Sêşem, 16 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Îmraliyê bi Kûrtûlmûş re rûnişt: Qanûna Çarçoveyê divê tavilê bê derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya ‘Mîtîngên Azadiyê’ diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê ji DEM Partiyê banga ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên ji bo 33’yemîn Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniyê yên Rojnamevaniyê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî wê îro bi Barrack û Barzanî re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Neçîrvan Barzanî, Mezlûm Ebdî û Tom Barrack li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê şehadeta fermandar Kawa Şengalî ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan li Kasselê bi coş hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E ji bo ‘Festîvala Jinan a Zîlan’ banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dêrikê konsera ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrî: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan a ku ji Heilbronnê derket rê li Darmstadtê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kedkarên beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê bûn: Em daxwaza aştiyê dikin
Rojane

Kedkarên beşdarî mitînga 1’ê Gulanê ya Amedê bûn: Em daxwaza aştiyê dikin

Kedkarên ku di 1’ê Gulanê de derketin kolanan daxwazên xwe li dijî mêtina kedê, krîza aborî ya kûr dibe û bêewlehiyê anîn ziman û diyar kirin ku divê dewlet ji bo pêşvebirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd gavan bavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê  bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li gelek bajaran hatin lidarxistin. Yek ji bajarên ku pîrozbahî lê hat lidarxistin Amed bû. Bi hezaran kes li qada mitîngê daxwazên xwe anîn ziman. Di mitînga ku bi şîara ‘Ji bo civaka demokratîk em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin’ hat lidarxistin de, nerazîbûn nîşanî kedxwariyê dan û xwestin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bên avêtin. Beşdaran bal kişandin ser krîza aborî, enflasyona bilind û newekheviya dahatê.

 

Kedkarên ku beşdarî mitîngê bûn ji ANF’ê re axivîn.

BAL KIŞANDIN SER AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Hamît Onûr ku yek ji kedkarên ku beşdarî mitîngê bû, bal kişand ser ne çareserî û ne zelaliya pêvajoyê. Onûr diyar kir ku daxwazên wan zelal in. Onûr anî ziman ku ew civakek demokratîk, dadwer û wekhev dixwazin û got: “Em tenê ji bo pîrozbahiyê nehatine vir. Daxwaz û hêviya me civakek demokratîk, dadwer û wekhev e. Tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewime ji şerekî wêdetir e; hewl didin erdnîgariya me vegiherînin çembera ji agir. Em li dijî zîhniyeta ku dixwaze ev welatê mîna bihuştê veguherîne dojehê li vir in. Lê divê were zanîn ku ti planên tarî li hember berxwedana vî gelî bi ser nakeve. Em jiyaneke azad, jiyaneke hevpar û jiyaneke bi rûmet dixwazin. Divê karker jî li vî welatî jiyaneke bi rûmet bijîn. Ji bo vê divê pirsgirêkên ku bi salan e li vî welatî kom bûne bên çareserkirin. Nêzî salek û sê meh berê pêvajoyek hat destpêkirin. Lê me di vê pêvajoyê de ti gavên şênber nedît. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ger îro gav neyên avêtin, tiştê ku em ê sibê winda bikin dê pir mezintir be û em ê hemû di bin vê de bimînin.

Em ji vir bi eşkereyî bang dikin: Divê ji bo rizgariya civakê, ji bo ku karker jiyaneke bi rûmet bijîn û mirov bê xem bijîn gavên şênber bên avêtin. Em hemû di heman keştiyê de ne. Ger ev keştî noqî avê bibe em”ê hemê bi hev re noqî avê bibin. Ji ber vê divê rayedar tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Peyamên Birêz Abdullah Ocalan di vê wateyê de zelal in û ev bang ne tenê ji bo vî welatî ji bo hemû mirovahiyê ye. Divê guh bidin vê bangê da ku civak bikaribe derkeve ronahiyê.”

‘EM DI BACÊ DE EDALETÊ DIXWAZIN’

Karker Mehmet Badir Ozer bal kişand ser bandorên wêranker ên krîza aborî li ser karkeran. Ozer diyar kir ku ew her sal di bin giraniya enflasyona zêde û barên giran ên bacê de tên eciqandin û got, “Wekî karker em îsal jî, mîna her salê neçarî mêtingeriya kedê hatin kirin. Yên ku li hemberî enflasyonê tên eciqandin û bi bacan tên xeniqandin, em in. Keda ku me bi xwêdana xwe qezenc kiriye ji destên me tên girtin. Mafên karkeran qûrbanî enflasyon û bacê tê kirin. Em ji bo wate û girîngiya 1’ê Gulanê zindî bihêlin li vir in. Lê divê em ne tenê ji bo rojekê, her rojê têbikoşin. Ji ber ku pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin mezin dibin. Asta xizaniyê li holê ye, mûçeya kêm li holê ye û enflasyon li holê ye. Êdî mirov nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Karker nikarin debara xwe bikin, ew nikarin heqê keda xwe bistînin. Ez ji vir bang li rayedaran dikim: Keda karkeran xesp nekin. Yên ku li vî welatî hilberînê dikin em in. Ger karker tine bin, ev pergal nikare bijî. Em dixwazin bi awayekî mirovî bijîn, em heqê keda xwe dixwazin. Em ê têkoşîna xwe di vî warî de bidomînin.”

DAXWAZA KARÊ BI EWLE û QADROTIYÊ KIRIN

Karkerê şaredariyê Celal Dogan jî bal kişand ser taşerontiyê, şert û mercên kar ên ne ewle. Dogan diyar kir ku ew bi salan e li dijî windakirina mafên xwe têdikoşin û daxwazên wan wiha anî ziman: “Wekî karkerê şaredariyê, em bi salan e bi mêtingeriyê re rû bi rû ne. Wekî karkerên ku di şîrketên şaredariyê de dixebitin, em di şert û mercên ne diyar, ne ewle û mûçeya kêm de dixebitin. Ev rewş êdî nayê domandin. Wekî karker, em dixwazin jiyanek mirovî bijîn. Behsa pergala cîhanî ya nû tê kirin, lê di vê pergalê de cihê karkeran hîn jî di binî de ye. Em dixwazin heqê keda xwe bigirin û mûçeyên ku em heq dikin bigirin. Jiyan di vê hawîrdora enflasyonê de her ku diçe dijwartir dibe. Ji ber vê yekê, divê em têkoşîna xwe berfireh bikin. Yek ji daxwazên me yên sereke ew e ku karkarên şîrketên şaredariyê bikin qadro. Divê pergala taşerontiyê ji binî ve bê rakirin. Timî bi peymanan û karên bê ewle xebitandin nayê qebûlkirin. Divê mafên hemû karkeran bi qanûnî bên misogerkirin.

Divê sîstemeke mûçeyên dadwer bê avakirin ku her kes ji bo keda xwe tezmînateke dadwer werbigire. Em ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya çîna karker têdikoşin. Em jiyaneke mirovî, şert û mercên xebatê yên dadwerî û pêşerojeke ewle dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Suzan Akîpa: Ji bo mafê hêviyê divê demildest sererastkirinên qanûnî yên pêwîst pêk bên
Nûçeya Pişt re Şahidê şehadeta Karasûngur û Bîlgîn: Armanca wan yekîtî bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku sala borî li Bendava Tişrînê di êrîşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Kongreya neteweyî teqez wê pêk were

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir got, “Birêz Ocalan diyar dike ku dermanê Kurdan kongreya…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzvanê Tuncay Sonel hate girtin

Parêzvanê waliyê berê Tûncay Sonel ê di çarçoveya lêpisîna Gulistan Dokûyê de hatibû binçavkirin, hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta Îmraliyê bi Kûrtûlmûş re rûnişt: Qanûna Çarçoveyê divê tavilê bê derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bernameya ‘Mîtîngên Azadiyê’ diyar bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi Nûman Kûrtûlmûş re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê ji DEM Partiyê banga ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?