Yekşem, 21 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agirê Jiyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Elman Demirovic piştgirî da pêvajoyê: ‘Pêwîstiyeke lezgîn e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka ÎHD’ê Oya Ersoy: Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Ocalan bê pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide
Kurdistan

Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

Amedspor piştî 16 salan derbasî Lîga Super bû û mohra xwe danî binê serketineke dîrokî. Serokê Kulûbê Nahît Eren got, "Ez bawer im, wê Amedspor di Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Amedspor ku di sala 1976’an de bi navê Melîkahmetspor ava bû, di nava salan de bû Diyarbakir Belediyespor û Diyarbakir Buyukşehir Belediye Diskispor, rabirdûya xwe ya têr û tijî bi derbasbûna li nava Lîga Super tacîdar kir.

Kulûb ku bi piştgiriya şaredariyê ji lîgên jêrîn bilind bû, di sala 2014’an de navê “Amed Sportif Faaliyetler” li xwe kir. Ev nav di heman demê de bû mohrek. Amedspor li gel zehmetî, zext û êrişên nijadperestî jî têkoşîna xwe ya li qadê dewam kir û niha derbasî Lîga Super bû. Bi vî rengî mohra xwe danîn binê serketineke dîrokî.

Serokê Kulûba Amedsporê Nahît Eren ji ANF’ê re axivî.

‘ŞAMPIYONIYÊ COŞEKE MEZIN LI HERÊMÊ AFIRAND’

Nahît Eren destnîşan kir ku şampiyoniya Amedsporê ne tenê serketineke sportîf e û hestên xwe vegot: “Hesteke bêhempa ye. Piştî ku şampiyoniya me bi maça Igdirê diyar bû, li seranserê herêmê, li bajarên me hemûyan coşeke gelekî mezin afirî. Vê yekê nîşan da ku me encamek bi dilê civaka xwe bi dest xistin. Hesteke mezin bû; ji ber ku zexteke giran li ser me hebû, streseke gelekî mezin hebû. Sedema vê jî ew bû ku bendewariya civakê îsal gelekî zêde bû ku Amedspor derbasî Lîga Super bibe. Me bersiv dan vê bendewariyê, lewma em gelekî rehet bûn.”

‘EV SERKETIN BERHEMA GEL Û ALÎGIRAN E’

Eren serketina ji bo çûyîna Lîga Super weke encama kedeke kolektîf pênase kir û bi taybetî işaret bi rola alîgiran kir: “Rêwîtiya ku bi salan bi rêeberiya Amedsporê, bi tîmên teknîkê û bi lîstikvanên xwe ji lîgên jêrîn destpê kir, îro bi Lîga Super tacîdar bû.

Ez spasiya her kesî dikim ku di vê demê de ked dan. Lê belê spasî û pîrozkirina herî mezin heqê vî gelî ye, heqê van alîgiran e. Di nava her şert û mercî de xwedî li tîma xwe derketin, stad dagirtin û l deplasmanan jî bi tenê nehiştin. Lewma para herî mezin a vê serketinê ya wan e. Ev serketineke kolektîf e lê belê yekbûna li dora hev a civakê faktora diyarker e.”

‘AMEDSPOR NE TENÊ KULÛBEK E’

Eren diyar kir ku Amedspor kulûbeke sporê a klasîk nîne û got, “Em Amedsporê ji tîmekê bêhtir dibînin. Ji ber ku ev kulûb ji xaka lê ava bûye cuda nîne. Ti carî xwwe ji nirxên civakê, xwe ji pirsgirêkên civakê venegirt. Spor di heman demê de yek ji wan qadan e ku piştevaniya civakî lê tê dîtin. Em alîgirên xwe ne tenê weke temaşevanên maçê dibînin, em alîgirên xwe weke dengê wijdanê civakê dibînin.

Em bûn kulûbeke welê ku dem hebû me kuştina zarokan xist rojevê, dem hebû me tundiya li hemberî jinê kir rojev. Feraseteke me heye ku li ber tundî û sixêfan radibe. Lê mixabin ev sekna me dem bi dem bi rengekî cuda hate fêhmkirin; kulûba me krîmînînalîze kirin û êrişên nijadperestî lê hate kirin.”

‘LI GEL CIHÊKARIYÊ JÎ ME DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDAN’

Eren bal kişand ser qedexeyên li deplasmanê û êrişên nijadperestî yên ku li hemberî wan hatin kirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Gelek carna cihêkarî li Amedsporê hate kirin. Li deplasmanê destûr ji alîgirên me re nehate dayin ku bikevin stadê. Bi salan qedexeyên ku li cîhanê kêm caran hatiye dîtin li ser me hate ferzkirin. Li bajarên ku em diçûn wan deveran motîvasyoneke dijber dihate afirandin û weke ku em ji welatekî cuda hatine nêzîkatî dihate nîşandan. Ev rewşeke cihêkar bû.

Lê belê me li gorî pêvajoya ku welat di nav de li ber çavan girt û ji bo dijberiyê mezin nekin gelek tiştk mezin nekir. Li gel vê yekê jî me dest ji têkoşîna xwe bernedan û îro ev serketin bi dest xist.”

‘JI BO LÎGA SUPER DEM KÊM E, BERPIRSYARÎ MEZIN E’

Eren ragihand ku armanca wan a li nava Lîga Super ne tenê mayina li nava lîgê ye û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Amedspor kulûbeke ciwan e. Di Lîga Super de hin tîm hene ku temenê xwe sed salî ye. Ev lîg ji avaniya aboriyê heta bi kalîteya kadro asteke gelekî cuda ye. Ji binesaziyê heta bi tesîsan divê em xwe amade bikin. Lê belê demeke dirêj li pêşiya me nîne, lîg wê meha Tebaxê destpê bike.

Lewma ne tenê rêveberî, divê bajar bi temamî bi berpirsyariyê rabe. Amedspor xwedî bingeheke welê ye ku mînaka wê li Tirkiyeyê kêm e. Ji civaka sivîl heta bi rêxistinên pîşeyî mekanîzmayeke xwe ya şêwirmendiyê ya berfireh heye. Şert e ku em bi dînamîkên bajêr hemûyan re xwe ji vê pêvajoyê re amade bikin.

Em dixwazin ne tenê li Lîga Super mayinde bibin; em dixwazin xwe bigihînin rêzên jorîn û li Ewropayê vî bajarî temsîl bikin. Ev wê ne karekî hêsan be, haya me ji vê heye. Lê belê Amedsporê di demeke kurt de tecrûbeyeke girîng bi dest xist. Em ê bi aqlekî kolektîf, bi feraseteke ku her kes bi berpirsyariyê radibin rêwîtiya xwe dewam bikin.

Ev kulûb ji xwe re dike armanc ku li her derê ya herî baş bike. Ez bawer im ku Amedspor wê li Lîga Super performanseke serketî nîşan bide ku hêjayî wê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kedkarê Modernîteya Demokratîk Şukru Çatalbaş jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re ‘Em Sûriyeyeke bê YPJ qebûl nakin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kolombiyayê krîza hikûmetê: Petro banga îstîfakirinê li wezîran kir

Serokkomarê Kolombiyayê Custavo Petro, piştî civîna rakêşayî ku di destpêka hefteyê de bi wezîrên xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Zwanenberg îradeya aştiyê ya Rêber Apo silav kir

Roger van Zwanenberg ku li ser dîroka Efrîkayê gelek kar kiriye û pêşengî ji gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûdanê komkujî: Tê îdîakirin ku zêdetirî 2 hezar sivîl hatine kuştin

Tê îdîakirin ku Hêzên Piştevaniya Bilez ên paramîlîter li bajarê El- Faşir ê li herêna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Amedê ‘Jin û Îslam’ hate nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xelfetiyê daxuyanî: Em tevlî ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

FilmAmed destpê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?