Bajarên girîng ên Rojavayê Kurdistanê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di salên 2018 û 2019’an de di encama êrîşên giran ên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê de hatin dagirkirin. Bi dagirkirina Efrînê (2018) û Serêkaniyê û Girê Spî (2019), bi hezaran sivîl hatin kuştin, birîndarkirin an jî ji cih û warên xwe bûn. Beşek mezin a gelê herêmê xwe spart kampa Şehbayê, beşek din jî li taxên Helebê û bajarên din ên Rojavayê belav bûn. Bi hezaran malbat bi salan di bin şert û mercên giran de li kampên koçberan jiyana xwe domandin.
Yekser piştî dagirkeriyê, malbatên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ji Humus, Xûta (dora Şamê), Dêrazor, El-Miyadîn a li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê, Dera û herêmên din anîn û li van bajaran bi cih kirin. Hin komên Tirkmen jî bi taybetî anîn Efrînê. Bi vî rengî li herêmê guhertineke demografîk a sîstematîk hat kirin. Mal, baxçeyên zeytûnan û zeviyên gelê Kurd ê herêmî hatin desteserkirin; herêm ji bo çeteyan bû “qada talanê”.
Dewleta Tirk li herêmên navborî hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî ve dagirkeriya xwe ya rasterast ava kir. Ji Tirkiyeyê rêveber hatin şandin û di asta “parêzgeriyê” de saziyên rêvebirinê hatin avakirin. Dadgeh, polîs û saziyên sivîl bi awayekî derqanûnî ji navenda Tirkiyeyê hatin birêvebirin.
Di nava 8 salên dawî de li Efrînê hema hema tu şopa nasnameya Kurdî nehat hiştin. Perwerdehiya Kurdî bi temamî hat rakirin, navên cihan hatin Tirkîkirin û qadên giştî bi alên Tirkiyeyê hatin xemilandin.
Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan û Rêveberiya Xweser a Rojavayê, girtinên keyfî, tundiya li ser jinan, destdirêjî, revandina mirovan, daxwaza fidyeyê, bertîl û gendelî bûne beşek ji jiyana rojane. Efrîn a ku berê bi çanda xwe ya dewlemend dihat naskirin, bû qada îşkence û zordariyê; bi talankirina milk û daristanan û desteserkirina zeytûnan wekî “desketî”, herêm ji aliyê aborî ve jî hat hilweşandin.
Sîstema aborî û perwerdehiyê bi fermî hat guhertin. Wekî berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk, Lîreyê Tirkiyeyê wekî pereyê neçar hat qebûlkirin û zimanê perwerdehiyê bû Tirkî. Kurdî bi temamî ji perwerdehiyê hat derxistin; li dibistanan zimanên Erebî û Tirkî hatin ferzkirin.
PEYMANA 29’Ê ÇILEYÊ- XALA 14’AN
Ev tabloya tarî, di 29’ê Çileya 2026’an de bi peymana 14 madeyî ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Demborî ya Sûriyeyê de hat îmzekirin, hinekî hêviya guhertinê da. Bi taybetî Madeya 14’an a peymanê, bidawîkirina dagirkeriya li hinek bajarên Rojavayê Kurdistanê û vegera bi ewle ya welatiyên koçber dikişand ber çavan. Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê yên Helebê û herêma Şehbayê di vê çarçoveyê de bûn.
Li gorî peymanê, mehek piştî bidawîbûna dagirkeriyê, diviyabû vegera koçberan a ji bo ser axa wan bihata dabînkirin. Her çend nêzî sê mehan di ser peymanê re derbas bûbe jî, raporên Rêveberiya Xweser û rêxistinên navneteweyî nîşan didin ku binpêkirinên giran ên mîna guhertina demografîk, desteserkirina milk û astengkirina vegera sivîlan hîn jî berdewam dikin. Tevî vê yekê jî, pêvajoya vegerê bi sînor be jî dest pê kir.
JI 9’Ê ADARÊ Û VIR VE QEFLEYÊN VEGERÊ
Gava yekem a berbiçav di 9’ê Adara 2026’an de hat avêtin. Qefleya yekem a ji nêzî 400 kesî pêk dihat gihîşt Efrînê. Piştî vê, di 4’ê Nîsanê de qefleya duyem a 200 kesî hat. Di 14’ê Nîsanê de jî konvoya herî mezin a ji herî kêm 800 malbatî pêk dihat vegeriyan ser axa xwe. Heta niha zêdetirî 1400 malbat vegeriyane Efrînê. Herî kêm 5 hezar malbatên din jî hîn li bendê ne ku vegerin.
Malbatên Efrînî yên ku di 8 salan de 4 caran hatine koçberkirin, bi hêviyeke mezin vegeriyan ser axa xwe, lê dîsa jî negihîştin malên xwe. Malbatên çeteyan ên ku berê li şûna wan hatibûn bicihkirin, hîn jî malan vala nakin.
MALBATÊN KU NIKARIN BIKEVIN MALÊN XWE, LI CEM XIZMÊN XWE AN JÎ LI KAMPAN DIMÎNIN
Malbatên ku li derve mane an xwe spartine cem xizmên xwe, an jî li kampên ku ji aliyê Qatar, Tirkiye, Filistîn û Kuweytê ve li gundê Kefrûm ê navçeya Şerayê hatine avakirin û wekî “malên mêtingeriyê” tên naskirin, bi cih dibin.
Di van kampan de binesazî kêm e, pêdiviyên bingehîn nayên peydakirin û mercên paqijiyê gelekî xirab in. Li gorî çavkaniyan, ji zêdetirî 1400 malbatên ku vegeriyane, tenê 500-600 malbat karibûne bikevin malên xwe.
ÇETE JI MALAN DERNAKEVIN, PEREYAN DIXWAZIN
Yek ji rayedarên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, tiştên diqewimin wiha tîne ziman: “Çeteyên biyanî yên ku berê li wir hatine bicihkirin, ji malan dernakevin. Serweriya Şamê ya li wir şiklî ye. Hêza wê tune ye. Bi zextê nikare biyaniyan ji wir derxe.”
Şêxo diyar dike ku bi komên ji Dêrazor û Miyadînê re yên ku di serdema dagirkeriyê de li herêmê hatine bicihkirin re ji bo valakirina malan civîn hatine kirin, lê hêzeke sepîner tune ye. Şêxo dibêje: “Di navbera eşîran an jî rûspiyan de jî civîn hatin kirin. Lê kesê ku vê bi cih bîne tune ye. Dernakevin û ji gel pereyan dixwazin. Hêzeke ku wan ji wir derxe tune ye. Gelê ku vegeriyaye jixwe koçber e; hêza wan tune ye ku van pereyan bidin.” Çete ji xwediyên malên ku desteser kirine, di navbera 3 hezar û 5-10 hezar dolaran de pere dixwazin. Yên ku pere nedin nikarin bikevin malên xwe.
KRÎZA EWLEHIYÊ Û TALAN DIDOME
Yên ku vedigerin bi êrîşên li ser malên xwe, dizî û talankirinê re rû bi rû dimînin. Îbrahîm Şêxo hişyariyê dide û dibêje: “Êrîşî malên gel dikin. Pere, telefon an jî zêr tên dizîn. Welatiyekî ji wir dema ji bo xebatê diçe gundekî din an cîhekî din, rê li ber dibirin, dest û lingên wî û çavên wî girêdidin û îşkence dikin. Bûyerên bi vî rengî zêde bûne. Heta niha hesab ji kesên ku van sûcan kirine nehatiye xwestin.”
Her çend divê ewlehî ji aliyê hêzên ewlehiya hundurîn ve bihata dabînkirin jî, heta niha di bi dehan bûyerên dişibin hev de sûcdar nehatine tespîtkirin an jî lêpirsîn nehatiye kirin. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku serweriya rêveberiya Şamê ya li herêmê têrê nake û çeteyên dewleta Tirk hîn jî kontrola de facto di destê xwe de digirin.
LI SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ TABLO TARÎTIR E
Li Serêkaniyê rewş ji Efrînê ne cudatir e. Bajarê ku bi berxwedana xwe ya destanî ya di sala 2012-13’an de li dijî El-Nusra û di 2014-15’an de li dijî DAÎŞ’ê tê naskirin, di sala 2019’an de hat dagirkirin. Bi hezaran malbat li kampên Serêkaniyê, Waşokanî û Newroz ên li herêma Cizîrê bi cih bûn. Dîmenên ku di demên dawî de li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku çeteyan malên desteser kirine talan kirine, derî û pencerên wan jê kirine û hin mal bi qasî ku neyên çêkirin rûxandine. Malbatên çeteyan ên li wir bi awayekî eşkere gefan dixwin û dibêjin: Em dernakevin, vir milkê me ye. Em nahêlin kes bê vir. Hatibû ragihandin ku ji bo Serêkaniyê jî dê komîsyonek were avakirin, lê amadekarî hîn jî berdewam dikin. Li Girê Spî jî desteserkirina milk û gefên bi vî rengî didomin.

