Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê derbarê darvekirinên ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin de daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Mizgefta Mezin a li navçeya Sûrê hat dayîn. Dayîk, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.
Kudret Eryilmaz li ser navê dayîkan axivî û wiha got, “Vê mehê 130 ciwan hatin darvekirin. Ne Xwedê û ne jî ol vê yekê qebûl dikin. Tenê Xwedê dikare jiyana ku daye bistîne. Dayîkên ku ji vî şerî derketin qêriyan, ‘Bes e! Dilê me dişewite!’ Divê ev şer raweste. Bes e! Divê ew li Îranê darvekirina zarokên Kurd rawestînin. Em ji Bakur heta Rojhilat, li kêleka dayîkan in. Wekî Dayîkên Aştiyê, em ji vir bang dikin: Li dijî darvekirinan rabin! Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe li kêleka dayîk û gelê Rojhilat bin.”
Kudret Eryilmaz, diyar kir ku tu dayik zarokên xwe ji bo mirinê mezin nakin û got ku ew wekî dayik, li dijî van polîtîkayên şerê qirêj in. Kudret Eryilmaz, her wiha daxwaza azadiya Rêber Apo kir. Dayika Kudret ragihand ku ew ê roja Yekşemê saet di 13:00’an de derbarê “mafê hêviyê” de daxuyaniyek bidin û banga beşdariya li çalakiyê kir.

