Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ragihand ku ew plan dike hejmara leşkerên Emerîkî yên li Elmanyayê ji ya hatiye eşkerekirin bêhtir kêm bike. Trump li West Palm Beach a li Floridayê ji çapemeniyê re axivî û got, “Em zêdeyî 5 hezar leşkerî kêm dikin.”
Li gorî plana ku Pentagonê beriya rojekê eşkere kir, di 6 heta 12 mehên pêş de ji sedî 15 ê 36 hezar leşkerên DYE’yî yên li Elmanyayê bê kêmkirin ku ev yek bi qasî 5 hezar leşker e. Ev hebûna leşkerî hem ji aliyê mîmariya ewlekariyê ya li Elmanyayê hem jî aboriya herêmî krîtîk e.
Balkêş e ku biryar piştî rexneya Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz a li ser polîtîkaya DYE’yê ya têkildarî Îranê hate dayin. Merz diyar kirbû ku Washington xwedî stratejiyeke zelal nîne û Tehranê DYE “biçûk xistiye”.
Rêveberiya Trump jî bang li hevalbendên xwe yên li Ewropayê dike ku lêçûnên parastinê zêde bikin û îdîa dike ku parzemîn gelekî bi parastina leşkerî ya DYE’yê ve girêdayî ye.
Lê belê ev biryar li nava DYE’yê jî bû sedema nîqaşê. Serokên Komarger ên Komîsyonên Xizmetên Çekdarî yên li Senato û Meclîsa Nûneran Mike Rogers û Roger Wicker hişyarî dan ku plan “Peyameke şaş dide Vladimir Putin.”
Herdu kesayetan diyar kirin ku kapasîteya parastinê ya Ewropayê hîn bi têrkerî xurt nebûye û vekişîn wê zextê lawaz bike.
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Boris Pistorius jî anî ziman ku vekişîna leşkerên DYE’yî “rewşeke dihate payin” e û destnîşan kir ku welatên Ewropayê divê ji bo ewlekariya xwe hîn bêhtir bi berpirsyariyê rabin.

