Duşem, 3 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    PÎK’ê: Ji bo parastina Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê yekîtiyê nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ku ji Îmraliyê vegeriya, wê sibê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li şûna helwesta ‘bisekine û bibîne’ divê em hîn çalaktir bin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên Marunisê li ber madena li Çiyayê Katoyê rabûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Çaginli yê PKK’yî û Ozmaya yê YPG’yî taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê: Divê qirkirina Êzidiyan bê nasîn û Şengal ji nû ve bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê jiyan sekinî, ji bo şehîdên Fermanê mûm hatin pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PJAK’ê daxuyaniya Şengalê: Gelê me divê bersiva êrîş û gefan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bo fermîkirina statuya Şengalê têdikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Civaka Êzidî li gel êrişan jî serî netewand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji DBP û TJA’yê daxuyaniya têkildarî ‘Tertele’yê: Îradeya berxwedanê hêz da gelê Kurd
Rojane

Ji DBP û TJA’yê daxuyaniya têkildarî ‘Tertele’yê: Îradeya berxwedanê hêz da gelê Kurd

DBP û TJA'yê di salvegera 89'an a Terteleya Dersimê de daxuyanî dan û diyar kirin ku komkujî li dijî tevahiya gelê Kurd hate kirin. Di daxuyaniyan de hate gotin, berxwedan îro jî îlhamê dide gelê Kurd.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), bi wesîleya 4’ê Gulana 1937’an ku weke roja destpêka fermî ya Terteleya Dersimê tê zanîn, daxuyaniyeke nivîskî da. DBP’ê di daxuyaniyê de hemû qurbaniyên qirkirina ku beriya 89 salan pêk hatibû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anîn û destnîşan kir ku Terteleya Dersimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e.

DBP’ê bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li dijî Kurdan û destnîşan kir ku qirkirina Dersimê ne tenê herêma derwêşan, di heman demê de tevahiya Kurdistanê kiriye armanc û wiha domand: “Qirkirina Dêrsimê ya ku ji aliyê rêveberiya nijadperest ve hate plankirin, hemû Kurdistan hedef girt. Ji ber ku îradeya berxwedanê, ruhê azadiyê û helwesta biryardar a ku li Dêrsimê hebû; hêz dida doza hemû gelê Kurd. Tevahiya cîhan haydar bû ku di nasnameya Dêrsimê ya rengîn de ji zilmkaran re îtaat, ji qirkeran re çokdan û ji dagirkeran re xizmetkarî tune bû.”

DBP’ê diyar kir ku avakarên komara yekperest li hemberî Kurdan hemû cûre rêbazên leşkerî û polîtîkayên asîmîlasyonê bi kar anîne û axa wan şewitandine. DBP’ê her wiha bal kişand ser nêzîkatiya zayendperest a li dijî jinên Kurd û wiha domand: “Tevî van hemû kiryaran, ti rêbaz û hêzê nikarîbû îradeya azadiyê ya gelê Kurd bişkîne. Ev îrade ji Elîşêr û Zerîfeyan, ji Seyîd Riza û Besêyan ji me re mîrate maye.”

DBP’ê di dawiya daxuyaniyê de girêdayîbûna bi tekoşîna jiyaneke wekhev û azad dubare kir. DBP’ê ragihand ku berxwedana dîrokî ya li Dersimê îro jî bi dirûşmeya ‘Di mirovbûnê de israr kirin’ didome û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tiştê ku desthilata înkarker û tuneker hilweşîne, tenê pergala komunal e. Divê gelê Kurd bi rêbertiya Birêz Ocalan bigihe jiyaneke wekhev û azad. Em weke Partiya Herêman a Demokratîk li ber bîranîna giyanên ku li Dêrsimê hatin qetilkirin bejna xwe ditewînin. Bila bê zanîn ku em ê têkoşîna wan bi biryardarî bidomînin.”

Tevgera Jinên Azad jî li ser hesabê medya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya bi biryarên 4’ê Gulana 1937’an destpê kir, heta sala 1938’an dewam kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes hatin sirgûnkirin û hate gotin, “Em hemû qurbaniyan bi bîr tînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e
Nûçeya Pişt re Hevdîtinên navbera Yewnanistan-Lîbyayê zêde bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe eşkere kir

YPJ'ê ragihand ku şervanên wan Berfîn Çem, Ahîn Dilgeş û Silav Ocalan di berxwedana li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hilbijartinên Gurcistanê welat bêhtir nêzî Moskowayê kir

Di hilbijartinên parlamentoyê yên li Gurcistanê de, partiya desthilatdar bi ser ket. Muxalefeta ku alîgirê…

Ji aliyê Stêrk TV

Komek ji aktîvîstên mafên mirovan ji Ewropayê çû Rojava

Komek ji aktîvîstên mafên mirovan ên ji welatên Ewropayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Endamê komê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

PÎK’ê: Ji bo parastina Şengalê û hemû herêmên Kurdistanê yekîtiyê nîşan bidin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê jiyan sekinî, ji bo şehîdên Fermanê mûm hatin pêxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta DEM Partiyê ku ji Îmraliyê vegeriya, wê sibê daxuyanî bide

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?