ehmed Huseynî beşdarî avakirin û pêşxistina evîna wêje û zimanê Kurdî di nav gel de bû. Ji ber vê yekê em deyndarê wî ne, kesên mîna wî roleke mezin di parastina nasnameya me de dilîzin.”
Foza di dewama axaftina xwe de got: “Dema Huseynî vegeriya Rojava min ew dît. Ji min re got ˋDi dilê min de hesretek ma ku min nikarî bi zimanê xwe serbest biaxivim, her tişt qedexe bû. Lê niha dixwazim helbestên xwe bi azad bixwînin û ji bo ku ji vê hesretê derdikevin, ez vegeriyam Rojava.”
Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî di 10’ê Adarê de li paytexta Swêdê, Stockholmê, di 71 saliya xwe de, piştî 3 salan ji ber pençeşêra pişikê êş kişand, koça dawî kir.
Ehmed Huseynî helbestvan û rojnamevanekî Kurd e, di sala 1955’an de li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Li Şamê felsefe xwend û di salên 1970’an de dema ku li Beyrûtê bû, ji aliyê helbestvan û seydayê nemir Cegerxwîn ve bandor bû. Di dema rejîma Baasê de rê li pêşiya karê wî hate girtin, ji ber vê yekê di sala 1989’an de koçî Swêdê kir.
Ehmed Huseynî di sala 2004’an de li Ewropayê di damezrandina Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan de alîkarî kir, piştire di 2016’an de vegeriya Rojava û li wir di warê rewşenbîriyê de çalak bû. 15 pirtûk nivîsandin û berhemên wêjeyî wergerandine, di nav de romaneke Selîm Berekat jî hebû. Di 2023’yan de bi nexweşiya penceşêrê ket û ji bo dermankirinê dîsa neçar ma ku biçe Swêdê.
îXW

