Di sala 2020’î de li gundê Mehre yê Keldanî yê li Şirnexê Hurmuz û Şîmonî Dîrîl hatin qetilkirin û cenazeyê Şîmonî Dîrîl hate dîtin, lê belê cenazeyê Hurmuz Dîrîl hîn jî nehatiye dîtin. Yekane kesê ku li gund bi malbata Dîrîl re dima Apro Dîrîl piştî windakirinê bi 70 rojî hate girtin. Apro Dîrîl di îfadeya xwe ya destpêkê de hewl dabû bûyerê bixe stuyê PKK’ê, lê piştre dest ji vê îfadeyê berda bû. Doza têkildarî bûyerê dewam dike.
‘MALBATA DÎRÎL LI GUND BI DERFETÊN XWE JIYANA XWE AVA KIR’
Parêzerê dozê Rojhat Dîlsîz li ser rêveçûna dozê ji ANF’ê re axivî. Dîlsîz anî ziman ku malbata Dîrîl bi derfetên xwe çû gund, jiyana xwe ava kir û got, “Asûrî-KeldanÎ ku ji gelên qedîm ê gundê Mehre yê ser bi navçeya Elkê ya Şirnexê ne, di nava salan de ji ber zexta li wan hate kirin neçar man ku xaka xwe biterikînin. Ji vê civaka ku demekê li 13 gundan bû û bi hezaran kes bûn, îro tenê li gundekî tenê çend kes mane.
Hevjîn Hurmuz û Şîmonî Dîrîl ku sala 2014’an li gel zor û zehmetiyan bi derfetên xwe li gundê xwe vegeriyan, dest ji warê xwe bernedan. Lê belê 11’ê Çileya 2020’î piştî ku ji mala xwe derketin, careke din agahî ji wan nehate wergirtin. Piştî 70 rojî cenazeyê Şîmonî Dîrîl li kêleka çemekî li gund hate dîtin. Di dozê de têkildarî bersûcekî ceza hate birîn, du bersûcan jî berat kirin. Li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Şirnexê wê rûniştina duyemîn a doza heman bersûcan pêk were.”
‘GOTINÊN DESTPÊKÊ YÊN APRO DÎRÎL JI BO BEREVAJÎKIRINA BÛYERÊ BÛ’
Dîlsîz diyar kir ku îfadeya destpêkê ya Apro Dîrîl ku gotibû ‘PKK’ê bûyer kir’ ji bo berevajîkirina bûyerê bû û got, “Apro di îfadeya xwe ya destpêkê de bi israr gotibû ku endamên rêxistinê ew birin, dema ku ew li ber rabû jî gef lê xwarin û nehiştin pê re biçe. Ev gotin bi esasî ji bo astengkirina eşkerebûna bûyerê bûn, ji bo berevajîkirina hedefê bû û manîpulekirina bûyerê bû.
Mirovekî extiyar ku nikare baş bimeşe û nikare bibihîze, nepêkan e ku cînayeteke bi vî rengî ya komplîke bi tena serê xwe kiribe. Dema ku îfadeyên nakok ên ji destpêkê heta niha, qeydên li dosyayê, beyanên şahidan û asta heyî ya dosyayê li ber çavan bê girtin, nepêkan e ku Apro Dîrîl ev bûyer bi tena serê xwe kiribe.”
‘PIŞTÎ DAXUYANIYÊN WEZÎR GURLEK DOSYA BÊHTIR GIRÎNG BÛ’
Dîlsîz destnîşan kir ku çetebûyîna li dosya Gulistan Dokû derkete holê dibe ku di vê bûyerê de jî hebe, işaret bi gotinên Wezîr Gurlek kir û got, “Piştî daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Akin Gurlek ên li ser jinûve nirxandina dosyayên kuştinên kiryar nediyar, ev dosya bêhtir girîng dibe. Em zanin ku di vê dosyayê de bi dehan xusûs hene ku li benda ronîkirinê ne û divê em zextê bikin ku kiryarên rasteqîn li dadgehên serbixwe bêne darizandin.”

