Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan: Em ê ti carî dev ji têkoşîna xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Cemîl Kirbayir pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurkçu: Tevgera Kurd wê berê serdema nû diyar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK’ê ji bo girtiyê ku 65 kîlo winda kirine got: ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervanê armanca mezin: Armanc Xaçek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê cejnên Êzî û Şêşims bi girseyî hatin pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed, Êlih û Dîlokê meşa ziman: Ne waneya bijarte, statuya destûrî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Êlihê dayik û du zarokên wê hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê daxwaza perwerdeya bi Kurdî: ‘Bi milyonan zarok ji zimanê dayikê bêpar têne hiştin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê: ‘Pêwîst e jin bibin kirdeyên avaker’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Em Sûriyeyeke bê YPJ qebûl nakin’
Rojava

‘Em Sûriyeyeke bê YPJ qebûl nakin’

Ji Rêveberiya Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyan Egîd Efrîn diyar kir ku YPJ’ê bi têkoşîn û berdêlên dane hebûna xwe mayînde kiriye û got, “YPJ hêza parastinê ya jinan û gelên bindest e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

26’ê Nîsanê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava kampanyaya piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re ragihand. Di çarçoveya vê kampanyayê de ji Rojhilata Navîn û cîhanê rêxistinên jin û kesayetan bi name û daxuyaniyan piştgirî didin kampanyayê.

Yek ji rêveberê Akademiya Şehîd Deştî û Gaziyan Egîd Efrîn têkildarî mijarê axivî. Egîd Efrîn anî ziman ku weke gaziyan heya dawiyê piştgiriyê didin kampanyaya ji bo qebûlkirina statuya YPJ’ê û got, “Bêguman bêyî tevlîbûna YPJ’ê ji artêşa Sûriyeyê ya nû re, ne mimkun e em behsa Sûriyeyeke ku tê de hevgirtin, edalet û mafê gelan hebe bikin. Ji ber YPJ, temsîliyeta tevahî gelan û jinan dike. Lewma neqebûlkirina YPJ’ê tê wateya neqebûlkirina îrade û mafên gelan û tevahî jinan.”

Egîd Efrîn destnîşan kir ku yek ji taybetmendiya herî bedew, însanî û demokratîk a şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebûn, sekn, têkoşîn û fedakariya şervanên YPJ’ê ye û wiha domand, “YPJ weke hêzeke hemû jinan tê naskirin. Temsîliyeta xeta azadiyê, wekheviyê, edalet û demokrasiyê dike.  YPJ li ser esasê xeta parastina rewa, ji bo mafên jinan û tevahî gelan têkoşîneke di asta herî bilind de pêş xist. YPJ, bi qasî hêzeke leşkerî ye, ewqasî jî hêzeke îdeolojîk, demokratîk û aştiyê ye. YPJ bi van taybetmendiyên xwe îro jî dikare ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê bi roleke pir mezin rabe. Ji bo Sûriyeyeke hevgirtî û xurt hebûna YPJ’ê heyatî û dîrokî ye.”

Egîd Efrîn têkildarî têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de bal kişand ser berxwedana şervanên YPJ’ê û ev anî ziman, “Şervanên YPJ’ê di gelek şeran de berdêlên pir mezin dan. Li dijî hêzên paşverû yên weke DAÎŞ’ê û hevalbendên wê, fermandar û şervanên YPJ’ê pêşengî kirin. Di gelek şeran de em bûn şahidê vê. Me ji sekn, moral, cesaret û hêza YPJ’ê îlham digirt. Lewma neqebûlkirina YPJ’ê ya di nav artêşa Sûriyeyê ya nû de nayê pejirandin. Neqebûlkirina YPJ’ê, tê wateya neqebûlkirina îradeya jinan û tevahî gelan. YPJ temsîliyeta tevahî jinan û gelên bindest dike. YPJ hêza parastina tevahî jinan û gelên bindest e. Di nav artêşa Sûriyeyê û destûrê de cihgirtina YPJ’ê wê Sûriyeyê bi hêz bike. Pirrengî, bedewî û rengîniya şoreşê bi hebûna YPJ’ê û fedakariya şervanên jin pêk hat. Ti kes nikare vê înkar bike. Ev jî cudatiya Şoreşa Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê ya ji şoreşên din nîşan dide. Lewma taybetmendiyên civakî û demokratîk ên şoreşa me li pêş in.”

Egîd Efrîn da xuyakirin ku entegrasyona demokratîk wê bi qebûlkirina hebûna YPJ’ê ya di nav artêşa Sûriyeyê û destûrê de karibe bi ser bikeve û wiha domand, “Em heya dawiyê piştgiriya YPJ’ê dikin. Em Sûriyeyeke bê YPJ qet qebûl nakin. Entegrasyona demokratîk bi tevlîbûna YPJ’ê dibe. Bê tevlîbûna YPJ’ê entegrasyoneke demokratîk çênabe. YPJ pêşengtiyê ji şoreşê re dike. Şervanên YPJ’ê keçên vî gelî ne. Parastina nirxên jinan, gelên Sûriyeyê û mirovahiyê dikin. Bi hezaran şervanên leheng ên YPJ’ê di şerê li dijî dagirkeriyê û çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd û birîndar bûn. YPJ ji kesî ti heq û mafî naxwaze. Jixwe bi berdêl û serketinên xwe hebûna xwe mayînde û misoger kiriye. Hebûna YPJ’ê temînata ewlehiya hemû jinan e. Li ser vî esasî em weke hevalên gaziyên şer li rex YPJ’ê cih digirin. Ji bo qebûlkirina hebûna YPJ’ê ya di nav artêşê û destûra bingehîn de em ê jî heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide
Nûçeya Pişt re Di ‘startejiya têkoşîna li dijî terorê’ ya DYE’yê de Ewropa û çep bûn hedef
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûnê ji bo mitînga ku wê bi dirûşmeya, “Bi Rêbertiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî kir: Xwe bêdeng neke

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka navneteweyî kir ku li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya êrîşên li ser Efrîn-Şehbayê

Navenda Çapemeniyê ya HRE’yê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Dêrazorê bertek nîşanî girtina rêveberiyên perwerdehiyê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi parêzgarê Helebê re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?