Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî got, “Desthilatdarî bûyerên li Mereş û Sêweregê bi nêzîkatiyeke dûrî ji cidiyeta rewşê, bi nedîtina jihevketina civakî dike amûrek ji bo rewakirina polîtîkayên zextê û nixumandina pirsgirêkên avanî.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Giştînameya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi mijara ‘Tedbîrên Ewlekariyê li Dibistanan û Derdora Wê’ hate weşandin, bi wî mejî hatiye amadekirin ku dixwaze dibistanan bike weke ‘girtîgeha nîv vekirî’ yan jî ‘leşkergehê’.”
DEM Partiyê destnîşan kir ku tundiya li dibistanan nabe ku tenê weke pirsgirêka “asayîş û ewlekariyê” bê dîtin û got, “Ji ber ku dibistan ne qadeke cemaweriyê ya ji rêzê ye ku sûc lê tê kirin; qada perwerdeya bingehîn e ku karakter, nasname û têkiliyên civakî yên zarok lê ava dibe.”
DEM Partiyê got, “Ji ber vê yekê çareserî zêdekirina tedbîrên ewlekariyê yên polîsî nîne; çareserî ew e ku xizmetên rêbertiyê bêne zêdekirin, mekanîzmayên şêwirmendiya psîkolojîk bêne berfirehkirin, rîska zû bê tespîtkirin û dibistan bê demokratîkkirin.”

