Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” nirxand û anî ziman ku qonaxa heyî ya Meseleya Kurd qonaxeke nû ya siyasî ye.
Kaçmaz peyama Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an bi bîr xist û anî ziman ku dewlet ji aliyê çareseriyê ve helwesteke “taloqkirinê” nîşan dide. Gulcan Kaçmaz pêşniyara “Koordînatoriya Siyasîbûn û Aştiyê” şîrove kir ku Devlet Bahçelî ji bo Rêber Apo anî ziman û destnîşan kir ku ev rewş gelekî girîng e, lê belê ev yek ne bi gotinê lê bi gav û qanûnên şênber bê kirin.
Parlamentera DEM Partiyê bi bîr xist ku di ser destpêkirina pêvajoyê re zêdeyî salek derbas bûye û helwesta bloka desthilatdariyê rexne kir ku xwe ji avêtina gava pratîkî vedigire û got, civak ne li benda sozên vala, lê li benda pratîka şênber e.
Gulcan Kaçmaz axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; “Em qala pêvajoyeke welê dikin ku gotin û pratîk li hev nayên. Gotin, piştî Cejna Remezanê, meha Nîsanê, meha Gulanê û taloq kirin. Em bi aqlekî bi vî rengî rû bi rû ne. Ev rewş di nava gel de dibe sedema bêhêvîbûn û bêbaweriyê.
Ya ku dawî li vê rewşa xitimandî bîne însafa dewletê nîne, lê hêza civakê bi xwe ye, gavên şênber e ku divê dewlet biavêje. Heta ku gavên şênber neyên avêtin wê pêvajoya çareseriyê bi lez bi pêş ve neçe.”
JI SALA 1993’AN Û VIR VE YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Parlamentera DEM Partiyê destnîşan kir ku ‘Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk’ a nava Kurdan ji bo pêvajoya aştiyê şertê pêşî ye û işaret bi koka dîrokî ya vê têkoşînê kir. Gulcan Kaçmaz diyar kir ku yekîtî ne projeyeke ku îro destpê kiriye û anî ziman, ku ji hewldanên bi pêşengiya Celal Talabanî (Mam Celal) ên sala 1993’an heta bi karên stratejîk ên 2003’an ku Mesûd Barzanî û Rêber Apo tevlî bûn, xwedî hişekî ye.
Gulcan Kaçmaz diyar kir ku ev karê berê hate kirin ji ber destwerdanên derve û pirsgirêkên navxweyî bi ser neket û got, “Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk nêzî salek e li xeta Bakur û Rojava karekî berfireh dike. Lê belê şert e ku ev kar bê zêdekirin. Astengiya herî giran a li pêşiya yekîtiya Kurdan ew e ku hin avanî û rêxistin berjewendiyên teng ên komî û îdeolojîk didin pêşiya berjewendiyên gel.”
‘MAF Û ZIMANÊ GELÊ KURD XETA ME YA SOR E’
Gulcan Kaçmaz bang li partiyên siyasî yên Kurd kir û ragihand ku yek ji astengiyên li pêşiya yekîtiyê ‘feraseta hin siyasiyan e’. Gulcan Kaçmaz destnîşan kir ku yekîtiya demokratîk rêziknameyekê yan jî sîwanekê li ser kesî ferz nake û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Em nabêjin werin bikevin binê vê sîwanê. Ev demokratîk nîne. Lê bellê em dibêjin: Îdeolojiya me cuda jî be divê xeta me ya sor statu, ziman û çanda gelê Kurd be. Bi taybetî li hemberî êrişên li ser Rojava gel li qadan ev ruhê yekîtiyê nîşan da. Nabe ku siyaset kêmî vê daxwaza gel bibe. Gel wezîfe û berpirsyariyek danî pêşiya siyasiyan.”
Parlamenter Gulcan Kaçmaz kaosa heyî ya li cîhanê û herêmê weke ‘Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ pênase kir û ragihand ku navenda vî şerî jî Rojhilata Navîn e. Gulcan Kaçmaz bi bîr xist ku beriya sed salî li Lozanê Kurd bê statu hatin hiştin, lê belê ev şert û merc îro guherîne û got, “Îro jî Lozaneke duyemîn li Kurdan tê ferzkirin. Lê belê Kurd ne ew Kurdên beriya sed salî ne. Em qala têkoşîneke welê dikin ku bi polîtîka, tecrûbe û berdêlên xwe bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Bêstatuhiştina gelekî ji 60 milyon mirovî wê aramiyê nîne herêmê. Çareseriya aştî û civaka demokratîk ku Birêz Abdullah Ocalan pêşniyar kir ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkiyeyê û gelên herêmê hemûyan yekane rêya rizgariya ji xeteriyan e.”
Gulcan Kaçmaz destnîşan kir ku Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk wê ji şaneya herî biçûk a civakê destpê bike, aştiyê ava bike û got, “Ji bo ev pêvajo karibe bi pêş ve biçe, avêtina ‘gava dîrokî’ ji aliyê aliyekî ve têrê nake; divê gav ji aliyê herdu aliyan ve di heman demê de bêne avêtin. Gavên ku avêtina wan timî têne taloqkirin, ji ber asîmetriya vê avaniyê ye. Li aliyê din nabe ku pêvajo bi temamî ji însafa dewletê re bê hiştin; di pêvajoyên aştiyê de xwedîderketina civakî gelekî girîng e. Lê belê ev xwedîderketin eger bi çarçoveyeke hiqûqî û siyasî neyê xurtkirin, pêvajo bi tena serê xwe nikare encamê bi xwe re bîne.
Meseleya ‘Yekîtiya Demokratîk’ jî ji homojeniyeke îdeolojîk wêdetir işaretê bi qadeke hevparbûyînê ya stratejîk dike. Lê belê di pratîkê de astengiya herî mezin a li pêşiya vê yekê jî hevrikiya siyasî, kêmaniya baweriyê û parçebûna avanî ye.”
Gulcan Kaçmaz diyar kir ku karên wan ên ji bo yekîtiya demokratîk wê dewam bikin û got, “Di vê çarçoveyê de 7’ê Hezîranê de li Cizîrê em ê komxebata ‘Pirsgirêkên Civakî û Pêşniyarên Çareseriyê’ lidar bixin ku Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Sêrt jî wê bikevin ber çarçoveya vê komxebatê.”

